NAVENDA NÛÇEYAN – Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Geliyê Kanî Mazî ya li bajaroka Çemankê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de ciwanek temen 20 salî jiyana xwe ji dest da.
Di saet 17:00’an de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Geliyê Kanî Mazî ya ser bi bajaroka Çemankê ya Amêdiyê bombebaran kirin. Di bombebaranê de ciwanek temen 20 salî dema ku li ber dikana xwe bû bi giranî birîndar bû. Piştî ciwan rakirin nexweşxaneyê ji ber giraniya birîna wî li nexweşxaneyê iyana xwe ji dest da.