“Netewperestî, nîjadperestî, konperestî çendî perestî hebin bi destên mirovan tên afirandin.
Nexweşiya Conagayê Dîn tê zanîn. An jî tê zanîn ku wek gelek lawiran, Conaga jî giya dixwin. Conagayên ku ji bo bazîrganî ango firotinê tên amade kirin gelek caran bi dexl û danan jî tên xwedî kirin. Di encam de ev jî giyaye û zerar nade Conagayan. Lê ger dewsa ku Conagayan bi giya, dexl û dan ango riwekan werin xwedî kirin; bi goşt, heta goştê lawirên ku bi nexweşî ketine werin xwedî kirin, dibe ku ew jî bi xwere nexweşiyên cûda bînin.
Nexweşiya ku wek nexweşiya Conagayên Dîn tê zanîn, di salên 1987’an de li Îngîlîstanê bi veguherîne 1,3 mîlyon ton kelaxa lawiran ji bo yêm ango qûtî lawiran, taybet jî qûtî ji bo Conagayan pêşketîbû. Bi ser de ew kelaxên lawirên ku nexweş!
Di encam de ev nexweşî ji ber ku sînora navbera guştxwar û gîyaxwar de hatibû binpê kirin, jiya bû. Bi gotinek din, ev nexweşî bi destên mirovên ku, berjêwendiyên xwe yên qirêj difikrin rû dabû.
Netewperestî jî heman nexweşiyek weka Conagayên Dîn e. ”Netewperestî qalibê baweriyê yê modernîteyê yê herî bi tesîr e. Avakirina wê gelekî hêsan e: Divê tu her hêmanê netewe pêk tîne bikî pîroziyeke baweriyê. Tu yê li tevahiya dibistan, mizgeft, dêr, malbat û xebatên din ên civakê wer li ser hûrûkûr raweste, wê bi namûsê re bikî yek û pê ferdê herî xemsar jî bi heyecan û çavsorî bikî.” Bi gotinek din tê wilo bike ku ev mirovê normal û heta oldar êdî bibe amûrek dijî mirovahiya derveyî netewa xwe ango nijada xwe. Qaşo li gorî olan hemû mirov abdê xwedêne! Qaşo li gori Îslamê jî hemû endamê Umetê ne!
Lê em bizanin ku ev nexweşiyeke bê derman e. Weke pençeşêrêyê. Nahelê ku ew mirov êdî saxbibe. Ger ev nexweşî bikeve nav laşekî, hêdî hêdî li ser giştî laşî mirov belav dibe û di encam de wî/ê mirovî/ê dikujîne.
Di wê manê de, gelo, kî dikare bêje ku nexweşiya Netewperestî, Nîjadperestî ji nexweşiya Conagayên Dîn ne xetertir e?
Mînak, beriya çend rojan beriya helbijartinên Îsraîl’ê siyasetmedarek Îsraîl’î sozê dide ku, ger ew were hilbijartin ew ê hinek cihên Fîlîstîn îlhak ango dagir bike. Bifikrin ger ev nexweşî li seranserê gelê Îsraîl, ango; siyasetmedarên Îsraîl, rewşenbîr û hûnermendên Îsraîl û her wiha jin û mêrên Îsraîl belav bibe, evê bibe çi? Her roj li Fîlîstîn û Îsraîl xwîn dirêje, xwîna ku wijdana mirovahiyê dilerizîne…
Gelo ev nexweşî ji nexweşiya Conagayên Dîn hîna xirabtir nîne?
Dema siyasetmedarek Îsraîl soza kuştin û dana koçkirina gelê Fîlîstîn dide, Conagayek din yê Dîn sozê dide gelê Tirkiye ku êrîşê bibe ser Kurdên Rojava. Sozê dide ku bi mîlyonan mirovên ne aîdî wê axê bibe ser wê axê. Bi gotinek din, sozê dide Tirkan ku Kurdan ji cihên wan derbixin û bidin koçkirin.
Heman Conagayê Dîn berê jî sozdabû netewperestên Tirkiye ku Afrîn diyarî tirkan bike û li Afrîn çi kirin û hêna çi dikin herkes bi çavên xwe dibîne.
Em carek din bipirsin, di serî de siyasetmedarên tirkiye û pê re jî hemû siyasetmedar, rewşenbîr, hûnermend, rojnameger, saziyên civakên sîvîl û her wiha hemû kes û saziyên ku bi heman fîkra netewperestî xwe rapêçandîne, ji Conagayên Dîn hêna xetertir û nexweştir nînin?”
ÇAVKANÎ: Rojnameya Ronahî – Qasim ENGÎN