STENBOL – Serlêdana birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ya bi rêya parêzeran ji bo roja Duşemê a ji bo biçin Îmraliyê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hate redkiri.
Serlêdana Birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û Xuşka Veysel Aktaş Melîhe Çetîn û keça wî Eylem Çetîn ên girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin bi rêya parêzeran kiribû jî hate redkirin.
Dozgeriyê hi hinceta ”sînordarinên derbarê cezaxwariyan” a di ”Qanûna Hejmara 5275 a Înfaza Derbarê Tevdîrên Ceza û Ewelehiyê” serlêdan qebûl nekir.
Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ji bo ‘sekreteryayê’ di 15’ê Adara 2015’an de çûbûn Îmraliyê. Hamîlî Yildirim jî di 15’ê Tebaxa 2015’an de biribûn Îmraliyê. Van girtiyan bi tenê di 5’ê Hezîranê û di 12’ê Tebaxa 2019’an de karibûne bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin.