KOBANÊ – Navenda Lêkolînê ya Jinolojiyê ya Herêma Firatê li Kobanê komxebata Jineolojiyê pêk tîne.
Komxebat li saloneke li navenda bajêr pêk tê û tevî endamên Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê nûnerên saziyên rêveberiya xweser û partiyên siyasî tevlî bûn.
Li salona komxebatê pankarta bi nivîsa “Ji bo avakirina jiyana azad û hevpar Jineolojî”, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên têkoşîna azadiyê hatin daliqandin.
Di komxebatê de wê mijarên; ‘zayendîperestiya civakî’, ‘zewaca di temenê biçûk de’ û ‘tundiya li dijî jinan’ bên nîqaşkirin.