NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe ya fermî weşandiye ragihand ku di çalakiyeke taybet a yekîneyên wan de serçeteyekî DAIŞ‘ê hate kuştin.
Daxuyanî wiha ye:
“Yekîneyên Antî-Teror yên girêdayî hêzên me, Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo girtina emîrê rêxistina “DAIŞ a terorîst” yê bi navê Ebû Umer El-Sûrî çalakiyek bi bondor li gundê Riz ê girêdayî herêma Bisêra yê Dêrazorê pêk anî. Ebû Umer El-Sûrî berpirsê biçekkirin û veguhestina şaneyên veşartî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Di girtina di ser cihê wî de nekarî bireve, tevî gelek bangewaziyên radestkirinê Ebû Umer hewl da bi yekîneyên me re bikeve nav şer de û bombeyekê bavêje yekîneyê me. Di encama çalakiyê de Ebû Umer El-Sûrî hate kuştin.
Ebû Umer El-Sûrî berpirsê biçekirina şaneyên veşartî bû, ji civînekê vedigeriya û ji bo êrîşên nû li herêmê plan dikir.
Tê texmînkirin ku kuştina Ebû Umer El-Sûrî êrîşên terorîst li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê kêm bike.”