NAVENDA NÛÇEYAN – Koçberî weke qederek ji jina Kurd re ferz bûye, her tim di zor û zehmetiyên jiyana koçberiyê re rû bi rû maye. Jina Kobanî jî, bû ji para wê ku jiyanek bi koçberiyê re jiyan bike û bikeve qefesa koçberiyê û pê re perçe perçe bibe. Di rewşa koçberiyê de jin, derdikeve dervayî welat, tê kirîn û firotan, bi fihûştê re dimîne, tê tecawiz kirin û bi her awayekî dibe qurbana vê dagirkeriyê û di nav koçberiyê de dimîne. Her wiha zewcandina jinê di temenê biçûk de yek ji mijarên sereke ye di rewşa koçberiyê de.
Ev yek jî, îro her jineke Koçber bi xeteriyeke pir mezin jiyan dike. Piştî ku gelê Kobanê koçî Bakurê Kurdistanê û deverên din bûn ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên dewleta Tirk a dagirker. Jinên di temenê 13 û heya 18 saliya xwe de di fersenda vê koçberiyê de tên zewcandin.
Her wiha gelek mijarên ku jin di dema Koçberiyê de pir êş û zehmetî kişandine pêre rû bi rû maye hene. Derbarê vê mijara Jin û Koçbertî de yek ji dayikên Kobanê ya bi navê Fadîle Îbrahîm êş û zehmetiyên ku di koçbertî de jiyankirine ji me re parvekir û wiha dest bi axaftina xwe kir; “ Derketina me ya destpêkê ji Kobanê nêzî 4-5 ji cejnê re mabûn em derketin, dema ku em ji kobanê derketin pir bi êş bû, rast e em ji Kobanê derketin lê belê rihê min li Kobanê mabû, jiyana min giştî li Kobanê man.
Dema em giştin li ber sînor ez runiştim pişt re navê yek bi yek qeyd dikirin, em ji welatê me derxistin, em çûn em Koçber bûn, paşê hatin me bi erebeyekê birin em li orta kolanê Sirûcê danîn, êdî her yek belav bû û çûne çadira xwe, ez çûm min birin nexweşxanê piştî ku min îlackirin ez ji nexweşxanê derketim, em çûn ketin Ûrfa piştî ku em çûn Ûrfa bû roja din ez çûm nexweşxanê bû ku werim îlackirin, nexweşxaneyê min qebûl nakir gotin ji ber ku nasnameya min nîne min qebûl nakin, paşê min nasnameyeke sext bi kar anî ji bo ku ez werim îlackirin”.
Fadîle di dawiya axaftina xwe de got xerîb û xurbetî li me giran tê û bi dehan salan jî em li welatên xerîb mabane her dîsa çavên me li vegera welatê bû û wiha domand: “ Tevî ewqas zehmetiyên ku min dikşand di koçberiyê de rihê min her tim li Kobanê bû, Jiyana min hemû li Kobanê ma. Nêzî salekê ez li wê derê mam lê belê dilê min û hemû jiyana min li Kobanê ma. Dema mirov koçber dibe û dûrî welatê xwe dikeve pir girane, koçberbûyin jiyana mirovane dikuje. Tevî ku em koçberbûn jî gel welatên xerîb me qebûl nedikirin, ji ber vê yekê me zor pir dikşand, ji ber vê yekê jî ez bi hêvîme ku her kes vegerê welatê xwe û xwedî li ax û rûmeta xwe derkeve ji bo jiyaneke bi exlaq jiyan bike.
Her wiha piştî têkçûna DAIŞ’ê her welatiyên Kobanê ên ku Koçberî Bakurê Kurdistanê bûbûn vegeriyan welatê xwe û dest bi rupeleke nû ya jiyanê kirin, bê guman dayika Fadîle jî vegeriya axa xwe û niha bi kêfxweşiyeke pir mezin li ser axa xwe dijî.
NC / NUDA ELEFTIRYA