DIRBÊSIYÊ – Merasîm ji aliyê Meclîsa Malbatên ŞehÎdan a Dirbesiyê ve hate lidarxistin. Di merasîmê de Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Rustem Cudî ku 27’ê Îlona 2011’an li Xakurkê şehîd bûbû û 31 şervanên azadiyê ku di meha Tebax û Îlonê de şehîd bûbûn hatin bibîranîn.
Merasîma bîranînê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê hate lidarxistin. Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê, endamên sazî, rêxistinên sivîl û leşkerî, her wiha şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî merasîma bîranê bûn.
Li ser navê malbata şehîd Rustem Cûdî birayê wî Xelîl Osman wiha got: “Dema em şehîdên xwe oxir dikin, bêhtir bi xak û welatê xwe ve têne girêdan. Ji ber ku em dizanin ku wan şehîdan ji bo azadî û rûmetê canê xwe feda kiriye. Em soz didin ku em ê heta dawiyê şopdarên rêya wan bin.”
Merasîm bi dirûşmeyan bidawî bû.