WAN – Berxwedana li dijî qeyûman û Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman di roja 41’emîn de didome. Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik axivî û diyar kir ku dê AKP biçe ser sergoyê dîrokê.
Li Wanê Berxwedana li dijî qeyûman û Nobeta Demokrasiyê di roja 41’emîn de bi beşdariya parlamenterên HDP’ê, li ber Avahiya HDP’ê ya Rêya Armûşê hat lidarxistin. Di nobeta îro de Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik axivî û gotinên tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP’ê yên beriya hilbijartinan bi bîr xist û got ku tiştekî ku AKP bide gel nemaye û ji ber vê yekê qeyûm tayîn kiriye.
‘WÊ AKP JÎ BIÇE SER SERGOYÊ DÎROKÊ’
Işik destnîşan kir ku 2 sal in bajarên kurdan bi qeyûman têne birevebirin û ev tişt anî ziman: “Gel kurd û derdorên demokrat ên Tirkiyeyê bi tu awayî tayînkirina qeyûman qebûl nakin. Lewre ev rewş darbeya li dijî vîna gel e. Di salên dawîn de walî weke xebatkarên partiya siyasî tevdigerin. Divê hemû derdor bertek nîşanî tayînkirina qeyûman bidin. Wê AKP’ê jî weke zihniyetên sal in 1990’î biçe ser sergoyê dîrokê.”
Nobet, bi gotina helbest û stranan û berzkirina dûrişmeyan bi dawî bû.