AMED – Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 555’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kûjer bên darizandin” li ber avahiya ÎHD’ê lidar xistin.
Rêveberên ÎHD’ê û xizmên windayan û Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê ji wezîfeyê hat dûrxistin beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.
Rêveberê ÎHD’ê Adnan Orhan di çalakiyê de ewilî axivî û got: “Dengê van dayikan dengê edalet û heqîqetê ye. Heta niha ji bo dîtina kujeran darazê gavek erênî neavêtiye. Li şûna cezakirina kujeran wan xelat dikin. Hûn neçarin hesabê windayên me bidin.”
Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli jî got: “Lazime êdî dayik bigîhîjin hestiyên zarokên xwe. Ji bo edalet derkeve holê pêwîste edalet were tesîskirin. Edalet pêk were dê çîrok ji nûve were nivîsandin.”
Rêveberê ÎHD’ê Hasan Yalçin jî qetilkirina Ceylan Onkol a di 28’ê Îlona 2009’an de li mezraya Xanbaz a Licê ya bi gula hawanê hat qetilkirin bibîr xist. Yalçin da zanîn ku dosyeya Ceylan Onkol jî wek dosyeyên kiryar nediyar bêcezakirin ma û ew ê heta dawiyê têkoşîna hiqûqê birêve bibin.
Yalçin çîroka windakirina Mehmet Yanen û Hasan Kanat ên di 17’ê tîrmeha 1994’an de li gundê Seyar ê girêdayî navçeya Hênê ya Amedê hatin binçavkirin û windakirin xwend.
Piştî 5 deqîqe rûniştinê çalakî bi dawî bû.