STENBOL – Endamên MYK a rêxistina Hêzên Ciwanan ên Şoreşger (Dev-Güç) Hamze Taşçi û Huseyîn Yildirim, der barê bloka faşîst a Akp-Mhp ku dixwaze polîtîkayên zextê li ser ciwanan bimeşine û der barê rola ciwanan li dijî van polîtîkayên zextê û tayînkirina qeyûma ser Şaredariyên gel axivîn.
Endama MYK a Dev-Guç’ê Gamze Taşçi bibîr xist ku sîstema hevserokatî wek hencet ji bo tayînkirina Şaredariyên gel hatine nîşandan û ev tişt got: “Bi tayînkirina qeyûma hikumetê di daxuyaniyê xwe de sîstema Hevserokatî wek hencet nîşanda. Demek kin piştî vê Suleyman Soylu di daxuyaniya xwe de gotibû ‘Jin bi sîstema hevserokatî serî li hemberî dewletê radike’. Em di vir de vê dibinîn, ger jin di siyasetê de nûnêrtiyek wekhev wek zilaman bigre, wekhev rol bigre, kirde be, pêşeng be ji bo pergalê dibe xeteriyek mezin. Akp ji bo krîza ku bidestê xwe avakiriye derbas bike, herî zêde êrîşî jin û ciwanan dike. Êrîşî Gelê Kurd dikin, li ser vê projeyekê dimeşine ji bo hemû qezencên jinan tune bike. Jinan piştî pêvajoyên dirêj mafên wiha qezenc kiribû. Bi Hevserokatiyê nûnêrtiya mafe wekhev qezenc kiribû û di esasê xwe de dewleta zilamsalar bîrîndar bibû. Ji ber; Dema zilam gotinan dibêje tenê tiştê ku zilam di siyasetê dibine, yanî em di nava pergalek ku tenê mekanîzmayên zilam li dijî jinan êrîşan birêxistin dike jiyan dikin. Li vir berxwendanek jinê a herî biçûk jî, peyvek jinê a herî biçûk Akp’ê nerehet dike. Ji ber vê wek hencet sîstema hevserokatî nîşandan.”
Taşçi bal kişand ser qetlîamên li dijî jinê li Tirkiye û wiha axivî: “Me bi hevserokatî li dijî dewleta zilamsalar serî rakir, em ê di zemîn û beşên din jî bi gotinên jinê li dijî vê dewleta zilamsalar serî hildin. Ji ber ku; Kuştinên jinan di astek jor de zêde buye, ev jî nişan dide ku zilaman êdî li dijî jinê komkujiyan daye destpê kirin. Em di pêvajoyek ku mekanîzma darizandinê a dewletê û medyaya wê vê yekê normalîze û rewa dike derbas dibin. Li vir pêwîste jin bi mekanîzmeyek rêxistinkirî li dijî vê bisekînin. Ev jî destpêkê bi parastina sîstema hevserokatî pêk tê.”
Taşçi ku giringiya têkoşîna li dijî polîtîkayên Akp’ê yê qeyûma anî ser ziman wiha domand: “Desthilatdariya Akp kedxwariya Gelê Kurd dike û wê kedxwariya tevahî gelên li Tirkiye jî bidomine. Em dibînin çawa qedera gelê Kurd û Tirk bihev re girêdayî ye. Heman demê de qedera Ciwanên Kurdistan û Tirkiye jî bihev re girêdayî ye. Ya em bihev re li dijî desthilatdariya Akp û kedxwariya wê têkoşîn bikin, yan jî em ê bi hevre di nava vê kexwariyê de bihelin. Di nava vê pergala kedxwar wê mafê me hertim binpêk bibe. Em jî wek DEV-GUÇ dibêjin em bihev re derkevin rê, Gelê Kurdistan Û Tirkiye, Ciwanên Kurdistan û Tirkiye têkoşînek hevpar pêşbixin û bihev re berbi înşaayê biçin. Ger em sîstemek û pergalek nû dixwazin ew dem pêwîste em li dijî polîtîkayên Akp’ê ên tayînkirina qeyûman têkoşînek hevpar derxin holê.”
Endamê MYK’ê yê Dev-Guç Huseyîn Yildirim daxuyakirin ku li dijî zextên faşîzane têkoşîna hevpar pêwîstiyeke û wiha got: “Ciwan pêwîste li dijî polîtîkayên zextkirinê yên Akp têkoşînek hevpar avaa bikin. Ya esasî ev e. Wateya vê ne tene hevparbûne an Jî tene ji bo çalakî bên kirin ne. Pêwîste berxwedanek sîstematik pêş bikeve. Armanca esasî jî navenda hevpar a ciwanan e.
Ya duyemin jî, kesên nûnertiya sîstemê dikin qadên me ê azad dişopînin. Îro li qampûsan, dibistanan, li liseyan û cihên dinê nûnerên sîstem û faşîzmê hindek tiştan ser me ferz dikin. Û vê dibêjin; Her gava ku di tekeve nava tevgerbûnekê em ê êrîşî te bikin. Hemû kes dikare vê cuda his bike. Di encamê de tê his kirin. Ger em destpêkê van xalana binin gelhev, ew dem em ê bibin ku êrîşek li dijî azadiyên me heye, ev jî pêwistiya avakirina xeta têkoşîna hevpar derdixine pêşberî me.”
Di dawiyê de Yildirim anî ser ziman ku ciwan pêwîste bi cesaret be û wiha axaftina xwe bidawî kir: “Ger em li dîrokê binerin, em ê watedayinek hevgirtî di wir de bibînin. Di 68’an aliyê ku dişibin vê hene. Em nikarin bêjin ciwan his nakin, mafekî me wusa tune. Dibe ku îro mirov di nava rehetiyekê de ne, lê niha beriya 50 salî lêgerinê ji bo derketinek- bêhnvedanek hate jiyan kirin. Ger em îro Deniz Gezmîş, Mahir Çayan û İbrahim Kaypakkaya bibîr tinin, ne ji ber ku ew wek rêber an jî di refên pêş dimeşiyan. Bi temamî ji ber ku ev kesana li dijî êrîşên sîstemê cesareta pêşengtiyê raber kirin û wusa derketin pêş. Ji ber ku wan yekser xeta têkoşînê diyar kirin. Û bi vî awayî ji bo îro jî perspektîfek derxistin holê. Îro jî pêwîstî bi vê heye. Mebesta min ji têkoşîna hevpar ev e. Bangawaziya min ji hemû rêxistinên ciwanan ev e; Em bi cesaret bin, têkoşînê ne sibe îro destpê bikin.”
NC/Aldar Diren