NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Zarokên Agir der barê çalakiyên xwe di navbera 25’ê Tebaxê û 24’ê Îlonê de bîlançoyek eşkere kir. Hate diyarkirin ku di encama çalakiyan de 12 fabrîka, kargeh, depo û 6 otobûs, metrobûs, qamyon hatine îmha kirin û li 61 navendên cuda çalakiyên ji agir pêk hatine.
Di daxuyaniya xwe de Însiyatîfa Zarokên Agir bal kişand ser şerê taybet ê medyaya dewleta tirk a dagirker û got medyayê dewletê dixwaze wan wusa nîşan bide ku girêdayî PKK’ê ne, lê Însiyatîfa Zarokên Agir ne girêdayî tu partî, rêxistin an jî saziyekê ye. Însiyatîfê wiha domand: “Em wek Însiyatîfa Zarokên Agir li metropolên tirkiye têkoşîna gerîlayên PKK’ê bi maf û rewa dibînin û vê têkoşînê silav dikin. Lê li gorî sîstema kedxwar ya heyî, û em wek Însiyatîfek ku hemû paldankê civakê yê vê sîstemê ji xwe re dikin armanc, ev tarzê çalakiyan têrker nabînin. Tevgerandinên me serbixwe ye û Însiyatîfa me ne girêdayî tu partî, rêxistin an saziyekê ye. Em Însiyatîfek ku bi amûrên modern ên nayê astengkirin yên sedsala 21’emîn li dijî paldankên kedxwaran derdikevin, taybet jî li metropolên Tirkiye têkoşîna xwe dimeşînin.”
Tevahî daxuyaniya Însiyatîfa Zarokên Agir bi vî awayî ye:
“Însiyatîfa me dema bi çalakiyên ku li metropolên Tirkiye hatibûn lidar xistin xwe îlankiribû, ruxmê ku me di daxuyaniya xwe a destpêkê de dabû diyarkirin ku em ne girêdayî tu kesî ye, dîsa jî medyaya dewleta tirk a dagirker di çarçoveya şerê taybet wusa nîşanda ku em girêdayî PKK’ê ne. Medyaya tirk ku her roj dibêje wan PKK’ê xelaskiriye, lê di milê din jî Însiyatîfa me wusa daxuyakirin ku em girêdayî PKK’ê ne, yanî di vir de ew henekê xwe bixwe dikin.
Em vekirî vê didin xuyakirin. PKK tenê artêşa çekdarî a dewletê ji xwe re dike armanc. Wûnê tekevin rewşekê ku wûn ev tarzê û şeweyê çalakiyan ê hesas nêz dibin bi mûmê lê bigerin. Em wek Însiyatîfa Zarokên Agir li metropolên tirkiye têkoşîna gerîlayên PKK’ê bi maf û rewa dibînin û vê têkoşînê silav dikin. Lê li gorî sîstema kedxwar ya heyî, û em wek Însiyatîfek ku hemû paldankê civakê yê vê sîstemê ji xwe re dikin armanc, ev tarzê çalakiyan têrker nabînin. Tevgerandinên me serbixwe ye û Însiyatîfa me ne girêdayî tu partî, rêxistin an saziyekê ye. Em Însiyatîfek ku bi amûrên modern ên nayê astengkirin yên sedsala 21’emîn li dijî paldankên kedxwaran derdikevin, taybet jî li metropolên Tirkiye têkoşîna xwe dimeşînin.
Em wek Însiyatîfa Zarokên Agir di çarçoveya hamelya xwe a bêdem ya ‘çalakiyên ji agir’ hemû kesên ku kedxwawriya sîstemê xwedî dikin, dengê xwe dide, leşkera dişînin, derfetên aborî dide, dihêlin ku artêşa tirk Kurdistanê dagir bikin û jê re çepikan didin, qetlîama erê dikin, cihên dîrokî talan dikin û li dijî vê dengê xwe dernaxin, hemû sazî û pêkhateyên faşîst ji xwe re dikin armanca. Hemû kesên ku li dijî azadiya gelê Kurd derdikevin, bi çi awayî dibe bila bibe, em ê jiyana wan ji wna re bikin dojeh.
Dema Cizîr, Silopî, Sûr, Şirnex û Efrîn dihatin hilweşandin, daristanên Kurdistanê dihatin şewitandin kesên ku ketibûn reşwa sê meyûman, îro jî bi şewitandina daristanên Tirkiye xwe wek hevalbendên xwezayê didin nîşandan. Ev demokratên sexte û alçax, hindek qaşo rojnemevanên qeşmer bila bizanin ev propagandayên wan ên rêşkirinê ancax wan têr bike. Dema li Efrînê bedenên zarokan dihat parçekirin, li Cizîrê mirov bi saxî dişewitîn, mirovatiya we li ku bû? Dema daristanên li Tirkiye şewitîn nû mirovatî, xweza û zindîbûn hate bîra we? Qaşo wan ê li ser raya giştî zext bidan avakirin û me ji wan çalakiyan dûr bixistan û me şûnde bikşanda. Li şûna em xwe şûnde bikşînin, em ê hesab ji wan kesên bê vicdan û du rû ku ji bo Filîstinê digrî, lê ji bo qetlîamên li Kurdistan li çepikan didin bixwazin. Ev hêstirên çavan ê sexte ne û nîşaneya faşîzmê ye. Vê rastiyê baş bixin serê xwe, wûn çiqasî bişewitînin, wûn ê jî ewqas bişewitin. Ger çiyaên Kurdistanê bên bombekirin, daristanên wê bên şeiwtandin, gund û gundewarên wê bûne wek zindanê, ew dem Tirkiyeyê jî bişewite û wê rehet jiyan nekin.
[…]
Ev dijminê ku Şaredariyên gel ê bi dengê Gel hatiye hilbijartin tune dihesibine û qeyûman tayîn dike, ji kijan zimanê fêm bike, tevgerandina wê çawa be, em ê bi heman şeweyî bersiv bidin û hesab bixwazin. Dijmin bi Kurdistaniyan çi dide jiyankirin, em ê jî kat bi kat hesabê wê li Tirkiyeyê ji wan bixwazin. Em ji xweliya hevreyên xwe ên li bodrûmên Cizîrê hatin şewitandin wek însyatifekê avabûn. Perspektîfek me heye, ew jî Kurdistan Azad û Xweser e. Rewabûna çalakiyên me ji kiryarên dijmin ên li Kurdistanê tê. Wekî din tu bangawazî an jî gotinen partî, rêxistin û kesan ji bo me ne derbasdare û em li gorî gotinên kesî tevnagerin.
[…]
Me li dijî kiryarên çeteyên Erdogan û Soysuz ku li Efrînê zeytûnê gel didîzin û tinin Tirkiye difiroşin, darên zeytûnan dibirîn, li Edene Kozan, kolana Milas, Aydin Soke û Hatay Kirikhan li qadên zeytûnan çalakî lidar xistin. Qeyûmên dagirker wê ji Kurdistanê derkevin, yan jî Tirkiye tucarî di nava ewlehî û rehetiyê jiyan nake. Ger Îradeya gelê Kurd tune bêhesibandin, dayikên me li kolanan bên jopkirin, ew dem bila kes rehetiyê hêvî nekin. Li dijî vê me li bajarên cuda cuda otobûs, fabrîka, kargeh û otela da ber agir. Ev çalakiyan tenê hişyarî bû ku bila mirovên li Tirkiye ji amûrên veguhestina gelemperî û ji kargehan durbikevin. Ji ber bi qezencên wan kargeh, fabrîka, otel û otobûsan, bi vergiya ku didin dewletê bombe tên stendin û ev jî li dijî gelê Kurd tên bikaranîn. Ki nêzî wan cihan bibin, em xwe berpirsyar nabînin ji wendahiyên ku çêbibin.
Di vê çarçoveyê de:
1. Li Kurdistanê kî endamê zihniyeta faşîst a Akp-Mhp be û piştgirî bide wê, ew alîkarî û hewandina terorê dike. Bila herkes vê baş bizane û li gorî vê tevbigerin.
2. Bangawaziya me ji bo Ciwanên Kurd ku niha leşkertiya artêşa tirk yanî a dijmin dikin. Nebin askerê dijminê xwe. Îro çawa Efrîn hate hilweşandin û şewitandin, gelê wê bi zorê hatin koçberkirin, beriya 100 salî li Bakurê Kurdistanê jî qetlîamên wekî vê hatin kirin. Ji vî dijminî re eskertî kirin, tê wateya sîstema kedxwar li ser piyan hiştin. Eger wûn îlla biçin eskertiyê jî wek erkdar (görevli) biçin. Ew komutanên alçax li Kurdistanê bi hezaran sûçê şer kirine û tenê komek ji kujeran e. Li ser destê giştiyan xwîna Kurdan heye. Niha jî dema Tolhildanê ye. Wan kesana kuştin, cebilxanên wan şewitandin û teqandin, bi rêbazên zengin sîstema artêşê xistina nava krîz û kaosê û felçkirin erka me ye. Ev jî bangwazî û perspektîfa me ye, ji bo endamên însiyatîfa me ye ku niha di nava artêşê de eskertî dikin.
BÎLANÇOYA ÇALAKIYÊN ÎNSYATÎFA ZAROKÊN AGIR ÊN DI NAVBERA 25’Ê TEBAXÊ Û 24’Ê ÎLONÊ
* 25.08.2019: Çalakiya ji agir li İZMİR KİRAZ. Li Stenbol Avcılar yek Metrobûs hate şewitandin.
* 26.08.2019: Çalakiya ji agir li DENİZLİ BULDAN û MANİSA SOMA.
* 27.08.2019: Çalakiya ji agir li BALIKESİR EDREMİT û BURSA KETSEL.
* 28.08.2019: Çalakiya ji agir li İZMİR BUCA li fabrîkeya mobilya û li ANTALYA KUMLUCA VE AKSU, MUĞLA MİLAS û YATAĞAN pêk hatin.
* 29.08.2019: Çalakiya ji agir li ÇANAKALE ve MUĞLA MARMARİS.
* 30.08.2019: Li STENBOL SULTANGAZİ li dijî otobûsek taybet û Çalakiya ji agir li STENBOLÊ BEYKOZ û MUĞLA SEYDİKEMER hatin lidar xistin.
* 31.08.2019: Çalakiya ji agir li TEKİRDAĞ MALKARA û BOLU GÖYNÜK.
* 01.09.2019: Çalakiya ji agir li SİNOP, ADANA POZANTI, BALIKESİR AYVALIK û AFYONKARAHİSAR SADIKLI.
* 02.01.2019: Çalakiya ji agir li ANTALYA KAŞ û BALIKESİR ERDEK.
* 03.09.2019: Çalakiya ji agir li MUĞLA MARMARİS û TAŞHAN.
* 04.09.2019: Li TEKİRDAĞ ERGENE fabrîkeya nûkirinê, BODRUM fabrîkeyek mobilya, li İZMİR GAZİEMİR fabrîkeyek nan, li STENBOLÊ ÜMRANİYE otobûsek û Çalakiya ji agir li BURSA hatin lidar xistin.
* 05.09.2019: Li ANTALYA tankerek sotemenî a LPG, li STENBOLÊ SULTANGAZİ yek kargeh û li ANKARA qaymonek hatin şewitandin.
* 06.09.2019: Li BURSA KESTEL yek fabrîkeya tekstil û li STENBOLÊ ATAŞEHİR Restoran û kafeyek ser sê katan û li ADANA KOZAN çalakiya ji agir hatin lidar xistin.
* 07.09.2019: Çalakiya ji agir li BURSA OSMANGAZİ, STENBOLÊ ARNAVUTKÖY û İZMİR URLA.
* 08.09.2019: Çalakiya ji agir li ANTALYA KUMLUCA û BURSA ULUDAĞ.
* 09.09.2019: Hemwext Çalakiya ji agir li ÇANAKALE GELİBOLU, MUĞLA MENTEŞE, İZMİR MENEMEN û BALIKESİR KEPSUT pêk hatin.
* 10.09.2019: Çalakiya ji agir li MERSİN, AFYON BOLVADİN û BALIKESİR AYVALIK.
* 11.09.2019: Çalakiya ji agir li MUĞLA DALAMAN.
* 12.09.2019: Çalakiya ji agir li ANTALYA MANAVGAT.
* 13.09.2019: Li ser riya İZMİR-AYDIN otobûsek rêwiyan, li BOLU KIBRISCIK û MUĞLA ORTACA Çalakiya ji agir pêk hatin.
* 14.09.2019: Çalakiya ji agir li STENBOL SULTANGAZİ, ANTALYA, BALIKESİR KEPSUT, İZMİR MENEMEN û URLA.
* 15.09.2019: Çalakiya ji agir li DENİZLİ BULDAN û KÜTAHYA SİMAV.
* 16.09.2019: Çalakiya ji agir li BODRUM TURGUTREİS.
* 17.09.2019: Li ANTALYA SERİK depoyek vegrandinê û li BURSA ORHANELİ çalakiya ji agir.
* 18.09 2019: Çalakiya ji agir li STENBOL BEYKOZ , BOLU û HATAH Navend.
* 19.09.2109: Li STENBOL KÜÇÜKÇEKMECE li dijî avahiyên Navenda Lêkolînên Nukleer, li MANİSA ALAŞEHİR li dijî depokirina plastîka û li STENBOLÊ KARTAL çalakiya ji agir pêk hatin.
* 20.09.2019: Çalakiya ji agir li MUĞLA ORTACA.
* 22.09.2019: Çalakiya ji agir li ADANA KOZAN.
* 23.09.2019: Çalakiya ji agir li İZMİR KARDİÇALI Hanı, STENBOL BAŞAKŞEHİR li dijî fabrîkeya maddeyên plastîk, MUĞLA ORTACA, ANTALYA KEMER.
* 24.09.2019: Çalakiya ji agir li ADANA FEKE û MERSİN ANAMUR.
BÎLANÇOYA GIŞTÎ A ÇALAKIYAN
* Çalakiya ji agir li 61 navedan pêk hat.
* 12 fabrîka-kargeh, depo, navendên kargehan bi teamî şewitîn.
* 6 otobûs, metrobûs, tanker, qaymun bi temamî şewitîn. “