MEXMÛR – Piştî bûyera 17’ê Tîrmeha 2019’an a li restoranta Hoqqabaz a Hewlêrê ku têde yek ji berpirsê MÎT’a Tirk Osman Kose hate kuştin û şûnde bi destê asayîşa PDK’ê û rêveberiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ambargo hatiye danîn û rê nayê dayîn nexweş jî di nav de ti kes ji wargehê derbasî bajarên Herêma Kurdistanê bibin.
Tevî hemû hewldananên Meclîsa Gel a Demokratîk û Saziya Têkiliyên Karê Derve ya Wargehê heta niha ti bersivek erênî ji aliyê rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê ve nehatiye dayîn.
Li aliyê din ji bo rakirina vê dorpêç û ambargoyê Dayîkên Aştiyê yên Wargeha Panaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) tevî şert û mercên dijwar jî 25 roj in li benda kontrolê ya PDK’ê ya di navbera Hewler û Mexmûrê de di çalakiyê de ne.
Tevî hemû astengiyan jî dayik çalakiya xwe didomînin. Dayikên Aşitiyê dibêjin ku heta daxwazên wan pêk neyê ew ê çalakiya xwe bidomînin.