RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Bêguman qutbûna ji demên berê nedihat maneya nasnameyeke cuda, lê ne kopiyeke demên berê jî bû. Pêşketina çêdibû ne ji aliyê hejmar û çendayetiyê bû, pêşketina naverokê bû ango di warê kalîteyê de bi pêş diket. Ne bi tenê di warê nasnameya PKK’ê de pêşketin hebû, di civaka Kurd a xwenûkirî de jî veguherîneke naverokê ya bi kalîte pêk hat. Ango mirov niha dikare nasnameya PKK’ê ya hebûna xwe ya dema gihiştin û stewînê vebirrî û îspat kirî bi awayekî berbiçav bide naskirin û pêkan e ku xwe bigihîne hinek encamên gerdûnî.
a- Serê pêşî bi giştî partî, nexasim jî PKK partiya dewletdariya netewe ya berê ya sosyalîzma pêkhatî nîne. Bi tevahî partiyên sosyalîst weke prensîb divê bi armanca dewlet avakirinê neyên damezrandin. Sosyalîzm nabe ku bi amûra dewletê ya modern bê avakirin. Amûra em jêre dewlet dibêjin bi xwezaya sosyalîzmê re li hev nake. Dewleta netewe ya modernîteya kapîtalîst, stûna sereke ya pîvana kara herî zêde ya kapîtalîzmê ye. Sîstema karê ya kapîtalîzmê bêyî dewleta netewe pêk nayê. Her sîstema dewleta netewe têde hebe, bi pêkanîna kara kapîtalîst ve girêdayî ye. Rewş li cem sosyalîzma pêkhatî jî cuda nîne, heta hebûna kapîtalîzma burokratîk bêhtir hewcedarî dewleta netewe ye. Sosyalîzma pêkhatî nikarîbû bibe sosyalîzm û di vê de avahiya dewletdariya netewe bi roleke diyarker rabûye. Ji partiyê ber bi dewletê, ji dewletê ber bi partiyê her gava bê avêtin wê bi înkara sosyalîzma demokratîk bi encam bibe. Di teoriyê de ji bo xwe gihandina civaka kominîst a weke civaka bê dewlet tê tesewirkirin, li gorî sosyalîzmê û şêweyê wê divê di ti qonaxê de û bi ti sedemê amûra dewletê neyê bikaranîn û ji bo xwe gihandina civaka kominîst divê mirov serî li amûra dewletê nede. Sosyalîzm kengî bi hemû aliyan demokrasiyê pêk bîne wê pêk bê; ew demokrasiya lîberalîzm wê bi awayekî durû bi kar tîne û bi rastî bi naveroka wê re li hev nake. Mirov nikare bêyî demokrasiyê li sosyalîzmê bifikire û li derveyî demokrasiyê jî bi riyeke din ti carî ava nabe. Bi tenê bi jiyaneke demokratîk a tevlîbûna wê herî berfireh mirov dikare sosyalîzmê ava bike.
Ji lewra xisleta yekemîn a partiyên sosyalîst divê ew be ku xwe weke protîpeke demokrasiyê ava bikin. Partiyeke nikaribe xwe demokratîze bike ew nikare civakê demokratîk bike. Demokrasî bêotorîtetî nîne. Otorîteya demokratîk ji otorîteya dewletê cuda, dikare xwe di şert û mercên civaka siyasî de pêk bîne. Dewlet civaka siyasî li derve dihêle û xwe pêk tîne, lê ji bo pêkhatina demokrasiyê hebûna civaka siyasî ferz e. Civaka siyasî jî ew civak e ku azadiya xwe pêk aniye. Diyardeya siyasetê maneya xwe ew e, civak di mijara berjewendiyên xwe yên heyatî de gihiştiye wê hêzê ku difikire, biryarê dide û dikeve nava çalakiyê. Civakên siyasî nebûne, nikarin çarenûsa xwe diyar bikin û di heman demê de nikarin xwe demokratîk bikin. Di navbera diyardeyên siyaset, azadî û demokrasiyê de têkiliyeke ji hev nabe heye. Yek bê yên din nabe. Lewma partiyên siyasî bi tenê weke protîpeke civaka siyasî ya azad û demokratîk karin bibin xwedî nasname. Ji lewra bi giştî modelên desthilatdariyê, bi taybetî jî desthilatdariya dewletê nikarin ji xwe re mînak bigirin. Desthilatdarî û dewlet, herçiqasî weke hebûn diyardeyên cuda bin jî bi awayekî bingehîn yekdestdariyên hêz û mêtingeriyê ne. Tevî ku hêmanên karûbarê civakê bi rê ve dibin hildigirin jî ev hêman bi rola talî radibin. Ji bo rewakirina yekdestdariyên hêz û mêtingeriyê yên bi rola diyarker radibin têne bikaranîn. Ev sedem hemû îspat dikin û têra xwe rave dikin ka divê çima partiyeke sosyalîst bi armancên desthilatdarî û dewletdariyê neyê avakirin. Dîsa têra xwe îspat dikin ka divê çima bi tenê bi awayê demokratîk bên damezrandin û sazkirin.
b- Partiyên sosyalîst tevî ku saziyên modern in, ji aliyê dîrokî ve xwedî erk û berpirsiyarî ne ku li beramberî modernîteya kapîtalîst modernîteya alternatîf çêkin û biberidînin. Modernîte têgîneke bêalî û notr nîne; têgînek e ku bingehê wê yê çînî, siyasî û îdeolojîk heye. Modernîteya serdest, tevî ku xwedî karektera kapîtalîst e jî modernîteyên bi tîpên din jî hene. Modernîteya demokratîk di serê van tîpan de tê. Modernîte di nava xwe de demên civakî yên veguherînên bi kok û cuda îfade dikin. Avahiya îdeolojîk, siyasî, ekonomîk, teknîk û zanistî ya serdema her modernîteyê xweserî xwe ne. Serdema destpêkê, navîn û nêz, her yek ji wan li gorî xwe modernîteyekê temsîl dikin. Wekî din her modernîte li gorî xwe şêweyên xwe yên serdest ên çînî, teknîkî, îdeolojîk, siyasî û ekonomîk hene. Her yek ji wan li gorî van şêweyên serdest karekterîze dibe. Di serdema me de ji destpêkê ve li ser şert û mercên jiyana me ya modern mohra şêwazê daneheva kapîtalîst heye, lê tevî vê yekê mirov nikare vê serdemê bi her tiştî bike malê kapîtalîzmê. Eger sosyalîzma pêkhatî bi kapîtalîzmê bi encam nebûya, pêkan bû wê jî mohra xwe li modernîteyê bidaya. Jixwe demeke dirêj jî wisa hat fêhmkirin. Partiyên sosyalîst heta ji hêmanên sereke yên modernîteya kapîtalîst (şêwazê daneheva kapîtalîst, dewleta netewe û îndustriyalîzmê) nebihurin û li dijî wan tênekoşin nikarin mohra xwe li modernîteyê bidin. Sosyalîzma pêkhatî li dijî hêmanên modernîteya kapîtalîst tênekoşiya, berevajî ji ber ku bi qilifdûritina ji van hêmanan re mijûl bûbû bi kapîtalîzmê bi encam bû. Eger partiyên sosyalîst bi tenê hêmanên xwe yên modernîteyê (neteweya demokratîk, îndustriya ekolojîk û ekonomiya bazarê ya sosyalîst) bi pêş bixin karin ji modernîteya kapîtalîst bibihurin û karin modernîteya xwe bi rola sereke rakin.
PKK nikare qîma xwe bi tenê bi bihurîna ji dewletdariya netewe bîne; di heman demê de bi xweavakirina weke prototîpa hêmanên modernîteya demokratîk dikare bi rola pêşengiyê rabe. Di dema nasnameya nû ya PKK’ê de yek ji erkên wê yên sereke ew e, civaka Kurd weke neteweya demokratîk ava bike. Ji bo di vê erka xwe de bi ser bikeve, beriya her tiştî divê karibe xwe bike alternatîfa hêmanên sîstema modernîteya kapîtalîst. Di navbera xwebûn û bûyîna prototîpa modernîteya demokratîk de cudahiyeke girîng heye. Eger nebe prototîpa modernîteya demokratîk, zor e ku civakbûna xwe û serekbûna xwe bi dest bixe. Jixwe partî ji bo vê zoriyê ji holê rakin hene; kengî bibin kakilekî pêşeng dikarin vê zoriyê li paş bihêlin. Di navbera hêmanên modernîteyê de, di warê îdeolojîk, polîtîk û ekonomîk de, di her qadê de têkoşîneke zêde heye. Encama têkoşîna di navbera wan de wê diyar bike ka kîjan modernîte wê bi rola sereke rabe. Partî hêzên pêşeng ên vê têkoşînê ne. Ji ber ku di Marksîzmê de têkoşîn daxistin qada ekonomiyê bi tenê, encam negirtin. Marksîzmê yeqîn dikir ku modernîteyê û heta bi tevahî hêmanên din ên modernîteya kapîtalîzmê weke hene pêk bîne wê karibe xwe bigihîne kominîzmê. Lê têkoşîna modernîteyê ya tevî hêmanên kapîtalîzmê hemûyan encam diyar kirin. Ji ber vê sedema bingehîn hewcedarî bi modernîteya demokratîk heye. Eger têkoşîn di çarçoveya pêşdebirina alternatîfê de neyê meşandin, ne pêkan e ku têkoşîna li dijî kapîtalîzmê û tevahiya hêmanên wê serketî bibe. Divê mirov bi tenê qîma xwe bi analîza kapîtalîzmê neyîne, şertê pêşî ew e, divê mirov teoriya modernîteya demokratîk û di vê teoriyê de hêmanên alternatîf ên modernîteyê zelal bike û têbikoşe. Lewma partiyên sosyalîst bi awayekî bingehîn xwe bi teoriya modernîteya demokratîk zelal dikin û li dijî kapîtalîzmê têdikoşin. Bi tenê qîma xwe bi têkoşîna teorîk nayînin, tevî vê, amûrên pratîkbûnê jî pêşde dibin ango neteweya demokratîk pêk tînin, teknîkên îndustriyel ekolojîk pêşde dibin û diyardeya bazara sosyalîst pêk tînin. Kengî ev pêk anîn dikare li dijî hêmanên modernîteya kapîtalîst serketî be.
Di nasnameya nûkirî ya PKK’ê de weke berê hûrik û perçikên agahiyan der barê mêtingeriya kapîtalîst de tinene, pêşbîniyeke têkûz a xwe disipêre bi tevahî analîzkirina modernîteya kapîtalîst û paradîgmaya wê ya nû ku xwe disipêre teoriya wê bi xwe ya modernîteya demokratîk, heye. Qîma xwe nayîne ku modernîteya kapîtalîst bi tenê tevî hemû hêmanên wê ji hev derxe; weke alternatîfa wê modernîteya demokratîk weke hêzeke pêşeng derdikeve holê, ev hêza pêşeng xwedî wê erk û berpirsiyariyê ye ku tevî kokên xwe yên dîrokî bibe xwediyê wan hêmanên der barê îro de û bername, stratejî û taktîkên van hêmanan bi ser bixin çêke..
c- Herçiqasî gotina hêza pêşeng modelên partiyên klasîk bi bîra mirov bixe jî ji aliyê cewherî û naverokê ve cudahiyên xwe hene. Hêza nû ya pêşeng prototîpa civaka demokratîk e. Modela pêş a civaka neteweya demokratîk pêk tîne. Herçiqasî weke berê yekparebûna bername, stratejî û taktîkê îfade bike jî di warê naveroka van têgînan de veguherîneke girîng heye. Stratejiya wê hêmanên modernîteya demokratîk dike bingehê xwe. Bername, ji aliyê pîvanan ve diyar dike ka wê heman hêman çawa bêne avakirin. Taktîk jî nîşan dide ku pîvanên programatîk wê li ser xeta stratejîk bi kîjan hêz, amûr û şêweyên têkoşînê bêne bicihanîn. Bername li gorî paradîgma modernîteya demokratîk hedefên polîtîk, ekonomîk, civakî, çandî, yên xweparastinê û yên dîplomatîk diyar dike, stratejî jî ji bo demên pêş diyar dike ka ev hedef wê li ser kîjan bingeh û hêzên taktîkî bêne pêkanîn. Ekonomiya civakan a li dora neteweya demokratîk, îndustriya ekolojîk û bazara sosyalîst ji hêmanên stratejîk ên sereke ne. Hêmanên taktîk ên bingehîn jî wê hedefên bingehîn û hêmanên stratejîk bi cih bînin û ji bo avakirina wan bi awayekî berbiçav şêweyên rêxistin û têkoşînê yên pêdivî bi wan heye, diyar dike.
Dema ku behs bibe têkoşîn û rêxistin, pirsa kadro derdikeve pêş. Di civakên modern de girîngiya pêşeng û kadroyan kêm nabe. Berevajî, bi sedema ku civak tevlîhevtir û aloztir dibin rola wan bêhtir girîng dibe. Li vir a girîng ew e, ka dîsa kîjan perspektîfê dikin bingehê xwe. Eger kadro û pêşengiyên partiyê ji dinya modernîteya kapîtalîst nebihurin, çi zû çi dereng wê veguherin hêmanên desthilatdarî û mêtingeriyê. Eger di hêmanên modernîteya demokratîk de israr bikin, wê kadro û pêşeng li gorî wê dirûvê xwe bigirin. Eger li şûna perspektîfa desthilatdarî û dewletê, ji perspektîfên otorîteya demokratîk, civaka exlaqî û polîtîk danegerin, li gorî nasnameya nû ya partiyê pêşeng û kadroyên demokratîk wê bigihîjin.
Di dema nû de erka bingehîn a PKK’ê ji ya berê cuda ye. PKK’ê di dema komê de bi bandora îdeolojîk şer û çalakî dikir bingehê xwe û rê li ber tesîra polîtîk vedikir. Divê tevî vê di dema nû de bi nasnameya Kurd a hatiye bidestxistin û bi xwesteka ji bo jiyana azad neteweya demokratîk ava bike. Herdu qonaxên pêşî ji bo avakirina neteweya demokratîk gelek nirx bi ser hev de anîn. Lê avakirina neteweya demokratîk hê jî weke wezîfeyekê li pêşiya wê ye. Lewma di dema nû de yekparebûna bername, stratejî û taktîkê bi vê avakirinê berpirsiyar in. Em ê di babeta KCK’ê de rahêjin hûrguliyên vê mijarê û ji hev derxin. Di vir de têkiliya PKK û KCK’ê girîng dibe. Hêza PKK’ê ya îdeolojîk, polîtîk û rêxistinî di çarçoveya KCK’ê de divê ji bo bicihanîna wezîfeyên hewce têrê bike.
d- Çawa ku wê ji van tiştên me gotî hemûyan bê fêhmkirin, kapasîteya îdeolojîk a PKK’ê bi rexnekirina sîstema sosyalîzma zanistî û sosyalîzma pêkhatî bi hêz bûye. Li şûna nêzîkatiya dogmatîk dikare nêzîkatiyeke dijwar a lêpirsînê nîşan bide. Di fikirkirina diyalektîk û ketina nava çalakiyê de pêşketin heye. Di nirxandina rewşa berbiçav û pêkanîna veguherînên hewceyî de li gorî berê bêhtir xwedî naverok e, û hêzê dide jiyana azad. Mesafeya di navbera îdeolojî û sosyolojiyê de kin bûye. Cudahiya di navbera sosyolojî û sosyalîzma zanistî de jî kêm bûye. Danûstendina di navbera fikra îdeolojîk, sosyolojîk û sosyalîzma zanistî de yekparebûnek çêbûye û her ku diçe ber bi zanisteke civakî ya hevgirtî ve diberide. Di vê babetê de PKK di serê wan partiyên bi îdeal de tê. Hêza bingehîn a partiyeke sosyalîst bi rêjeya lihevbûna wê ya bi zanista civakî re tê pîvan. Hêza wê ya diyarker ji girêdana wê ya bi zanista civakî ye. Di kapasîteya wê ya îdeolojîk û sosyolojîk de payeya zanistî çiqasî bi pêş bikeve, di rola pêşengiyê de jî wê ewqasî bi pêş bikeve.
Asta polîtîk a PKK’ê li gorî berê di dema nû de têra xwe bi pêş ketiye. Ji ber ku kapasîteya polîtîk bêhtir bi ezmûn û tecrûbeyê tê bidestxistin, PKK di vî warî de li dinyayê yek ji partiyên sereke ye. Tevî ku modernîteya kapîtalîst di asta hegemonîk de dor lê girtiye û lê şidandiye jî tesfiye nabe û ev yek tecrûbeya polîtîk dide wê ango wê bi hêz dike. Polîtîkbûna civaka Kurd û polîtîkbûna PKK’ê di zikhev de û bi awayekî hevdu bi hêz bikin pêk hatiye. Gelê Kurd di dîroka xwe de di dema xwe ya herî bi hêz a polîtîk de ye û mirov vê rastiyê ji bo PKK’ê jî bîne ziman di cih de ye. Li cem PKK’ê polîtîka hundir û derve di zikhev de pêk tên. Asta polîtîka pêk tê hem têkiliya wê bi dîrokê re hem jî têkiliya wê bi rastiya rojane û gerdûnî re hatiye danîn. Herweha têkiliya di navbera exlaq û polîtîkayê de jî xurt û têkûz hatiye danîn. Di dizikhevdebûna civaka exlaqî û polîtîk de bingeh tê qebûlkirin. Di bingehê polîtîka PKK’ê de bi qasî hebûna îdeolojîk û sosyolojîk ango bi qasî hebûna hêmanên zanistî, hêmanên exlaqî û etîk jî hene. Têkiliya bi poetîkayê re jî ango têkiliya bi hunerê re jî paşguh nake û girîngiyê pê dide. Bi vî awayî, polîtîkayê bi tenê bi îdeolojî û exlaqê bi gewde nake, bi awayekî hunerî jî wê heyî û manedar dike. Bi vê, hewl dide xwe ji polîtîkayeke hişk û pûç bigihîne diyardeyeke polîtîkayê ya dewlemend û heqîqeta wê.
Tevî ku di PKK’ê de ji aliyê hejmara kadroyan ve ti tengasî çênabe jî di tevahiya deman de pirsgirêka bingehîn ji ber kolektîfnebûnê derketiye holê. Ne ferd bi rola xwe radibin, ne jî hêza kolektîvîzmê têra xwe tê bikaranîn. Bi qasî ku rolên ferdî bi rolên xwe ranabin, reva ji kolektîvîzmê jî timûtim weke qelsiyekê xwe nîşan dide. Ji ber vê sedemê, ferd û rêxistinî gelekî ji taqetê dikevin. Pirsgirêka bingehîn a ku di rojevê de cihê xwe diparêze, kadroyê rêxistinkirî ye; ango rola ferdî bi rêxistinbûnê dibe û birêxistinbûn jî bi kadroyên bi însiyatîf dibe.”
JI PIRTÛKA “PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK” HATIYE WERGIRTIN