NAVENDA NÛÇEYAN
Koçberî, azara ku xwe di nava damarên mirovan de bicih dike, ewrên wê jî pir êşan di nav xwe de dipeçîne ye.
Dema em dispêrin dîrokê, koçberî bi xeteke pir bi hov, keder, xemgînî, wehşiyet û bêrihm hatî hunandin. Dîrokek wehşî mirov jiyan kiriye û di nav de maye.
Di meyzekirina koçberiyê di dîrokê de, her wiha pê re jî jiyankirin, mirov dikare koçberiyê baş fêm bike û siyaseta wê nas bike. Siyaseta koçberiyê di bingeh de qirkirin û dûrxistina gelê ku hedef tê girtine, lê ama ne tenê di vê çerçoveyê de dimîne, armancên koçberiyê gelek in. Weke topekê xwe li nav jiyana wî gelî de digerîne û hemû tiştan dipelçiqîne. Ax, hebûn, qirkirina çand, zarok, ciwan, jin hwd armanc digire.
Gelê Kurd jî yek ji wan gelên ku di dîrokek tijî êş û keder re rû bi rû maye. Koçberî weke hevalekî dost pê re mezin kirine, lewra di qirkirina, komkûjî û tunekirinê re derbas bûye. Dewleta Osmanî yek ji hovîtir dijminê gelê Kurd ê ku ew bi gelek komkûjî û wêrankirinê re hêştiye. Her wiha ne tenê gelê Kurd bûne parê vê hişmendiyê û bi hovîtiya Osmaniyan re mane, lê belê bi dehan gelên din jî ji şerbeta hovîtî û serweriya Osmaniyan vexwarine.
Rojava, bihûşta biçûk li ser erdê ye. Xwedî doz û pakrewanên pîroz e. Gelê wê jî weke Kurdên çar perçeyên Kurdistanê, rojane bi asîmîlasyona rêjîm û sîstema dewletên serdest re rû bi rû maye. Lê bi vejîna şoreşa 19`ê tîrmehê re xwe ji xetmandina ku pê re rêjîma Baes dihêşt, ji nû ve xwe vejand û geş kir. Rêxistina xwe di her aliyekî de ava kir, her wiha jina Kurd bi şoreşa 19`ê tîrmehê re xwe dîsa zindî kir û herikî nava qadên civakê û bi vîna xwe, xwe kir mînaka jintiyê li seranserî cîhanê. Bi taybet di aliyê leşgerî de, karî zincîrên jintiya qeydkirî biqetîne û hêza xwe li hember zihniyeta serwer a li ser jinan feriz bûye re îsbat bike. Mînaka wê jî, YPJ`ê hêza jina Kurd kir pişkivandina jiyanek nû ji hemû jinan re û hêza jinê ji hemû jiyanê re îsbat kir. Her wiha di aliyê Perwerde, Çand, Huner, Siyaset, Aborî û hemû qadên din de jî, bû xwedî Vîn û Têkoşîn.
Jina Rojava di asta rêxisitnkirina xwe de ne tenê herikî nava qadên jiyanê, lê li hember desthilatdariya ku bi hezaran sala li ser her şaneye jinê hatibû meşandin berxwe da. Hişmendiya ku civak jin pê digire dest şikand û êdî aîdbûna xwe vegerand. Xwe ji terz û qaliban avakir ji jintiya bindest re rizgar kir û vejîna jintiyek têkoşer pişkivand.
Jin, di dîrokê de diyardeya herî zêde li ser tê axaftin, nivîsandin û nîqaşkirin e. Dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa Efrînê jî di bingeha xwe de dagirkirina jinê ye. Di şexsê jina birêxistinkirî, afrîner, berxwedêr û şerker de ye.
Koçberî weke qederek ji jina Kurd re ferz bûye, her tim di zor û zehmetiyên jiyana koçberiyê re rû bi rû maye. Jina Efrînî jî, bû ji para wê ku jiyanek bi koçberiyê re jiyan bike û bikeve qefesa koçberiyê û pê re perçe perçe bibe. Di rewşa koçberiyê de jin, derdikeve dervayî welat, tê kirîn û firotan, bi fihûştê re dimîne, tê tecawiz kirin û bi her awayekî dibe qurbana vê dagirkeriyê û di nav koçberiyê de dimîne. Her wiha zewcandina jinê di temenê biçûk de yek ji mijarên sereke ye di rewşa koçberiyê de.
Ev yek jî, îro jina Efrînî bi xeteriyeke pir mezin jiyan dike. Piştî ku gelê Efrînê koçî herêma Şehbe û deverên din bû ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker, jinên di temenê 13 û heya 18 de di fersenda vê koçberiyê de tên zewcandin.
Ev jî, yek ji xalên koçberiyê ne, her wiha gelek bandorên vê xalê ku koçberî di nav xwe de dihewîne hene:
- Ji bo rewşa ne ewle a ku gel di koçberiyê de pê re dimîne.
- Ji ber civak di rewşek kaos de dimîne û destavêtin pir dibe, ji bo strandina namosê ya ku civak û malbet dike zincîr û wê pê qeyd dike.
- Jin her tim weke sulayek ji bo kirîn û firotanê nîşan dane, ev yek jî dibe hêmana sereke û jin di bin navê strandinê bi kêm pereyan tê firotan, an jî bi kirîna çend cil û bergan û hin pêdiviyên sereke wê weke lîstokek biçûk dixemlînin û pêşkêşî zilam dikin.
- Di derûniyek pir tevilhev re derbas dibe, ji ber di xeyalên xwe yê zewaciyê de gelek xeyalan digire, lê dema li ser heqîqetê vê yekê nabîne, dikeve derûniyeke pir xerab. Bandorê li ser derûniya wê, liv û tevger, dan û standin û jiyana wê bi tevahî dike.
Nexasim, rojane jina Efrinî di têkoşîna hişmendiya desthilatdar a ku li ser tê meşandin de ye. Koçberiya ku jina Efrînî îro jiyan dike, her wiha ya ku jin di tevahî jiyanê de pê re dimînin, rojane di têkoşîn û berxwedaniyê de ye. Ji ber ku jina birêxistinkirî zûbizû di serweriya faşîstan re nahêle, ev jî îro jina Efrînî di îsrara xwe de berxwedanê nîşan dide. Ji lewra azadiya Efrînê bi azadiya jinê re misoger dibe. Ev jî rojane li Şehba tê jiyan kirin.
NC / NUDA ELEFTIRYA