STENBOL – Di 24’ê Îlonê Jina Ozbekî ya 23 salî Nadîra Kadîrova li mala Parlamenterê AKP’ê yê Stenbolê û generalê berê yê artêşa dagirker a tirk Şîrîn Unal, bi çeka parlamenter întîhar kir.
Jina 23 salî ya Ozbekî Nadîra Kadîrova, li mala Parlamenterê AKP’ê yê Stenbolê Şîrîn Unal ya Enqereyê bi çeka parlamenter întîhar kir. Nadîra Kadîrova nêzî salekê ye li mala parlamenter Şîrîn Unal dijî. Nadîra Kadîrova duh bi çeka parlamenter dawî li jiyana xwe anî. Hat zanîn ku ji bo li hevjîna Unal a li malê nexweş e binere 1 sal e xizmeta mala Unal dike.
Rojek beriya bûyera întîharê çêbibe, Kadirova ji hevala xwe Leyla re ev tişt gotubû: “Tiştên xirab çêdibin. Ez ê çawa li rûyê birayê xwe binerim? Ez dixwazim bimrim.” Piştî ew gotinên Kadirova derketin holê guman der barê întîharê û bûyerê zêde bûn.