NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyên Girtîgeha Boluyê ragihandin girtî Nurullah Semo 2 sal in bi tena serê xwe di hicreyekê de tê ragirtin û gelek maf têne binpêkirin û li dijî helwesta bijîşk û muayenekirina bi kelemçe bang li TTB’ê kirin.
Hat ragihandin li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê mafê girtiyan tê binpêkirin. Girtiyan bi nameya ku ji girtîgehê re şandin tiştên ku li girtîgehên diqewimin gotin. Girtiyan da zanîn ku girtî Nurullah Semo 2 sal in bi tena serê xwe li qawîşekê tê ragirtin û Semo her sibeh dema jimartinê qerdiyan heqeratan lê dikin. Girtiyan got tevî hemû hewldanên wan jî Semo nadin odeya wan û êşkenceya sîstematîk li wan dikin û ti ewlehiya wan tine.
BANGA LI TTB’Ê KIRIN
Girtiyan diyar kir ku bijîşk li gorî dozên girtî tên darizandin muameleyê nîşan didin û muayenekirina kelemçekirî tê ferzkirin û ev rewş li dijî rêgeziya pîşeya hekîmiyê ye. Girtiyan bang li Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) kirin û wiha gotin: “ Dema ku em dixwazin be bibin revînê me nabin. Heta mehek derbas dibe piştre me dibin. Li hember daxwazên lezgîn xwe kerr û kor û lal dikin. Em bang li TTB’ê dikin; bijîşkên endamên saziya wan in û sonda Hîpokrat xwendine li gorî dosyeyên me yên darizandinê bila bi çavek kîn û nefretê nenêrin. Bijîşkên ku ev sondê xwarine, bi kîndarî li me dinêrin û destên me yên kelemçekirî venakin divê wîjdan û ehlaqê xwe hinek bidarizînin. Cudakirina navbera însanên nexweş ne ehlaqî ye. Em bi bawerin wê TTB’ê guh bide vê banga me û li ser vê rewşê bisekine.”
NAME TÊN WINDAKIRIN
Girtiyan da zanîn ku nameyên wan bi awayek sîstematîk tên windakirin û qerdiyan koliyên malbatê girtiyan ji wan re dişînin jî ji hev belav dikin. Girtiyan anî ziman ku hemû mafên wan ên bingehîn û civakî yên mîna axaftina telefonê, hevdîtin û gelek tiştên din tên desteserkirin û nahêlin girtî rehet bimînin. Girtiyan got rayedar li girtîgehê hewldanên provokatîf pêk tînin û ew bi êrîşan re hevrû dimînin û di sedsala 21’emîn de silava Xwedê jî pirr dibînin.