“Li Tirkiyê, şer hebe, nebe singoyê dewletê, li devê deriyê Kurdan e. Dewşirmeyên Îttîhadî, xwedî tecrûbeyek mezin in; wek di stranên gelerî de tê gotin, dema berxwedan çêdibe, dewleta dewşirme defterên kevin vedike û li destnîvîsên di dosyayan dinêre, bi armanca firkandina pozê kurdan êrîş dike.
Mixabin gelê Kurd, ji berxwedanên xwe tecrûbe negirtine, serpêhatî û notên pêşengên haraketên Kurd nînin. Tenê Rêber Ocalan not girtin, ders dan, fikrên nû vegotin, nivîsîn û paradigmeyek derxiste hole.
Li gel paradigmeyê, di 40 salî de, gelek nivîs, vegotin û pirtûk derketin holê, magazine kultura Kurdî ava bûye. Eger şoreşek li Kurdistanê hebe, li ser lingan dimîne bi saya paradigmeya Ocalan, vegotinên rayedarên Haraketê, nivîs û pirtûkên divê serdemê de hatine nivîsandin e.
Para Plaza Medya azad, ku piştî 127 salan hîna li sirgunê ye, zêde heye.
Seramoniya nijadperestiya Turk-î Îslam, ji aliyê gelek Kurdan ve ne hatiye fêm kirin, gelek Kurdên nostaljîk û romantic jî tevlî vê seramoniyê dibin.
Desthilatdariya faşîst û Ergenekona Tirk, dibin serokatiya Erdogan de, bi xamxeyalên dîroka kevin tevdigerin. Gelek rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd, Erdogan, biqasî Siltanên Osmanî paşverû dibînin. Lê, Siltanên Osmanî teva ji Erdogan bi gelekî pêşketîtir bûn. Erê, hingî netewparêzî nebû, lê dagirkerî, talan û wêrankirin hebû, dîse jî înkar nedikirin.
Siyaseta inkar û tunekirinê, bi Îttîhat û Terakî dest pêdike. Hîtler jî serî li vê riyê daye, lê biqasî faşîstên derşirme zedekarî nekiriye. Îttîhadî, bi armanceke kollektîf haraket kirine; dinava xwe de parçe bin jî (îro jî wilo ne) di qirkirina gelan de yek in.
Kurd, mixabin ji wê armancê dûtr in. Di demeke ku faşîzma Tirk, sê parçeyên Kurdistanê dagir kirine, Kurd di nava bexilî, feodaliya nekêrî û berjewendiyên çapelî de digevizin û nikarin werin cem hev.
KNK, 20 sal in, li pey yekîtiyê dibeze, Kurd 20 sal in li nava çavên hev dinêrin û derewan dikin. Bi taybetî Partiyên Başûrê Kurdistanê, cilik dibin xwe de, dibin Kurdan de ne hiştine.
Piştî şandeya HDPê, çû Başûr û hevdîtin kirin jî, hêviyek derneket holê. Piştî hevdîtinan jî, partiyên Başûrî, ji romantîzma dilxweşiyê derbas nebûn. Li hemberî mikrofonên televizyonan, yekîtiya neteweyî romantîze kirin, lê di vegotinên wan de estetîk nebû.
Başûrê Kurdistanê, 28 sal in nebû desthilatdar, ji ber vê çendê jî, kete nava kaosek mezin. Du serî ne, du paytext in, du hêzên leşkerî ne, du hêzên asayişê ne; ne haveynê mastê wan, ne hevîrtirş-xumreya nanê wan bû yek.
Aliyekî pişta xwe daye Iranê, aliyekî daye Tirkiyê!.. Vê jî bloka dagirkeriyê xurt kir, sefaleta siyasî û aboriyê zêde kir. Serok, serokwezîr, desteya wezîran, parlamento hebe jî nikarin bibin dewlet; dewletbûn, sîstem e, rêxistinî ye, demokrasî ye, hiquq e, desturnameya demokratîk e, avakirina çînên hevbeş, rêkûpêkiya aboriyê, parvekirina hatina salane ye, wekheviya gelan, çînan, civakan û avakirina şarên bi karsazî û karbidestan dagirtî ye…
Di destpêkê de Iraq dinava kaosan de dihejiya, lê îro, (!?!?) Başûr noqî derya pirsgirêkan bûye, biqasî dostên xwe AKPê di nava erdhejekê de ne. Ev jî dide xuya kirin ku, her dû desthilatdarên Başûrê Kurdistanê ji tecrûbeyên berê sûd nagirin.
Bila kes xwe ne xapîne û nebêje, PKKe li Başûr e, Tirk êrîş dikin; li Silêmaniyê PKKe nebû, lê Tirk li Başîka bi cih bûn. Eger PKK û Gerilla nebin, hêza şeytanî, wê di 24 saetan de, destketiyên dîrokî û defactoya Başûr têk bibe.
Rastî yek e; Eger partiyên Başûrê Kurdistanê tevlî KNKê nebin, ne dibine desthilatdar, ne jî dibine dewlet. Tenê yekîtiya neteweyî dikare dagirkeriya faşîzma dewşirme ji sê parçeyên Kurdistanê berteref bike. Yekîtiya Kurdan, wê hem karsazî û karbidestiya Başûr bi hêz bike, hem desthilatdariya Başûr jî tekûz bike, hem wê di nava dewletê de bike dewlet.”
ÇAVKANÎ: Rojnameya Ronahî – Medenî FERHO