STENBOL – HDP’ê li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên xwe Nobeta Demokrasiyê daye destpêkirin. 5 welatiyên beşdarî çalakiyê bûn ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin piştî îfade dan emniyetê hatin derxistin Dadgeha Esenyurtê. 5 kesan piştî îfade dan dozgeriyê hatin berdan.