BEHDÎNAN – Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, berpirsyartiya ciwanan li dijî polîtîkayên tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, li dijî tayînkirina qeyûmên dagirker berxwedana ciwanan, û di rojên dawî bloka faşîst a Akp-Mhp hindek malbatan birina ber deriyê HDP’ê, armancê van û li dijî vê nexşa rê a ciwanan ji ajansa me re nirxandin.
Sabrî Ok ku bersiv da pirsên ajansa me peyamên giring mîna vê dan: “Ciwanên Kurdistanê helbet bixwest û bizanebûn tevlî refên Gerîla dibin. Ew di ferka wê de ne ku li dijî zilmê û zordestiyê sekna bi rumet a serî hildanê ev rêye. Hêzên dagirker-kedxwar ku her roj bi rumet û nirxên gelê me dilîzin û di zilmê de sinor nasnakin. Di pêvajoyek wusa de tiştek biqasî hatin Ciwanên Kurdistanê ya çiyayên Kurdistanê xwezayî û bi rumet nine. Tu kes bi zorê nayê şer nake. Şerkirin karekî biryardayinê û baweriyê ye. Tu kes bi zorê naçe mirine. Tu kes bi zorê naçe kuştinê nake. Tu kes bi zorê li dijî zordariyan dernakeve. Armancek mezin, hedef mezin, bi baweriyek û biryardayinek mezin nebe ne mimkune pêk were. Di vê pênaseyê de propagandaya faşîzma Akp-Mhp a ku zarokan tên xapandin û direvinin çiya tene ripîrast derew û sextekartiye.”
Tevgera Azadiyê îro ji bo gelên Rojhilata Navîn alternatîfek avakiriye. Paldankên vê yê bi hêz jî hene. Taybet jî paradîgma Rêber APO bi bandorbûna xwe bi hêzên din daye qebûl kirin. Wûn vê rewşê çawa dinirxînin? Wûn dikarin der barê rewşa ku Tevgera Azadiyê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê gihiştiyê çi bêjin.
“Sîstema moderniteya kapîtalîst û îdeolojiya wê lîberalîzm û neolîberalîzm bi pîşesaziya xwe a çekan, çekên nukleerî, bi civaka serfkar a ku avakiriye û bi lêgerînên azadiya sexte çawa cihana me û mirovahiyê qirêjkiriye, hilweşandinye û dixwaze hilweşine vekirî li holê ye. Ji lewitandina hawîrdorê, bigre heta qetlîama xwezayê, yê ku ferd tine pêşberî civakê bi her şeweyên etnîk, neteweperestiya mezhebî ku gelan li hemberî hev sor dikin û tinin rewşek wiha ku şerjêkirina hev dikin, bi zibilê xwe grubên çete yên faşîst wek DAIŞ’ê û hwd. derdixin holê. Ev sîstema moderniteya kapîtalîst ku wan berheman derdixe li serê mirovahê bûye bela, û dibe sedema hemû pirsgirêken li herêmê. Li dijî moderniteya kapîtalîst pêwîste em ê bi perspektîfa moderniteya demokratîk, antî kapîtalîst, antî talanker, antî kedxwarî û antî dizî, bi hemû hêzên şoreşger, sosyalîst, hawirparêz, femînîst têkoşînek hevpar pêşbixin û di nava piştgirtiyek hevbeş de tevbigerin. Ji ber vê jî perspektîfa netewa demokratîk û moderniteya demokratîk ku Rêber APO avakiriye pirr giringe. Bi nêrîna teng a çînî ya kevn, bi nêzîkatiyên dogmatîk û pozîtîvîst rastiya moderniteya kapîtalîst rast dahurandin kirin, têkoşîna encamgirtî li dijî vê pêşxistin zehmet e. Di vî warî de têkoşîna PKK’ê ya bi her awayî dûrî netewperestiyê ye, bi perspektîfa netewa demokratîk li dijî moderniteya kapîtalîst û sîstema netew dewlet sîstemek alternatîfe, ev rast e.
Li Rojhilata Navin ku civak û çand hertim di nava pêvçûnekê de ne û bûyerên ku gola xwînê tina mirov tên jiyan kirin, ruxmê netewperestiyê dîsa jî li Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi paradîgma netewa demoktraîk ruxme hemû kêmasiyên xwe tê înşa kirin. Gelên Kurd, Ereb, Çerkez, Çeçen û Turkmen bihevre jiyana demokratîk birêxistin dikin, ev hem giringe û hem jî mirov dikşine xwe. Gelên Rojhilata Navîn ên mazlûm û têkoşer ku bi kelecan cih di nava moderniteya demokratîk û netewa demoratîk ku Rêber APO pêşxisitye digrin û vê qebûl dikin helbet tê fêmkirin. Di vî warî de wek me da diyarkirin, paradîgma Rêber APO ji bo Rojhilata Navîn ji bo avakirina jiyanek rast a demokratîk buye alternatîfek. Hêzên desthilatdar çiqasî vê rastiyê diditîbin jî, ji bo rêzdayîna vê rastiyê çiqasî îtîraf dikin ev mijarek din e. Lê bes em dizanin ku hêzên moderniteya kapîtalîst vê rastiyê zu zu hezm nakin û wê hertim li dijî vê di nava têkoşînekê de be; îro jî ev tişt dikin. Ancax tişta giring ne ku ev hêza çi difikirin an fikrên wan çiye, ya giring ev ku ew çawa li ser paradîgma Rêber APO difikirin û nêz dibin. Ger em bi vê perspektîfê lê binerin, em ê bi rehetî bibînin ku gelên Rojhilata Navîn di paradîgma Rêber APO a netewa demokratîk pêşeroja xwe a azad û demokratîk dibînin. Jixwe PKK jî hêza xwe ji vê xwesteka şoreşgerî û îradeya gelan digre. Ji ber vê jî PKK îro li Rojhilata Navîn bandora xwe li ser hevsengiyan dike, û dikare carna jî berê bûyeran bi hêz û wesfa xwe diyar bike. Di vê wateyê de demokratîkbuyîna Rojhilata Navîn nayê manîkirin. Ji bilî ruhê û Îradeya têkoşîna gelan ku PKK’ê derxistiye holê, tu hêzê din ne herdemînin û nikarin polîtîkayên encamgirtî bimeşînin.Ev jî nirxa her mezine ku Rêber APO bi gelên Rojhilata Navîn daye qezenc kirin.”
Îro bi şîdetek mezin îttîfaka faşîst a Akp-Mhp li hemberî destkeftiyên Tevgera Azadiyê disekine. Konsepta vê îttîka faşîst befirehe. Lê bes tê zanin ku di nava vê Têkoşîna a 40 salî de pêvajoyê wek vê hatine jiyankirin û hertim bi awayekî hin xurtir derketinek hatiye jiyankirin. Ev êrîşên vê îttîfaka faşîst a Akp-Mhp di milê encam girtinê de çiqasî nêzî rastiyê ye?
“PKK tevgerek ku zorayiya zorê biserdixe. Bi îdeolojiya xwe, bi bawerî, bi avakirina hêza gel a birêxistinkirî PKK pêşdikeve û xwe mezin dike. Ger em bêjin Rêber APO bi mîrasek a binya sifirê re dest bi têkoşînê kir wê ne şaş be. Qetîlamên sor û spî ên dewleta tirk a dagirker li Bakurê Kurdistanê pêk anîne tên zanin. Qesta me ji qetlîamên sor wek Dêrsîm, Koçgirî, Agirî, û Zilan ne. Di encama wan qetlîaman de li çiyayê Agirî nivîsandibûn “Kurdistana xeyalî li wir ji dil daye”. Yanî li gorî wan Kurdistan xistibûn goristanekê û ser wê beton kiribûn. Qesta me ji qetlîamên spî jî polîtîkayên bişavtin û entegrasyonê ên di asta herî jor de li ser Gelê Kurd hatibûn pêşxistin. Kurd ji Kurdbûna xwe şermandin, heta atomên wan parçekirin, dabeşkirin, parvekirin û li ser vê bi rehetî û sîstemek bê vicdan li ser Kurdistanê meşandin hatibû pêşxistin! Rêber APO piştî hemû ev pêvajoyên bi êş û dîrokî derket holê. Yanî di diyaletîka derketina me de tiştekî hesanî çêbuye tune. Hemû tişt bi diranan, neynûkan, serê derziyê ku mîna çalê kolandiye biserxistiye, bi ruhekî fedayî ê mezin û berdêlên bêhejmar qezencê xwe bidestxistiye. Hin di destpêka avabûna xwe de ku wiha şekil buye û PKK’ê wiha nasnameya xwe qezenc kiriye, wusa wek di dîrokê de di sê mehan de, pênç mehan de, pênç salan de, di 40 salî de bi feraseta ‘em ê xelas bikin û dawiya wan bine’ nêzîkatiyek pûç e, ev di dîroka têkoşîna me a 45 salan de gelek caran hatiye îspat kirin.
Li zindana Amed ku xwestin PKK’ê xelas bikin, Mazluman, Kemalan, Xeyriyan, Ferhatan, Sarayan bi berxwedana ku nîşanda, bi dewleta tirk a dagirker binketinek îdeolojîk da jiyankirin. Pêngava dîrokî û pîroz a 15’ê Tebaxê xwe dispêre vê kevneşopiya berxwedanê. Bi qomploya navnetewî gotin ‘serê wan çû, beden miriye’. Ancax Rêber APO gel û partiyek wusa afirandibû, ku ewqas qomployên bêrehim tucarî encam negirtin. Ev yek jî, dema Rêber APO bi qomploya navnetewî birin zindana Îmraliyê û ew destgîr kirin, di wê pêvajoyê de li çiya, bajaran, li welat û dervî welat bi dehan qehremanên nemir derketin holê û bi şiyara “Wûn nikarin Roja me tarî bikin” bedenê xwe dan ber agir vê rastiyê dîsa îspat kirin. Faşîzma Akp-Mhp wek faşîzma sedsalê, bi şerekî li ser esasê Îmraliyê xwestin gelê me, tevgera me xelas bike, îradeya wê bişkine û fasfiye bike. Ji bo vê jî faşîzma Akp-Mhp tiştek nema ku pêşkêş nekir, nexist bazargeriyê, wek tiştek nebûye hemû hêza xwe di her astê de seferberkiriye ji bo vî şer’î bide meşandin. Şerekî bêexlaq û bêrêzik e. Di tu şerî de êrîşî goristanan nehatiye kirin, bedenên bêruh li pişt panzeran nekiriye û li kolanan kaş nekiriye. Bê guman ev tev bi zanebûn û pilan hatine kirin. Bi vê xwestin îradeya gelê me bişkînin, xwestin hêza berxwedanê bixine.
Taybet di 5 salên ku tecrîd û îzolasyona li ser Rêber APO pêk dihat, nîşaneya wê bû ku wê li derve şer li dijî gelê me, tevgera me bi înat, îsrar û awayekî xedar bê meşandin. 24 saetan gundên me, çiyayên me û goristanên me bombe dikirin. Xwestin sîyaseta legal bi temamî tasfiye bikin, ji bo Kurdê Azad her zordestiyê maqûl ditiye. Bi kurtasî, ji bo Tevgera Azadiyê xelas û tasfiye bikin, tu rê û rêbaz nema, tu çekên ku bikar ne anîn nema, tu hêz û derfetên ku wan seferber nekiribû nema. Ev şerê ku faşîzma Akp-Mhp daye destpê kirin belkî şerê fînalê be. Ji ber ku dixwazin ew ê bên şikandin û wenda bikin, bi hemû îmkanên xwe heta dawî şer dikin. Çi bibe jî çare nine, wê faşîzma Akp-Mhp têk biçe. Rezervên wan xelas buye. Aboriya wan di nava krîzek mezin de ye. Sîyaseta wan xetimiye. Pîskolojiya wan xera buye. Paldankên wan her roj dihelin û qels dibin. Hêza wan wê têrî şerekî demdirêjtir neke. Ji ber vê jî hemû hêz û hebûna xwe seferkirine, ji bo bi şerekî demkurt encama ku dixwaze bidest bixin. Tundiya şer bi vê re girêdayî ye. Şer çiqasî dirêj bibe, berxwedan belav bibe û daîmî bibe, wê fatûreya wê ji bo faşîzma Akp-Mhp ewqas girantir bibe. Li gorî me faşîzma Akp-Mhp jihev ketiye û di pêvajoya tasfiyê de ye. Tişta mayî jî ku hêzên antî faşîst hin bi biryardayinek xurt têkoşîn bikin û pirsgirêka wext e. Ev jî bi asta têkoşîna ku gelê me û hemû hêzên antî faşîst û demokratîk pêşbixin ve girêdayî.”
Îttîfaka Akp-Mhp di heman demê de nûnertiya îttîfaka şerê jî dike. Bi taybetî îro ji her aliyê ve bi polîtîkayên şerên teybet êrîş dikin. Bi êrîşên dagirkirina Başûrê Kurdistanê û bi gefên li hemberî li Bakur Rojhilata Surî hêviya çi ne? Û çi armanc dikin?
“Faşîzma Akp-Mhp, di seranserê desthilatdariya xwe yê 18 salî de bi qasî îro tu wext hewcedarê şerê û dagirkirinê nebûne. Argumanên faşîzma Akp û Mhp hilweşiyane. Ji xeynî hembêzkirina şer û şovenîzmê tu vebijarkên wan nemaye. Ji bo gelên Tirkiyeyê derfeta xweşkirina standardên jiyanê di destê wan de nîne. Derdên wan ên weke siyaseta demokratîk jî nîne; beravajî vê dixwazin demokrasiyê ji holê rakin. Ango tiştên ku bidin gel nemaye û wehdên wan jî wê nabe. Bi tenê argumanên teror û terorîzmê re wê bixebitin da ku li desthilatdariyê bimînin. Rastî jî ev e; yan bi şer û dagirkirinê temenê xwe wê dirêj bikin an jî wê ji holê rabin. Wekî me gotî, bêguman niha di pêvajoya tesfiyeyê de ne. Lê ji ber bihêz û xurt in di şer de israr nakin; ji ber ku tu vebijarkekê wan nîne israr dikin. Armanca êrîş û dagirkirinên wan li hemberî Xinêre, Xakûrkê û bi gelemperî li Başûrê Kurdistanê jî ev e . Polîtîqayên neyînî û bêyom ya PDK û Desthilatdariya Başûrê nebûba, hêzên dagirker kêliyekî jî nikaribûn li Başûrê bisekinanda. Dîsa jî hêzên dagirker li Xakûrkê asê man. Gerîla, her roj derbeyên kujer li hêzên dagirker didin. Li Heftanînê pêngava Cenga Heftanînê hatiye destpêkirin. Ji niha ve ne fîşal e ku em bêjin ketine ridavê. Bêguman berxwedana me ne hêsan e û her wiha bi berdelên giran hêzên dagirker tên lêxistin. Lêbelê li holê ye ku konsept û hisabên wan ên li ser Başûr negirtiye.
Faşîzma Akp û Mhp, heşt meh berî ji bo ku Bakur Rojhilata Surî dagir bike, hêzek mezin anîbû ber sînor. Niha dîsa di amedehiya tevgerek leşkerî de ne. Lê bes Kurdên azad bêstatu bimînin. Faşîzma Akp û Mhp, ji bo vî tiştî tawîza ku nede û tiştî ku pêşkeş nekin nîne. Pêşeroja Surî û çawabûna Surî ne xema wan e. Ji bo wan tenê, li tenişta wan, li Bakur û Rojhilata Surî hebûna Xweseriyek Demokratîk girîng e. Ji bo vê heke hewce be bi Rusya, Amerîka, Îsraîl, Îran, Beşar Esad û kîjan dewlet were hişê we, bi wan re amade ne ku li hev bên û tawîzên ku nedin jî nîne. Bêguman faşîzma Akp û Mhp ne tenê li hemberî Kurdan e. Heman wextê kesên ku ji demokratîkbûna Rojhilata Navîn re xizmet didin û ji pêşiya vê vedikin re jî dijmin in. Di vî warî de li hemberî gelê Ereb û xirîstiyan û herkes in jî. Li hemberî yên ku bûne hogirên Kurd, tîfaqên Kurd û hêzên ku jiyana demokratîk û azad diparêzin e jî. Xisleta sûtar ya faşîzmê tê zanîn. Bi ser de em alozî û bêçaretiya aborî, siyasî û derûnî ya faşîzma Akp û Mhp lê zêde bikin, xuyaye ku van gefan ne tenê gotin in. Ji ber vê pêwîst e ku gelên Bakur û Rojhilata Surî û hêzên wan ên parastinê, li hemberî tevgera êrîş û dagirkirinê, li her derê, li her kêliyê amade bibin. Ger ku dewleta Tirk a dagirker bikeve Bakur û Rojhilata Surî, ji aliyê dewleta Surî û dewletên Ereb ve were zanîn ku ev dagirkirina dewleta Surî ye û heta dagirkirina Rojhilata Navîn e. Divê ew jî bertek û helwestên xwe nîşan bidin. Faşîzma Akp û Mhp, ne di hewla çareserkirina pirsgirêkan de ne; dixwazin pirsgirêk û aloziyên xwe li Surî û li Rojhilata Navîn berbelav bikin û barên xwe sivik bikin. Lêbelê li holê ye ku ev polîtîqa, vebûyîn û hilweşîna faşîzma Akp û Mhp hîn bileztir bike.”
Îttîfaka faşîst a Akp û Mhp, di çarçoveya şerê teybet de rê û rêbazên her cureyî diceribînin. Li Bakurê Kurdistanê peywirên Hevserokên Şarederiyan ku bi vîna gel hatibûn hilbijartin, hatin rapêçkirin. Wek hîncet jî qaşo têkiliya HDP û Tevgera Azadiyê nîşan dan. Gel li hemberî vî yekî derketin qadan û li her qadê jî bertekên xwe nîşan dan û didin. Hûn rapêçkirina vîna gel û bertekên gel û bi teybetî jî bertekên rewa ya ciwanan çawa dinirxînin? Bi ya we rêzeçalakiyên ciwanan ya îro bes e an na?
“Êdî divê herkes bibîne ku faşîzma Akp û Mhp li hemberî Kurdan şerekî topyekûn daye destpêkirin. Jixwe ew jî vî tiştî dibêjin. Ango Kurd wek azad nikare bifikire, azad nikare bijî û nikare siyasetek demokratîk bimeşîne. Yên ku ew dixwazin Kurdê/a mirî ye. Kurdek ku ji Kurdbûna xwe direve ye. Li hemberî nirx û vîna Kurd rêzdariyê bidin aliyekî, rasterast dijminahiya Kurdan dikin. Pîşandina qeyûmên dawî, mînaka vê ye. Ango dibêjin vîna gelê Kurd nînê û wê nebe jî; heke bixwazin jî em ê destûr nadin. Bi rûmeta Kurdan dileyîzin. Ev tevgera stûxwarkirin, radestgirtin û çewsandinê ye. Êrîş ne tenê li hemberî HDP û hilbijêrên wê ne; êrîş li hemberî hemû Kurdan e. Di şexsê Kurdan de li hemberî hemû gelên Tirkiyeyê ye ev êrîş. Ev zordestî ye. Li hemberî vê riya tenê berxwedan e, ji xeynî vê rê nîne. Bila kes xwe nexapîne; li holê celadek ku destên xwe li qirika me lefandinê heye. Û dixwaze te bifetisîne. Nahêle ku tu hilm bistînî û biaxivî. Pêwîst e ku tu heya hilma xwe yê dawî bi berxwe bidî. Li Kurdistanê ji bo ku her roj serhildan û raperîn çêbibe bi sedan sedem hene. Va ye civakek birêxistinkirî divê ji ber vê hebe. Rêbazên têkoşînê hene. Têkoşînek piralî pêwîst e. Ji bo serhildan û raperînê êdî çi divê? Gelê me helbet bi înyad bi berxwe dide û ev jî pir hêja ye. Lêbelê eşkereye ku divê ev berxwedan him piralî bibe him jî hîn radîqaltir bibe. Ev êrîşa tirsê ye. Ew ditirsin. Divê gelê me ji tirsa wan wêrekiyê bigre. Divê were zanîn ku êşa ku dikşînin jana welidîna azadiyê ye. Di vî warî de divê înyada xwe, baweriya xwe û asta bibîryarbûna xwe her û her bilind bigre. Heman wextê şerekî derûnî û rîşe jî tê meşandin. Divê di vî warî de jî gelê me bihêz bibe. Gotina faşîzma Akp û Mhp “HDP, PKK ye”, derew e, şewşandin e.
HDP, ji 6 mîlyonê zêdetir deng girtiye û mafê meşandina siyaseta demokratîk qezenc kiriye û partiyeke rewa ye. Gotin û çalakiyên wê jî weke HDPî ye. Helbet mabesta faşîzma Akp û Mhp terorîzekirin e. Bi ser de girtina HDPê jî wê were hedefgirtin. Bi rastî jî em di nava têkoşîna demên dijwar de ne. Di demên awarte de welatparêziyek awarte, şoreşgeriyek awarte û berxwedêriyek awarte divê. Em têkoşîna ciwanên Kurd silav dikin. Şoreşger û sosyalîstên li gel wan jî silav dikin. Sekna ciwanan, berxwedana wan, hêza wan ê çalakiyê, hêza berxwedana gel wê derxîne holê, wê birêxistin bike û hindava pêvajoyê jî wê diyar bike. Dema em bi vê girîngiyê binêrin, berîxwedana li çiyayên Kurdistanê, ji bo ciwanan him mafek pîroz e him jî peywirek dîrokî ye. Kesên ku xwe nikarin bigihînin çiyan jî divê li her kolanê, li her taxê, li her bajarê û li her dibistanê xwe bilezûbez birêxistin bike û berxwedanên xwe jî bi rêbazên piralî ve bidin nîşan. Divê zanîngeh bibin qada berxwedanê, kolan bibin qada têkoşîna demokratîk û li her qadê divê berxwedan hebe. Bêyî ku bêjin biçûk an jî mezin, girîng an jî ne girîng, pêwîst e herkes li dora berxwedanê hev bigre û têkoşîn were domdarkirin. Kesên ku faşîzmê têk bibe, em, wê bi berxwe bidin. Her ku berxwedan zêdetir bibe zextî jî zêde bibe; zextî zêde bibe jî beexwedan wê mezin bibe. Diyalektîka geşedanê jî ev e. Divê ciwan, hêzên xwe yên ramanî û fizîkî û her tiştên xwe bêyî ku bixefirîne, birêxistin bike û li hemberî vê pêvajoya dijwar û dîrokî, peywira xwe yê pêşengtiyê bi layiqî bi cih bîne.”
Mijarek giring berdewamiya polîtîkayên tecrîda li ser Rêber APO ye. Navenda Şerê Taybet vê bi taybetî bikar tine. Kinga bi Rêber APO re hevidtînek çêbibe, ew dem Navenda Şerê Taybet dikeve dewrê û ji bo hevditîna asteng bike bi hemleyekê êrîşên xwe pêk tine. Gel û taybet ciwan pêwistin di vê mijarê de çawa tevbigerin? Ciwan pêwîstin nêrînên Rêber APO çawa bixwînin? Di vê mijarê de wûn dikarin çi bêjin?
“Rêber APO dibin tecrîd û îzolayonsek ku di cihanê de mînakê we nine de ye. Jixwe hemû nakokiyên ku tên destekirin û navenda berxwedanê Îmraliye. Yê dibin tecrîdê deye ne tene Rêber APO ye. Civak bixwe jî dibin tecrîdê de ye. Rêber APO hemû wextê xwe ji bo gelê me ji bo qezenckirina statûya azad nirxandin. Ji bo çareseriyek bi rumet û demokratîk Rêber APO berpirsyartiyek mezin girt ser xwe. Ne tene ji bo Kurdan, ji bo gelê Tirkiye jî di nava aşîtiyê xwe bigihînin jiyana demokratîk kedek mezin da. Ancax hêza kedxwar ev tucarî nepejirandin û hazm nekirin. Li dijî nerîn û helwesta Rêber APO bariyerên ku aqilê mirov nagire avakirin. Ne ji bo çareseriyê bi awayekî dilgrêdayî û dirist hatin niqaşê, ne jî li ser navê çareserî pêvajoyek çêbu. Ev hemû polîtîkayên Şerê Taybet bû. Rêber APO mentiqê dewletê yê înkar, yê di şer de îsrar dikir deşifre kir û li dijî wê têkoşîn meşandin. Ji bo zanyarên civaka Tirkiye, kesên ku ji bo çareseriyê bihîs bûn ronî bike, ji bo wan ji bo çareserî amade bike û ji bo zeminekî demokratîk ava bike ket nava hewldana. Faşîzma Akp-Mhp hertim bi rêbazên şerê taybet li dijî vê derket. Heta faşîzm bi çavê xwe nebine ku ew li hember îrade û têkoşîna gel nikare encama bigre, wê di şer de îsrar bike. Lewma heta îradeya faşîzmê neşkê, wê ji bo çareseriyê tu pêşketin çênebe. Hişkbûn û tundiya têkoşînê ji wê tê. Aqilê dewletê yê heyî ji çareseriyê dûr e. Rêber APO bixwe dibêje, ew hewl dide aqilê dewletê jihev derxe, niha jihev derixistiye jî. Destpêkê pêwîste gelê me û ciwan vê fêm bikin. Yekane rê têkoşîna radîkal a birêxistinkiriye. Nerîn û paradîgma Rêber APO pêwîste her zu û awayekî herî baş ciwan fêm bikin. Wek fikrî ciwan ji vê hin vekiritiriye. Wek enerjîk jî yê vê pêk bine dîsa ciwan in.
Buyîna milîtanên Rêber APO tê wateya wî fêmkirinê. Fêmkirin jî tê wateya ketina partîkê. Ev jî tê wateya rêxistinbuyînê û çalakbûna daîmî. Heta ciwan fikir û enerjiya xwe birêxistin neke, wê ji bo belavbûnê hertim vekirî be. Çiqasî xwe rêxistin bike, ewqas hêz wê mezin bibe. Ji bo vê jî têkoşîna îdeolojîk, propagandaya xurt, 24 saetan xebatên rêxistinbuyînê û her kêlî di nava çalakbûnê de pêwîst dike. Rêber APO tu tişt nemaye ku pêşkeşî me nekiriye û nedaye me hemûyan û ciwanan. Tiştê pêşkeşî me kiriye û daye me, têra me 50 salî dike. Zêde xwendin pêwîst dike. Em çiqasî bixwînin, em ê ewqas bikevin ferka hêza xwe û ew zanebûna me wê ava bibe. Em çiqasî îdeolojîk bibin û xwerêxistin bikin, ewqas hêza me a çalakiyan wê xurttir bibe. Di berxwedanê de pêşeng, di înşayê de pêşeng, di tevlîbûnê de pêşeng, di felsefeya jiyanê a Rêber APO de pêşeng, bi kurtasî di hemû mijaran de erka pêşengtî destpêkê dikeve ser milê ciwanan. Ciwan ku ji Ali Çîçek tên, xwedî mîrasek mezin a bi rumet û dîrokî ne. Di berxwedanên mezin de berdêlên mezin hatine dayin. Pîvan zelal in. Asta biryardariyê zelal e. Tene em ê bêjin perwerde, rêxistinkirin û çalakî. Ciwan bi berpirsyartiyek dîrokî ya wusa re rû bi rû maye. Bi dîroka xwe a têkoşîna ya 40 salî de em di wê baweriyê de ne ku em ê îro vê hin bi awayekî zanetirin û biryardarî biserbixînin.”
Dîsa li Bakurê Kurdistanê bi tayînkirina qeyûman li ser Şaredariyên Gel ku nêrazibûnên gel belavbûn hindek lîstok pêşketin. Navenda Şerê Taybet hindek malbatan birin ber deriyê avahiya HDP’ê a Amedê. Qaşo zarokên wan malbatana ji aliyê HDP’ê hatine revandin û wan birine nava PKK’ê. Ev çiqasî rastiyê nîşan dide, wûn dikarin der barê vê de çi bêjin?
“Dewleta kedxwar a tirk li ser derewan hatiye avakirin. Derew û demogojî karekterê dewleta tirk a kedxware. Faşîzma Akp-Mhp vê yekê pirr rû vekiri dikin. Ciwanên Kurdistanê helbet bixwest û bizanebûn tevlî refên Gerîla dibin. Ew di ferka wê de ne ku li dijî zilmê û zordestiyê sekna bi rumet a serî hildanê ev rêye. Hêzên dagirker-kedxwar ku her roj bi rumet û nirxên gelê me dilîzin û di zilmê de sinor nasnakin. Di pêvajoyek wusa de tiştek biqasî hatin Ciwanên Kurdistanê ya çiyayên Kurdistanê xwezayî û bi rumet nine. Tu kes bi zorê nayê şer nake. Şerkirin karekî biryardayinê û baweriyê ye. Tu kes bi zorê naçe mirine. Tu kes bi zorê naçe kuştinê nake. Tu kes bi zorê li dijî zordariyan dernakeve. Armancek mezin, hedef mezin, bi baweriyek û biryardayinek mezin nebe ne mimkune pêk were. Di vê pênaseyê de propagandaya faşîzma Akp-Mhp a ku zarokan tên xapandin û direvinin çiya tene ripîrast derew û sextekartiye. Tene bi awayekî bêexlaq û bêvicdan bi hêstên dayik û malbatan dilîzin. Di rastiyê de faşîzma Akp-Mhp ew dayik û malbatan dixapînin. Bi komkirina wan dayik û malbatan li ber deriyê HDP dixwazin qaşo HDP’ê sûçdar bikin. Ev jî nîşan dide ku ew çiqas bê çare û çareserî ne. HDP ku Parlamenterê wê, Hevserokên wê ên Şaredariyên Gel, bi sedan heta hezaran endamên wê di zindana de ne, ne ew niyeta wê ne jî ew derfetên wê heye ku ciwanan bibin çiya. Wek me da diyarkirin hemû derewin. Dixwazin HDP’ê bigrin, ji ber vê derewa dikin. Li ser dayik û malbatan hestyarîbûn dimeşînin, ji bilî vê her tiştên din derewin. Tabii pêwîst ev dayik û malbat ev lîstokên qirêj û senaryonan bibinin û bikevin ferqa wê. Pêwîstin nebin ev lîstokana û nebin amûrên Erdogan û Bahçeli.
Pêwîstin bi keç û xortên xwe ên ji bo azadî û rumeta gelê xwe têkoşîn dikin serbilind bin. Yan jî dawiya ev lîstokên qirêj tune. Bila li dora xwe nezivirîn û neêşin. Ger tepkiyek an seknek wan hebe, bila li dijî faşîzmê be. Ne mimkune ku em bêjin faşîzma Akp-Mhp rastî jî hurmet nîşanî hêst û daxwazên dayikan dide. Bi salane çi tinin serê dayikên Şemî ye li holê ye. Ev dayik û malbatana zarok, keç, kur, bav, birayên wan yekser bi destê dewletê hatine kuştin û hatine wenda kirin. Bi çi zext û zilmê re rû bi rû dimînin her roj li ber çavane. Rastiya Akp-Mhp ev be, em çawa dikarin bêjin ku ew hurmet nîşanî hesrên û daxwazên dayik û malbatên li ber HDP didin. Malbatên asker û girtiyan dema li ber deriyê Akp kombûn, me dit bi kijan bê tehamûlî hatin pêşwazî kirin, ew êşandin û ew ji ber derî qewitandin. Wek me dadaxuyakirin, ew derewcî ne. Ewqas bêvicdane ku bi hêstên dayikan dilîzin. Erka ku dikeve ser milê dayikan ew ku ji bo Kurdistanek azad, Tirkiyek demokratîk mil bi mil li dijî faşîzmê têkoşîn bikin.”
Wek pirsa dawî, di demên dawî de taybet li Bakurê Kurdistanê tevgerbunek ciwanan heye. Herî zêde ciwan bertekên xwe li dijî qeyûman nîşan dan. Hem demê de di vê pêvajoyê de ji Bakurê Kurdistanê tevlîbûnê nava refên Gerîla zêde bune. Di 15’e Tebaxa derbasbuyî de bi dehan ciwan tevlî PKK’ê bûn û vê dan ragihandinê. Wûn dikarin di vî warî de kijan peyam bidin ciwanan? Ciwan dikarin li dijî Şerê Taybet çawa têkoşîn bikin? Ciwan dikarin çi bikin?
“Beriya niha me dabû diyarkirin, Ciwan pêwîste li berxwe bidin. Mirasek dîrokî bi rumet û nirx û tecrûbeyên ciwanan heye. Ciwan wê helbet li berxwe bidin. Ciwanên li berxwe nedin, ew nabin ciwan. Berxwedana wan îdeolojîk, teorîk, jiyanî û çalakbûn e. Ciwan temsilyeta Rêber APO û partiyê dikin. Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî biserbikevin ji ber vê yekê bi wateye. Wek talîmatên jiyanê pêwîstin ciwan di destê xwe de, di bêrîka xwe de, yan jî di her rewşê de ku bikare xwe bigihinê manîfestoyên Serokatî bixwînin û li ser lêhûrbun bikin. Ciwanên ku naxwînin û xwe perwerde nakin, dibe ku fedakar bin, dibe ku li berxwe bidin, lê nabin milîtanê Rêber APO ên bi pîvan biser dixînin. Tê zanin ku bi çanda kapîtalîzê a popûler û bi bombardamanên îdeolojîk ên zêde li ser ciwanan dixwazin ciwantiyek bêslbûn derxin holê. Bi seknek saxlem a îdeolojîk ancax li dijî vê bê sekinandin û bê serxistin. Ya duyemîn jî rêxistinbûyin avakirin. Hemû tiştên bêrêxistinbuyîn ne aîdî ne meye. Ciwantiya bêrêxistinbuyîn jî ne aîdî meye. Ciwantiya herî zêde ji rêxistinbuyînê re vekiriye ev nifşê sosyal ê ciwanan ne. Ji ber ciwan hertim di nava lêgerînê de ye. Ji ber pîvanên red û qebûlê yê ciwanan heye. Ji ber ciwan bi enerjî ne û di nava çalakbûnê de ye. Ji ber ciwan jiyana ku bê nasname û bê rumet tê ferz kirin qebûl nakin. Ji ber xwesteka ciwanan a têkoşînkirinê zêdeye. Ev hemû avantajin. Bi rastî jî pêwîste yek ciwanê bêrêxistin nemine.
Ciwanên dixwînin, ciwanên bêkar, ciwanên dişixulin, hemû ciwan in. Birêxistinkirinê re wan xistina nava çalakiyan mimkune. Birêxistinbuyînê baweriya me ji bo serxistin zêde dibe. Yek kes dibe hezar kes, ev mimkune. Tene bila ew xwesteka çêkirine hebe. Jixwe Rêber APO dibêje ku ‘nebêje wûn nikarin, bêjin em naxwazin bikin’. Yanî di vir de xwest giring e, xwestek jî ji îddayê tê. Ger îdda hebe, asta biryardayinê jî wê derkeve holê. Ev di ciwanan de heye. Potansiyelek têkoşînê ku pê nayê bawerkirin û rezervê ku nayê xelas kirin di ciwanan de heye. Ji bo berxwedanê ne şerte ku hemû kes bi awayekî bêkêmasî bê perwerdekirin. Ya em behs dikin hêza pêşenge. Kesê ku potansiyela hêza çalakî û berxwedanê derxe ew pêşeng e. Tene bes ew bide bawerkirin, û baweriyê qezenc bike. Bila ciwan hersa xwe derxînin holê. Bila wateya jiyanê hindekî bide têgihandin. Ciwan çawa ranabin ser piya, ciwan çawa berxwe nadin, ev qet mimkun e? Pêwîstek yek qada têkoşînê ku ciwan tê de nebe nemine. Li hemû qadên demokratîk, li dibistanan, kargehan li her derê pêwîste birêxistinî be. Di cihanê de tu rêxistinên ciwanan wek ya Tevgera Ciwanên Kurdistanê ne bi avantaj, danehev, tecrûbe, bi dayîna berdêlan xwedî mîrasek dîrokî a mezine. Pîskolojiya ciwanan carna wek ya med-cezirê ye. Yanî bi pêldare. Dorhêl û atomsfera têkoşînê bê guman giringe. Carna di kêliyê de rast tesbît kirin, carna di cihê wê buyîna çirûsk dikare rê ji pêşketinên mezin re veke. Di vir de qesta me afirînerî ye. Têkoşîna bi însyatîf pêşxistine. Ciwanên Kurdistanê pir tişt biser xistiye. Tiştê bi serxistiye, ji bo serkeftinên hin mezintir dibin hencet. Yek pirsgirêk, ew jî mejiyê pêşeng û kesayeta bihêz rêxistinkirin û bihêz ketina nava tevgerandinê. Em di wê baweriyê de ne ku ev dikare hin mezintir biserbixine.”
NC/Andok Özgür