RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Di sefera xwe ya li Kurdistanê de wexta min serdana xwe ya bi civînan li Agirî, Bazîd, Qers, Dîgor, Dêrsim, Çewlîk, Elezîz, Amed, Mêrdîn, Ûrfa, Dîlok û Enqerê temam kir, tê bîra min mîna ku min sefereke rastî ya şer pêk anîbe, ez ber bi bayê hisekê ketibûm. Axaftinên min ên di dema seferê de weke pirtûk hatin amadekirin. Eger bêne lêkolîn, wê bê dîtin ku berfirehiya pêşnûmeya xîtaba min a ji bo Xêrî ye. Tevahiya salekê axaftinên min di seferê de kiribûn, bûn xurekê sereke yê îdeolojiya komê. Min a ku kovar û rojnameyên komên din dikir, bi vê rêbazê bi mîsala kovar û rojnameyeke bi ling pêk dianî. Di pêvajoyên paşê de min timî hewl da çarçoveya van axaftinan berfireh bikim. Di sala 1978’an de bi Serxwebûnê (bi serê xwe bûn: Xoybûnê tîne bîra mirov) me gav avêt pêvajoya nivîsê. Di hejmara wê ya pêşî de Rêya Şoreşa Kurdistanê bi navê wê yê din Manîfesto ya min di sala 1978’an de nivîsî bû, hat çapkirin.
Li Enqereyê hînê çend rojên me derbas nebûbûn, ji Dîlokê nûçeya der barê şehadeta Hakî Karer de gihişt me. Ez dikarim bibêjim, hema bêje bi vê nûçeyê re hilweşiyam. Bi awayekî vebirrî me derbeke xedar xwaribû. Ya girîng ew bû, diviyabû me bersiveke rast bidaya vê êrîşê. Min nikarîbû ez bi xwe tevlî merasîma cenaze bibim. Paşê çûm serdana qebra wî ya li Ulubey a Orduyê. Min ji bo bîranîna wî soz da ku ez komê bigihînim partîbûnê. Di Payîza heman salê de min metnê Pêşnûmeya Bernameyê bi xwe nivîsî. Ya min dikir ew bû, li kolanên keviya Dîlokê li ser şopa şehadetekê dimeşiyam û di vê çarçoveyê de dixebitîm. Di vê navberê de du bûyerên girîng bi serê min de hatin. Ev bûyer mîna beşekî jiyana min a taybet xuya dikin, lê ya rastî maneyên wan ên siyasî û îdeolojîk hene. Ya yekê, di sala 1976’an de wefata bavê min bû. Min dema xebera mirina wî li Enqerê bihîst ez gelekî aram bûm û nayê bîra min ku ez giriyam. Kehaneteke bavê min bi cih hatibû: “Ez dema bimirim hûn li pey min nagirîn.” Ez yeqîn dikim ku ruhê wê demê fêhm kiribû. Rastiya modernîteyê dianî ziman. Bi qasî ku nakokiyên min bi diya min re çêbûn, bi wî re çênebûbûn. Dema min xwe li serîrakirina pêşî ya gund û malbatê rakişandibû nakokiya min a herî girîng pêre çêbûbû. Berevajî derdora me, hêviyên wî ji min hebûn, mizgînî dabû min ku ez ê bi ser bikevim. Gelekî paşê dema min rewşa wî şîrove kir, ez lê hayil bûm ku ew yek ji wan hêmanên rêûresmê ye, gelekî durist e, û xira nebû ye. Bi awayekî ferdî exlaqekî wî yê xurt ê dînî hebû. Ferdekî rêûresma malbata berê bi hêz bû ku niha lawaz bûbû. Hêza xwe ya bavikantiyê ji dest dabû. Di nava malbatê de aliyê dayikantiyê xurtir bûbû. Di navbera herdu erkan de weznek hebû û vê jî dihişt ku ez karibim gavê biavêjim. Hema bêje îddîayên herdu aliyan li ser min qediya bûn. Bi awayekî bingehîn ti carî fêhm nekirin, ya rastî, ya ku haya wan jê çêbû, lê ti carî hêza wan têrê nekir; ez li hemberî dinya modern bi tenê hiştim û ez bi temamî nizanim wexta ev qewimî wan çi his dikir. Lê ji min piştrast bûn û bi min ewle bûn. Divê mirov endambûna malbateke durist, bêhêz û girêdayî rûmeta xwe piçûk nebîne.
Bûyera dudiyan di van salan de xwesteka min a ji bo jinan bû ku dilebitî. Beriya komê di nava şert û mercên modernîteyê de ez ne xwediyê wê hêzê bûm ku nêzî jinan bibim. Dinya jinan, dinyayek bû ku min nas nedikir û ez jê direviyam. Bi tenê hisên min ên platonîk hebûn ku min di hundirê xwe de mezin dikirin. Ti carî wê ne pêkan bûya ku ez li cem kesekî li wan mikur bihatama. Ji dema gund ve nêrîna jinan li min balkêş bû. Lê ez li vê ti carî serwext nedibûm. Lê kengî min ev paşê şîrove kir, ez yeqîn dikim ku ez li cudahiya balkêşiyê hayil bûm. Wan cudahiya min bi eleqe ji hev derxistibûn. Belkî jî der barê min de li cem wan perçikên hêviyan çêbûbûn. Mîna ku wisa bibêjin: “Ho zarok! Tu nizanî çi bi serê me de hatiye. Rewşa me weke tu dibînî nîne. Tew te zanibûya çi dibe çi diqewime! Herçî tu mêr be jî dîsa hêviyên me ji te hene.” Ne ku ez li xweşikbûna jinê hayil nebûbûm. Tê bîra min, ji bo yekê, ji bo keçeke Kurd min hukmekî wisa dabû “Ji bo te, ji bo qewm û zurriyeta te, hêjaye mirov şerê serxwebûnê bimeşîne.”
Ez yeqîn dikim ku bi sedema hemşehriya Mazlûm Dogan bû, di dema komê de min kesa bi navê Kesîre Yildirim nas kir. Ji ber eleqeya wê ya ji komê re me ew jî ji komê dihesiband. Min jiyana wê ya berê qet nizanîbû. Lê ji destpêkê ve fikarên min hebûn ku wê bi awayekî berbiçav nîzama nava komê xira bike. Hêza min tine bû ku ez wê kontrol bikim. Ji bo selameta komê min hewce dît ku ez pêşniyar bikim, di nava komê de bi yekî re bibe dergistî. Herçiqasî ji vê helwesta min bêhna muhafezekarî û rêûresmê bê jî min ev kir. Karîbû bi min re yan jî bi endamekî di nava komê de bibûya dergistî. Ya rastî, min dixwest ez tercîha wê bim. Lê jinik xwedî karektereke dêlguran bû. Lê rastî fêhm kiribû, ango fêhm kiribû ku ez hewl didim wê kontrol bikim. Lewma tercîha xwe ji bo yekî din kir. Anora min a rêûresmî bi awayekî ciddî hatibû binpêkirin, lê min dengê xwe nekir. Dîsa min li xwe daneanî li ber vê yekê rabim. Lê dîsa jî tiştekî wisa bû ku mîna mirov ji duaya bi cih nayê re bibêje amîn. Têkiliya wê nemeşiya, nikarîbû bimeşîne. Kengî min car din ji bo têkiliyê berê xwe dayê, hem ez gelekî hilhilî bûm, hem jî me endamekî hêja yê komê ji dest dabû.
Rewşa min a hisî ya dilebitî dibû arîşeyeke ciddî û bi îhtîmameke mezin min hewl da ku ev rewşa min ti carî xwe di nava komê, partiyê û heta HRK’ê de nîşan nede. Pêxîrtengiyeke mîna ya dawiya salên 1960’î der barê Xwedê de girtibû min, xwe der barê vê jinê de nîşan dida û dubare dikir. Ez nizanim vê jinê çima xwe nêzî komê kir. Ez yeqîn nakim ku eleqeyeke wê ya cinsî hebû. Heta dawiyê di warê eleqeya cinsiyetparêz de serdest bû û ev tiştekî vebirrî bû. Di vê nuqteyê de ez xapiyabûm. Tevî ku hêza min a ez wê bi dest bixim tinebû jî min di vê de israr kir. Min têkilî heta bi zewaceke şiklî û yekalî pêşde bir. Bi kartvizîta zewacê di serê Havîna 1978’an de cara pêşî bi balafirê daketim Amedê. Belkî jî di dîrokê de, di têkiliyên mirovan de min meha hingivîn a herî seyr û neyênî pêk anî bû. Dema jinik bû weke qalibekî qeşayê, ti şensê min ê çareseriyê tinebû. Ez ne di wê rewşê de bûm ku derdê xwe ji kesî re bibêjim. Ji ber ku ji vê rewşê bi tenê ez berpirsiyar bûm. Di vê têkiliyê de berpirsiyariya jinikê tinebû. Min çi kiribû, min ew dîtibû. Bi gotineke din min çi çandibû, min ew diçinî. Ya rastî, hîç haya min ji nasnameyeke bi vî rengî ya jinê tinebû û lewma nedibû ku ez jê hêviyan bikim. Jin bi tevahî dêlguriya xwe li hemberî min bû. Min li vê rewşê, bi temamî deh salan, heta Havîna 1987’an, heta ew bi vîna xwe ji tevgerê veqetiya, bi awayekî wisa xwe ragirt, ez bawer nakim ku ev di nava du mirovên din de hatibe ceribandin. Ceribandineke bi dehşet û tirsnak bû.
Ez bi saxî derketina ji nava vê têkiliyê weke derhoze û mûcîzeyekê dibînim. Bûyerên statuya jinê ya di çanda Rojhilata Navîn de serûbinî dikirin dibûn sedema zehmetiyê û min li hemberî vê hewl dida kesayeta xwe li ser piyan bigirim. Pevçûn û hevduberdan ne çare bûn. Ji ber vê, min rewşa kesa li hemberî xwe dişiband rewşa pêxîrtengiya xwe ya ji ber şika ji hebûna Xwedê ya ketibûmê. Diviyabû min ev têkilî ji aliyê siyasî û îdeolojîk ve ji hev derxista. Wekî din, heta analîzên der barê jinê de nehatana kirin, çareseriya siyasî û îdeolojîk jî bi bi temamî pêk nedihat. Di vê demê de hêza min a analîzkirina jinê pêş neketibû. Min ê ev ji sala 1987’an ve pêş bixista. Lê çawa ku bersiva min a ji bo şehadeta Hakî Karer amadekirina Pêşnûmeya Bernameyê bû, bersiva min a ji bo vî şerê psîkolojîk jî xebata min a bi navê Rêya Şoreşa Kurdistanê bû. Di Havîna 1978’an de min ev xebat weke bingehê teorîk ê bernameyê amade kir. Bi vê derûniyê, amadekirina Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê hêz û qabîliyeteke mezin divê. Dema min behsa mûcîzeyê kir, min xwest îşaret bi vê rastiyê bikim.
Kemal Pîr, Cemîl Bayik û M. Xêrî Dûrmûş di salên pêşî yên vê pêvajoyê de çavdêr in, û bi hurmetiya xeternak a vê jinikê li hemberî min dibînin û heta bêyî ku haya min jê hebe, difikirin wê bikujin, lê Kemal Pîr bi helwesta xwe ya hevrêtiya bêhevta dibêje “Em destê xwe nedinê, tiştekî heval dizane heye” û ev bêhtir kare rewşê zelal bike. Ji ber ku bavê jinikê di serîrakirina 1925’an de bi xwe bi Îsmet Înonî re têkiliyên ajantî û hevkartiyê danîne, ji wê jî guman hat kirin û weke mînaka Necatî Kaya ev jî gelekî hat guftûgokirin. Bi rastî ew ajan e, ne ajan e, em nizanin, ez nizanim. Min wê demê jî bîr dibir ku divê kesek ji ber bavê xwe neyê gunehbarkirin û di heqê wê de hukim neyê dayîn. Li hemberî van rexneyan helwesta min xulase bi vî rengî bû “Elewî ye, çepgir e, bi koka xwe Kurd e, û xwe gelekî baş perwerde kiriye, lewma hebûna keseke bi vî rengî di nava komê de çêtir e, ji tinebûna wê.” Ji ber ku min nikarîbû têkiliyeke serketî û pozîtîf di warê hestyarî de pêre pêk bianiya, ev nedihat wê maneyê ku min di heqê wê de hukmekî neyênî bida. Ji lewra biryara di heqê wê de diviyabû bi temamî di çarçoveya pîvanên rêxistinî de bûya. Ew heta ji nava rêxistinê reviya jî helwesta min bi vî rengî bû. Lê li pişt min, gelekî bi tesîr karûbarên tesfiyekirinê dimeşandin û eşkere, ev rola xwe bi awayekî berbiçav bi cih dianî. Mirov dikare bibêje, xisletên xwe yên gelekî erênî nexistin xizmeta tevgerê.
Wê jî bixwesta yan jî pîlan bikira karîbû min bikuşta. Rojekê, nexasim nêzî demên reva wê, tê bîra min gotibû “Netirse, ez te bi jehrî nakim.” Ji ber ku di wê demê de ajan bi pey min ketibûn ji bo ji sedî sed bikujin. Dîsa jî diviyabû ku ez bi tevdîr bûma. Di demên dawî yên têkiliya me de du şifêrên min hatin ber xwekuştinê, ji wan hevriyan kesê bi navê Ferhan gotibû, “Divê mirov wê bi çar hespan ve girê bide û parçe bike”, yê din ê bi navê Sebrî jî reviya, û dema min gav avêt Rojhilata Navîn hevalê bi tenê yê li cem min Ethem Akcan gazinên xwe kiribûn û gotibû “Li pişt Serok çi dekûdolab têne gerandin” û balkêş e, ev heval bi êşa ji vê yekê bi rakişîna damarên mîdeya xwe bû şehîd û giyana xwe ji dest da. Di gelek tesfiyekariyên krîtîk de bi rola aktora li pişt perdeyê radibû û ev girîng e. Li ser gelek hevalan bi tesîr bû, mîna wan hîpnotîze bike bi bandor bû û mirov dikare vê jî bi xisletên wê yên xurt ên hizipkariyê ve girê bide. Têkilî û kesayetek e ku hînê jî hewce dike mirov bi girîngî ji hev derxe.
Kesayeteke din a gelekî bal dikişand ser xwe Dîlaver Yildirim bû. Ji bo siberojê mirov hêvî jê dikirin û yek ji hevalên li pêş bû. 12’ê Îlonê di zindanê de mabû. Di nava komên têkel de ma. Bi tena serê xwe di ser Bulgaristanê re derket Ewrûpayê, demekê li Ewrûpayê geriya, hat Rojhilata Navîn cem min, pirr kêm diaxivî û bi qasî ku tê bîra min gotibû “Bi vî awayî tu digerî bi tehlûke ye” û li kampa Bekaayê yek du jinên sivik jêre gotin “Te çav berdaye şûna Serok” û piştî vê, wî ji min re nameyeke xatirxwestinê şand û piştre xwe kuşt. Ev xwekuştina wî ji bo min bûyereke seyr e. Yek ji wan hevalan e ku divê mirov li nasnameya wî ya rastî bipirse.
Li ser bingehê Bernameya Partiyê ya ji bo bîranîna Hakî Karer hatibû amadekirin di 26-27 Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê bi ser Amedê ve civîna me ya ji 22 kesan a di asta kongreya damezrîner de du rojan ajot û bi vî awayî ev kongre jî qonaxeke din a girîng a riya me bû ku em ketibûnê û êdî veger jê tinebû. Weke PKK binavkirin û îlankirin, ya rastî dawiya demekê bû. Hem li gorî şert û mercên dinya û Tirkiyê, hem jî di pratîka komê de çi hewce dikir bi awayekî bingehîn hatibû kirin. Li vir şêwazê şoreşgerî girîng e. Ji ber ku bi tenê nehat gotin; bi gelek çalakiyan di zikhev de pêk hat. Ji şert û mercên berbiçav ên heyî mebest ew e, ji nava bajar, çîn û dewleta netewe li ser navê çîna ‘karker’ gav tê avêtin. Asta teorî û pratîkê li gorî vê bû. Gelek komên din bi heman rengî hebûn. Lê ti ji wan bi qasî koma me nikarîbû şoreşgertiyeke komple di kesayeta xwe de berbiçav bike. Ji ber vê, di dema darbeya eskerî de bêtevdîr hatin zevtkirin.
Ji serê salên 1979’an ve, min hewl da, ji du aliyan ve xwe bi tevdîr bikim. Ji aliyekî ve min dixwest amadekariyên têkoşîneke demdirêj li deşt û çiyan bikim, ji aliyê din ve jî min dixwest li derveyî welêt ji bo tevgerê riyekê vekim ku karibe pê bêhna xwe bide. Eger ez di vî warî de bi ser biketama bi awayekî vebirrî tevger ê mayînde bibûya. Li gorî şert û mercên demê gavavêtinên taktîkî yên di cih de, bi qasî pêşxistina stratejiyê girîng e. Em di demeke wisa de bûn. Min di mehên destpêkê yên salê de gazî Ferhat Kurtay (paşê li Zindana Amedê bû şehîd) kiribû û anîbû cem xwe. Me makîneya teksîrê li erebeya wî ya fermî kir û wî ez heta bi Qoserê birim. Di vê navberê de piştî Civîna Damezrandina PKK’ê bi qasî mehekê komkujiya Mereşê pêk hatibû. Em li Mereşê bi tesîr bûn. Ji sala 1925’an ve ji bo Kurdan biryara tesfiyekirinê hatibû dayîn û dihat meşandin. Di vê çarçoveyê de li herêma jêre Rojavayê Firatê digotin tevgereke Tirkîfîkasyonê li ser kar bû. Me li van deveran Kurdîtî hinekî zindî kiribû. Bi heman awayî bi komkujiyên li Meletî, Semsûr û Elezîzê bersiv didan vê yekê. Komkujiyên em behsa wan dikin, encama çalakiyên besît ên faşîstên sivîl nebûn; dewama qirkirinên dîrokî bûn û bi desteka NATOGladîo dihatin kirin. Li Amedê bi îlankirina PKK’ê me bersiva van komkujiyan dida. Di van salan de ku Desteya Wezîran a Bulent Ecevît li ber ruhdanê bû, me ev gavên dîrokî avêtibûn û komkujî pêk hatibûn. Di van salan de kontrgerîlla têra xwe bûbû xwedî însiyatîf. Ewqasî ji xwe piştrast bûn, li dijî Ecevît jî reşkujiyek ceribandin. Komkujiya Taksîmê ya berî vê bi salekê jî ji aliyê heman hêzan ve hatibû kirin.
Min di nîvê sala 1979’an de ji Ethem Akcan ê Pirsûsî re got, xwe amade bike em ê di sînor re derbas bibin. Ji bo vê li Ûrfayê çil rojî rawestiyam. Rewşa min mîna ya Brahîm Xelîl bû. Min gelek pûtên şaristanî û modernîteyê şikandibûn. Di wan rojan de ku gelek Nemrût bi xezeb li ser piyan bûn, ez li bajarê Nemrûtan bûm û ev têra xwe bûyereke balkêş bû. Ez li ser şopa derketinê ya Brahîm bûm. Di Pirtûka Pîroz de navê Pirsûsê weke Serûc derbas dibe. Hema hema piştî hemû serîrakirinan rewşa ji bo derketinê dîsa xwe dubare dikir. Di vê navberê de ez derketim ser kelha Ûrfayê. Ez li tevahiya kelheyê seranser geriyam. Ez li cem herdu stûnên Hz. Brahîm bi mencenîqê avêtibûn nava êgir demeke dirêj sekinîm û min li jêr temaşe kir. Piştî çend rojan Ethem Akcan xeber şand ku ji bo derbasbûna di sînor re her tişt amade ye. Her tiştê amade jî suwarbûna li mînîbuseke gund bû. Ez li mînîbusê suwar bûm û bi gundiyan re li gundekî ser sînor daketim. Ez hê jî difikirim, gelo çiqasî rast bû ku ez li wê wesayîta modernîteyê suwar bûm. Encama di vî warî de gihiştimê ev e: Mirov bi tevahiya amûrên zêhnî û fizîkî yên modernîteyê kar bike, ji çarenûssipartina xwe ya xwedayên serdema pêşî bi tehlûketir e. Berêvarê amadekariyên gava duyemîn ketin dewreyê. Kûryeyê bi navê Cehnî got “De rabin” û em rakirin. Eskerê nobedar têlên rêsayî rakirin û got “De hemşehriyê min bi lez biçe” û bi vî awayî em derbas kirin. Em li pey Ethem diçûn me pê li şopên wî dikir û bi meşa bizinan em ji zeviyê mayînkirî bihurîn. Ji bilî min, ev ji bo hemû kesên din rewşeke hêsan û normal bû, lê ji bo min dîrokî û cara pêşî bû. Min bi qasî Donkîşot jî xwe gurçûpêç nekiribû. Ethem alîkarê min ê bi tenê bû. Min hewl dida welatekî Nemrûtan bi hezarê salan lê agir bi erdê xistiye ji nû ve bigihînim îman û baweriyê. Li naverastê gelek hebû ku dihat înkarkirin û dixwestin koka wî biqelînin û ev gel li ber qedandinê bû. Înkar û îmhaya li ser vî gelî ewqasî giran bû, pûtên wî yên serê xwe li ber wan xwar bike jî tinebûn. Pûtên hatibûn şikandin biyanî bûn û pûtên modernîteyê bûn.
Mîna Hz. Brahîm piştî rêwîtiyeke çend rojan kudand min hew dît ez di nava Filistîniyan de me. Rojên min ên bêziman û bêtercuman dest pê kiribûn. Ji bilî girîngiya armancê tiştekî din tinebû ku min li ser piyan bigire. Eger fedekariyên Ethem nebûna, hewldanên min ber tiştekî nedigirtin, kolana avê bûn. Kesên ku bûyerên bi vî rengî bi serê wan de hatibin, girîngiya mezin a rêxistinî û têkilîdanînê ji bo civakbûneke nû dikarin ji dil fêhm bikin. Ya bi serê min de dihat û min didît heqîqetek bû ku di PKK’ê de rastî û girîngiya wê kêm hatibû fêhmkirin. Ev têkiliya me danî, belkî jî ji şerekî li meydanê girîngtir bû, lê li ser bi hev ketin. Qîmeta wê nezanîn û xirab bi kar anîn. Hevrê û hevalên durist hemûyan berdêla vê pirr bi êşên giran, zirar û ziyanên trajîk dan û hin xasûk û qurnazan jî ji bo şêweyekî qehremantiya erzan bi kar anîn. Qebîleya Brahîm di rê de gelek zor û zehmetî kişandibûn. Em jî bi awayekî qebîleyeke hemdem bûn. Zor û zehmetî li ser heman rê û belkî li heman mekanan hatin kişandin. Derketina me ya ji welêt bi awayekî jî dişibiya derketina Mûsa ya ji Misrê. Jixwe em weke heman qebîleyan bûn. Bi herhalî li ser xeta Ûrfa-Heleb-Şam-Quds-Misrê ji dema firewnên Sumer û Misrê heman çîrok bi hezar caran dubare bûye. Li gorî min, dîroka mirovatiyê ji dema komên mirovên pêşî ji Efrîkayê derketin û bi nava Asya û Ewrûpayê ve çûn heta roja me ya îro li ser vê xetê diyar bûye. Derketin û gavavêtina min û me jî xweber nîne, yek ji wan gavavêtinên dîrokî ye ku tevahiya kêliyên krîtîk pêkhatina wê neçar û ferz dike.
Mirov dema 1970’yî-1980’yî tevî nirxandinên îdeolojîk û siyasî, bi awayekî wêjeyî binirxîne û têkiliyên wê bi jiyana berbiçav re deyne wê bi roleke temamker rabe. Tevgerên îdeolojîk û siyasî di serî de wêje têkiliya wan bi hunerê re neyê danîn û heta bi nazenîniya hunermendekî neyên gurçûpêçkirin û meşandin kêmasiyeke mezin e. Heta mirov dikare bibêje wê nexweşokî bin. Mirov heqîqetê bi tenê nikare bi rêbazeke zanistî û îdeolojîk bide xuyakirin; mirov bide xuyakirin jî wê kêm bimîne. Şêweyekî bi vî rengî yê daxuyakirinê divê weke fikirsabitbûneke modernîteyê bê fêhmkirin. Ez ê di beşên pêş de bêhtir bidim xuyakirin ku modernîte kesayetê dike yekalî mîna ekonomîst, siyasetvan, îdeolog, akademîsyen, esker, karker, zanyar, rewşenbîr û wekî van, lewma mirov heta ji vê nêzîkatiye nebihure, nikare li dijî modernîteya kapîtalîst bibe xwediyê têkoşîneke yekpare û hevgirtî ango nikare bi awayekî serketî têbikoşe. Rêxistin, kesayet û gavavêtinên şoreşger heta xwe bi tevahî bi gurçûpêç nekin, bi çanda dîrokî-civakî û bi rewşa niha ya temsîla van çandan dikin têkiliyê daneynin û bi van rewşan xwe gurçûpêç nekin, bivênevê wê bikevin xefika jiyana lîberalîzmê. Modernîteya kapîtalîst bi sîlehên teorîk û îdeolojîk ên jiyana lîberal dihewînin hevber û hevrikê xwe dixînin. Wer tê bawerkirin ku ferd lîberal an jî jiyana lîberal, jiyaneke gelekî xwezayî û azad e. Lê ya rastî jiyanên bi vî rengî ji jiyana dînên herî hişk bêhtir xwedî jiyaneke dogmatîk û yekalî ne. Eger PKK bi heman awayî weke mînakên sosyalîzma pêkhatî ber bi bayê neketibe û bi temamî tesfiye nebûbe, nikarîbûne wê tesfiye bikin, sedema vê ya bingehîn ew e, bi heqîqeta civakî re bûye yek, pêve girêdayî maye û karîbûye bi gavavêtinên teorîk û pratîk ên di naveroka wan de nûjenxwazî heye bigihîne hev û bike yek. Di encamê de gavavêtin û meşa bi vî rengî li dijî hêmanên modernîteya kapîtalîst xwedî alternatîf in, û rê li ber pêşketina hêmanên modernîteya demokratîk vekirin. Mirov eger gavavêtinên şoreşgerî bi tenê daxe asta hêzeke fizîkî yan jî aliyekî taybet û beşekî, wê ev yek zû-dereng ji aliyê yekparetî û tevahîtiya jiyanê ve li dawiyê bê hiştin. Hêmanên şaristaniya paşverû û modernîteya kapîtalîst xwediyê hêza zêde ne. Tevî ku di warê hêzê de bêtewazuniyeke mezin heye jî têkoşîna bîrewerî û giyanê azad weke rehên xwe di nava tahtan de berdin pişkivîne, kulîlk vedane û ber girtine.”
JI PIRTÛKA “PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK” HATIYE WERGIRTIN
https://www.nuceciwan29.com/ku/2019/09/26/nirxandin-bi-awayeki-rast-nisandana-sere-birbirine-u-ruhe-demeke-1/