“Tişta ku mirovan li ser lingan dihêle nirxên razber û şênber in. Ango enerjiya razber dema ku şênber nebe, dimîne enerjiyek beredayî bê gewde û bê mane ye. Bi gotineke din; enerjiya şikil negire xwe dixwe û îxanetê bi xwe û bi pêdiviyên hebûna xwe re dike.
Rêbaz û şêwazên xwe nespêrin elementên zanistê û tenê di çarçoveya elimandinên takekes de bimînin, nikarin derveyî encamên berê fîgurekî ku nûnertiya bizavê bike biafirînin. Di nav xwe’yên xwe de xwe hebiskirina herî kirêt e. Ne gengaze ku pêşketin û destkeftiyên heyî jî biteyisînin. Dema ku rê ji rêbaz û şêwazên wisa mirî re bê dayîn, wê bi demê re sazî û avahiyên ku enerjiya bizavê afirandine jî birûxînin. Gelek xemsar, bê tedbîr û bê berpirsyarî tev digerin. Her tiştî mubah dikin. Tiştekî gelek sosret û bi seyr e! Çawa mirov dikare bi qalibên xwe yên rizyayî li hemberî nirxan hestewar nebe? Yan jî çawa rê dide enerjiya xwe bi awayekî çors bi şêweyekî kirêt şênber bibe? Ya herî girîng ew e ku; çawa ew sazî û dezgeha nirxan dikare di nav xwe de wê kirêtiyê bihewîne?
Bê guman pratîk her nûnertiya gotinê nake. Taybet dema ku rû bi mask be. Wê çaxê pêwîstiya bi bizavekê di nav bizava heyî de heye ku çalakiya guherîn û veguherînê serguha bike. Lazime kirêtiyên di bin navê enerjiyan de hatine veşartin bêne qelandin û sazî û dezgeh nola ava herikî li ser kok û nirxên xwe mezintir û berfirehtir bibin. Ne wisa be wê nola pisîka ku çêlikên xwe dixwe li me bê. Wê demê nirxên ku bi xwîn û xwêdanê hatine afirandin û zindîkirin, bi hêsanî vala derdikevin û ji neyaran re dibin bineya serkeftinê.
Ji xwe şoreşa azadiyê bi şêwazên zanist û ronakbîriyê teqlîda Rojhilata Navîn a lidarxistina şoreşan şikandiye. Ew gotina ku dibêje; şoreşên Rojhilata Navîn îxanetê li xwe dikin, derbas kiriye. Bi afirandina felsefeya nûjen, ezmûna dîrokî û rêbertiya derklasîk ew nerîn têk biriye ku îro di şexsê Şoreşa Rojava de bûye modela xilasiya gelan. Ji lew re hemû yapiyên ku di encama vê şoreşê de hatine avakirin, bi zindîkirina nirxan û avantaja rêbertiya dîrokî xwedî potansyel in. Tu mafê kesekî nîne ku bi van nirxan bilîze yan jî li gorî elimandinên xwe bi rê ve bibe. Tişta bi tirs ew e ku; razberiya di encama têkoşîna bi dehan salan hatiye vê roja me ya îro, ji ber hinek serpêhateyên kevneperest kavil bibe. Ev cihê metirsiyê ye. Ji dêvla ku yapiya nirxan bi nêzîkatiyên berpirsyar mezintir û qewîmtir bibe, bi seranseriya heyî vala tên derxistin?! Cihê lêpirsîn û hesabxwestinê ye.
Her endam û ferdekî civakê li beramberî vê yekê berpirsyar e. Helwestên pasîf ên xwe dispêrin zihniyeta kerrîbûnê ku tenê li ser pişta nirxan xwe mezin û têr dikin, nabe ku wisa berdayî bimînin. Bê helwestî di heman demê de şirîkatiya sûc û serpêhateya çewt e. Di encamê de kedek hatiye dayîn, enerjiyek hatiye xerckirin û di berdêlê de temenên herî giranbuha hatine dayîn ku şoreş geştir bûye. Ji bo parastina wê jî kedek, buhayek û enerjiyek pozîtîv hewce dike. Berovajî wê rûxandin, kiritandin û kurmê darê ye. Îca ka em çandyar an formalîta dara azadiyê ne? Em di kîjan kenalê de enerjiya xwe diherikînin?
ÇAVKANÎ: Rojnameya Ronahî – Idrîs HENAN