“Êdî wer bûye ku rojeva siyasî a bakurê Kurdistanê bi a Rojava û heta radeyekê bi a başûrê Kurdistanê ve jî bûye yek. Di nava hengameya şer, siyaset û dîplomasiya navdewletî û herêmî de, bi taybetî ji ber bandora hewildanên tijî tehdîd û êrîşkar ên Tirkiyê, Kurdên Rojava û Bakur bi heman hest û bertekan radibin û rûdinin…
Qey mîna ku ew sînora çêkirî û dîwarê bilind ê betonî ku rejîma Tirk di salên vê dawiyê de çêkir, li holê tune ye û hest, hişyarî û hişmendiya Kurdî ew dîwarê bi sedan kîlometreyî bêbandor dihele.
Ji ber ku destê pir aktorên navdewletî û herêmî tê de ye, hem Kurd dikevin bin bandora her hewildana wan û hem jî ew bandora her hewildanên Kurdan hîs dikin û gorî sekna Kurdan siyaset û dîplomasiyê pêş dixin…
Serokên du piştevanên rejîma Sûriyê (Pûtîn û Rûhanî) û ji bo pêşîgirtin û jiholêrakirina vîna Kurdan ê ku xwe tevlî wan kirî Serokê Tirkiyê Erdogan di hevdîtina li Ankarayê (15.09.19) de bahsa “parastina yekîtiya Sûriyê” kirin. Erdogan naveroka civîna her sê serokdewletan wekî îlankirina şerekî nû li dijî Kurdên Rojava anî zimên: “Êdî tehdîda DAÎŞê nema û niha tehdîda herî mezin a li Sûriyê baskê PKKê PYD ye… Armanca me ev e ku li bakur-rojhilatê Sûriyê ji bo penaberên Sûriyeyî xaniyan çêbikin û 2 mîlyon Sûriyeyîyan li wê derê bicih bikin. Eger Amerîka di derbarê vê mijarê de heta du hefteyan tu gavan nevêje, em ê vê yekê bi serê xwe bidin destpêkirin…”
Erdogan pir bi aşkereyî dibêje ku ew dixwazin hebûn û şopên Kurdan li Rojava bi giştî ji holê rakin!..
Erdogan kengê bi Serokê Rûsyayê V. Pûtîn re tê cem hev, piştî hevdîtinê demildest tehîdan li Kurdan dibarîne. Pir aşkereye ku ji bo Rûsyayê polîtîkaya bi tehdîdkirina Kurdan re girtina benê Erdogan û Tirkiyê di destê xwe de, polîtîkayeke pir kêrhatî ye. Rûsya ji bo li cem xwe girtina Tirkiyê rejîma Esad jî neçar dihêle. Wezareta Karên Derve a Sûriye jî di heman rojên civîna Ankarayê de nameyek ji rayedarên Yekîtiya Neteweyan (YN) re şand û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wekî “milîsên sûcdar” îlan kir û îdia kir ku “ew ê HSDê ji herêmên ku niha ew kontrol dikin, derêxin…”
Di civîna Ankarayê de bahsa avakirina komîteya amadekirina makeqanûnê jî hate kirin. Eger mirov daxuyaniyên Erdogan cidî qebûl bike, amadekariyên ‘Sûriyeyeke bêyî Kurd’ tê kirin!
Lê dema meriv li pêşketinên hêla din mêzeke, vê carê jî rastî tabloyekî pir cûda ê ku Erdogan pir bi hêrs bike, tê.
Hinek çûn û hatin di hişê mirov de wê fikrê peyda dikin; ku gelo derî ji rêveberiya xweser a li Rojava re tê vekirin ku tevlî pêvajoya siyasî bibin?!.
Çend pêşketinên ji bo bingeha vê fikrê ev in:
Nûnerê Amerîkayê (DYA) ê polîtîkayên Sûriyê James Jeffrey li ser tehdîdên rejîmê diyar kir ku “ew nahelin ku rejîma Sûriyê êrîşî bakur-rojhilatê Sûriyê bike!”
Di vê navberê de Seroka Lijneya Rêveber a Meclîsa Demokratîk a Sûriyê Îlham Ehmed û nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Elîzabet Gewriye bi şandiyekê çûn Amerîkayê. Heyeta Rojava bi rayedarên Amerîkî re li ser ‘ewlehiya sînorê’ û ‘komîteya makeqanûna nû’ hevdîtinan pêk tînin.
Her wiha çend roj berê şandeyên ji wezaretên karên derve ên Fransa û Almanyayê jî çûn Rojava û bi rayedaran re hevdîtin pêk anîn.
Yanî her ku pirsgirêka Sûriyê ji şer ber bi dîplomasiyê ve werdigere, elaqaya li ser Kurdan hê zêdetir dibe û Kurd wek aktorekî sereke derdikevin pêş. Rotayê dîplomasiya Kurdan jî hêdî hêdî rengê xwe aşkeretir dike, lê ew mijareke din e.
Di derbarê çarenûsa Kurdên Bakur û Rojava de şerê psîkolojîk jî wekî mijareke sereke a dîplomasiya navdewletî hê zêdetir xwe dide der. A balkêş ew e ku her pêşketina herêmî û navnetewî Kurdan jî nêzî hevdû dike…”
ÇAVKANÎ: Nupel – Halil Dalkılıç