NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ragihand ku Yekîneyên wan ê Tolhildana şehîd Mucahît Yilmaz li dijî tilyakfîroşan çalakî lidar xistine.
Daxuyaniya Koordînasyona DGH’ê wiha ye:
Koordînasyona DGH’ê; Yekîneyên me ê Tolhildana şehîd Mucahît Yilmaz li Amed Rezanê li dijî kesên ku maddeyên hişbir difiroştin çalakî lidar xistin.
Detayên çalakiya ku hate lidar xistin wiha ye;
“Di dîroka 20’ê Îlonê de saet 10:30’an de li navçeya Amedê Rezanê Yekîneyên Tolhildana şehîd Mucahît Yilmaz ku girêdayî me ye, li kolana 5 Nîsanê li dijî kesên (tilyakfîroşan) ku maddeyên hişbir difiroştin bi bombeyên karên destan (EYP) çalakî lidar xistin.
Ev çalakiya ku hate lidar xistin ji bo Ciwanên Kurdistanê ji vê xefîka maddeyên hişbir bê xelaskirin û tilyakfîroş bên hişyarkirin. Eger em tesbît bikin ku ev kesana kiryarên xwe derdewam dikin, ew dem em bi awayekî her giran wan kesana ceza bikin.”