RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Di demên berê de rahib, aliyên polîtîk, mezhebên dînî û zanyarên civakan bi rola partiyên modern radibûn. Xanedan, baskên burokrasiyê yên eskerî û îlmiye bi awayekî berbiçav gelek hevgirtiyên xwe çêdikirin û bi hev diketin; bi vî awayî hewl didan serdestî û bandora xwe çêkin. Bi derketina holê ya pirsgirêkên civakî re partiyên çareseriyê yên cuda jî derketin holê. Bi dizî yan jî eşkere, tevahiya serdeman partî her hebûn. Eger mirov bi awayekî ferdî bixwaze li pirsgirêkeke civakî destwerde yan li hundir an jî li derve hêza wî têrê neke ji bo li ber rêveberiyê rabe, hingê ya herî aqilane ew e, serî li hêza partiyê bide. Dîn, mezheb û terîqetên di dînan de dema derketina xwe ya holê bi rola partiyê rabûne. Ji aliyê îdeolojîk, polîtîk û exlaqî ve xwe bi çi nasnameyê bi nav dikin bila bikin di encamê de partî ne. Di dema modern de ev rêûresmên dîrokî ber bi şêweyên nû ve beridîne, gav bi gav ber bi şêweyê partiyên roja me ya îro ve reng girtine.
Partî ji bo beşên civakî yên xwe disipêrin wan û wan dikin hedef bi rolên girîng radibin; ango divê bikin ku ew beş xuya bikin, wan beşan temsîl bikin, wan bikin xwedî maf û di çarçoveya pîvanên hemdem de wan bi gewde bikin. Ev rastî hemû îspat dikin ku rastiya partiyê ji rola xwe ya di civakê de bi hêsanî nagere. Civakeke bixwaze bi pêş bikeve û xwe biparêze nikare bi hêsanî doza bêpartîbûnê bike. Ev jî nayê wê maneyê ku partî wê ti carî bêkêr nebin. Ji ber ku kengî civakek bi pêş ket, hemû karên xwe bi endamên xwe meşandin, maneya partiyê jî namîne. Rewşeke berevajî vê jî rast e: ango civakek di rewşa klanên destpêkê û qebîleyên ezbetan de be, pêdiviya wê bi partîbûnê tineye. Jixwe tevahiya klan an jî qebîleyê weke partiyekê ye. Ji bo partî pêk bên, divê di civakê de çînên dijber û berjewendiyên wan hebin. Çiqasî çîn û cudabûn ji holê rabin û berjewendî hevpar bibin, avakirina partiyên cuda maneya xwe namîne. Carinan jî ji bo heman fonksiyona civakî ji partiyekê zêdetir partî têne avakirin. Partiyên bi vî rengî jî li hemberî partiyeke gotin û gavên wê hevgirtî û kêrhatî bivênevê tesfiye dibin. Rewşên em qala wan dikin, îspat dikin ka çima em nikarin dev ji partiyên civakî berdin. Hebûna dewletê bi xwe jî pêdiviya bi partîbûnê bi temamî ji holê ranake.
PKK hê di dema derketina xwe ya holê de rastî eleqeyeke mezin hat. Ji ber ku di civaka Kurd de valatiyeke mezin dagirtibû û bersiva pêdiviyeke mezin a heyatî dabû. Çiqasî gotin û gavên PKK’ê hevdu girtin, di civakê de jî ewqasî hat qebûlkirin. Tevî kêmasiyên xwe hemûyan û heta tevî zirarên dan jî di civakê de ji rûmeta wê tiştek kêm nebû û civakê dev jê berneda, ji ber ku bersiveke dîrokîcivakî dida û bi vê rolê radibû. Eger PKK di dema nû de bersiva dîrokî bide û bi awayekî rast xwedî li erkên rojane derkeve, wê karibe di dema nû de bi rola xwe rabe. Eger nasnameya Kurd bê naskirin û îradeya jiyana azad derkeve holê, ev nayê wê maneyê ku pirsgirêka civakî bi temamî hatiye çareserkirin; bi tenê tê wê maneyê qonaxeke girîng li pey xwe hiştiye. Yek ji pirsgirêkên divê pêşî bê çareserkirin ew e, xwesteka ji bo nasname û azadiyê bi garantiyên têkûz ê bê misogerkirin û bê domdarkirin. Xwesteka jiyana azad û nasnameya Kurd a ti garaniya xwe ya qanûnî, ekonomîk, polîtîk û ewlekariyê tine, ji aliyê dijminên xwe ve dikare her kêlî bê tepisandin û li tevkujiyan rast bê. Ji ber van sedeman, divê PKK ji niha û pêve rola xwe ya pozitîf bi awayekî serketî pêk bîne. PKK’ê heta niha wezîfeyên negatîf, ango bi pêşîgirtina li neyêniyan xwest di wezîfeyên xwe de serketî be. Ji niha û pêve, divê wezîfeyên xwe yên avakirinê ku bêhtir aliyên wan ên pozîtîf li pêş in, bi awayekî serketî pêk bîne. Di bingehê van wezîfeyan de avakirina neteweya demokratîk heye û eger PKK nasname û maneya wê ya hat diyarkirin bi dest bixe wê karibe van erk û wezîfeyan bi awayekî serketî bi cih bîne. Naxwe bi PKK’bûyîneke din nikare di van wezîfeyan de bi ser bikeve.
Avakirina neteweya demokratîk pêştirî avakirina sosyalîzmê ye, û pêşiyê li rêya diçe sosyalîzmê vedike. Li gorî zanista civakî, ev avakirin bi şoreşê dibe, ji bo vê jî divê wezîfeyên exlaqî û polîtîk bêne bicihanîn. Tevî dorgirtinên modernîteya kapîtalîst hemûyan, pêşengiya PKK’ê di vê çarçoveyê de li wezîfeyên xwe xwedî derkeve dikare bi ser bikeve. Di vê rewşê de şert e ku kadro xwe perwerde bikin û felsefeya jiyana azad bikin şêwazê xwe yê jiyanê. Partî bi tevahî li dijî her cure êrîşên ji derve û hundir bi tenê dikare xwe bi nasnameya îdeolojîk û polîtîk biparêze; bibe xwedî hêza pêngavê û bi civakê re bi yek be. Kadroyên partiyê divê bi temamî di warê îdeolojîk û polîtîk de têra xwe hebin, nexasim divê di her şert û mercî de xwedî wê hêzê bin ku girêdana xwe ya bi exlaqê jiyana azad re nîşan bidin. Di çanda Rojhilata Navîn de ‘insanê kamil’ heye ango ew ferdê têra xwe dike, divê kadroyê partiyê jî bibe xwediyê wê hêzê ku karibe bibe ‘insanê kamil’ û vê aktualîze bike û pêk bîne. Divê xwediyê wê hêzê be ku karibe li ber tevahiya şêwazên jiyanê û îdeolojiyên desthilatgir, mîlliyetgir, cinsiyetparêz, dîndar, lîberal korker û ji heqîqetê dûr dixin rabe û wan pûç bike. Di tevahiya serdeman de hewcedarî bi insanên kamil hebû û herî zêde jî roja me ya îro pêdivî bi wan heye û kengî mirov bibe kadroyê modern ê sosyalîst ev pêkan e. Bi tenê bi van kadroyan mirov dikare xwe li pêvajoya avakirina jiyana neteweya demokratîk rakişîne. Dema hewce bike, divê her kadro karibe xwe veguherîne bi sedan rêxistinên neteweya demokratîk û bi vî awayî di wezîfeya xwe de bi ser bikeve. Naxwe kadroyek û rêxistina wî di bin bandora şêwazên jiyanê û îdeolojiyên navbihurî de bi tenê dibe çavkaniya pirsgirêkan. Her kadroya/ê pêşeng a/ê di warê îdeolojîk, polîtîk, exlaqî û rêxistinî de têra xwe bike, serketina wê/wî ya di avakirina neteweya demokratîk de misoger dibe.
Divê mirov li têkiliyên hevaltî û hevrêtiyê baş serwext bibe. Têkiliyên hogirî û hevrêtiyê naveroka têkiliyên civakî nîşan didin an jî divê nîşan bidin. Çiqasî civaka dîrokî nîşan didin divê ewqasî civaka siberojê jî nîşan bidin. Bi awayekî bingehîn têkiliyên îdeolojîk in; têkiliyên heqîqetê ne ku îdeolojî wan derdixe holê û rê li wan vedike da ku darî çav bibin. Di vê çarçoveyê de yekîtiya du heval û hevriyan bi tenê yekîtiyeke îdeolojîk nîne, di heman demê de yekîtiyeke heqîqetê ye ku kapasîteya îdeolojîk rê li ber vekiriye yan jî divê bi vî rengî pêk bê. Eger du hevalan bi rastî xwe gihandibin sirr û raza hevrêtiyê û bûbin yek, divê mirov vê weke temsîla bihêz a heqîqetê fêhm bike. Mirov bibe hevriyê hevriyan tê wê maneyê ku mirov ji heqîqeta tê temsîlkirin para xwe digire. Ji bilî vê, divê mirov badilhewa li maneyeke hevaltî û hevrêtiyê negere. Yên ku derdekî wan ê mezin ji bo heqîqetê tinebe divê nekevin vê ‘riyê’. Yên li pey hewes, xerîze û berjewendiyên besît nikarin bibin heval û hevrê. Bi van kesan re hevrêtî nabe. Kesên bi awayekî çavkorî bawer dikin, kesên bi hisên fanatîk aqlê xwe berdayî, bi wan re jî hevrêtî nabe. Tew kesên ji îdeolojiya zilam û pîrektiyê nebihurî, kesên nikarîne têkiliya besît a nêr û mêtiyê bişikînin û cîhana xwe ya zêhniyetê azad bikin divê behsa hevrêtiyê nekin û badilhewa nekevin vê riyê. Têkiliya hevrêtiyê divê ji peran, mal, milk, zilamtî-pîrektî, hewesa alavan, çûyîna li pey nefsa xwe, rabûna bi hesreta desthilatdariyê, wêrekiya çavkorî an jî tirsîn û her cure gotin, çalakî û têkiliyên mirovî ji rêwîtiya heqîqetê bigirin û nehêlin xwe bigihîne nasnameya wê ya temsîlê, divê dûr bisekine. Divê bi awayekî serketî li ber tehlûkeyên bi vî rengî bisekine. Di heman demê de divê xwe bi wê hêza îdeolojîk, polîtîk, exlaqî û rêxistinî gurçûpêç kiribe ku karibe di her şert û mercî de heqîqetên mezin bîne ziman û pêk bîne. Eger partiya behsa yekîtî û yekbûna wê tê kirin di vê çarçoveyê de têkiliyên hevrêtiyê pêk bîne, pêkan e. Bi vî awayî, dikare bibe îrade û berdevkê civaka dîrokî û paşeroja wê. PKK jî bi tenê bi van pîvanên têkiliya hevrêtiyê dikare bi rola xwe ya dîrokî û civakî rabe.
PKK bi awayekî berbiçav û bi awayekî aktuel bi du pirsgirêkên bi qasî çiyan mezin rûbirû ye. Bêguman em behsa pirsgirêka şer an aştiyê dikin ku têkiliyeke xurt a diyalektîkî di navbera wan de heye. Neteweya demokratîk mafek e, û di çareserkirina aştiyane ya pirsgirêka Kurd de weke xwestek formula herî zêde nêzî çareseriyê û ya di asta herî jêr de ye. Lê statuya qirkirinê ya li ser Kurd û Kurdistanê, xwe bi ti awayî naxweza nêzî formula çareseriya demokratîk aştiyane ya di nava yekparebûna dewleta netewe de bike. Ji ya xwe nayê xwarê û israr dike ku xwediyê hêz û mafê îmha û înkarê ye. Yekdestdariyên mêtinkariyê û hêzên dewleta netewe yên Kurd û Kurdistan di nava xwe de parve kirine tevî ajan û hevkarên bi koka xwe Kurd, dixwazin siyaseta qirkirinê bi xapên weke ‘mafên ferdî’ bixemilînin, bi maske bikin û dîsa dewam bikin. Vê weke mafê xwe yê çînî û neteweyî yê dev jê nayê berdan dihesibînin. Di nava yekparebûna dewleta netewe de be jî ev helwest derfetê nade çareseriya aştiyane û demokratîk. Eger çareseriya aştiyane û demokratîk nebe, ev tê wê maneyê ku rêbazên berevajiyê vê wê bêne meşandin ango ji hemû aliyan ve; şerê qirkirinê bi rêbazên eskerî, siyasî, civakî, çandî, ekonomîk, dîplomatîk û psîkolojîk ve bi awayekî yekpare wê bê meşandin. Jixwe ya li ser kar jî ev şerê qirkirina Kurdan e ku beşekî mezin bi dizî û sergirtî tê meşandin. Ev şerê qirkirinê ji sedsalî zêdetir bi awayekî yekalî û bi gelek hevgirtiyan tê meşandin û armanca wî ew e, Kurdan ji dîrokê bibe, koka wan biqelîne û bike civakeke ji azadiyê bêpar.
Bi dersên ji şerê sîh salên dawî bêne girtin, mirov karîbû çareseriyeke demokratîk û aştiyeke manedar pêk bianiya. Bêyî ku mirov hewcedarî bi dewletdariya netewe ya Kurd bibîne, heta bêyî ku mirov dewletên netewe yên serdest veguherîne şêweyên federasyonan çareseriya herî serketî ya pêkan bû, mafê bûyîna neteweya demokratîk bû. Li ser vî bingehî, di encama diyalogên bi dewletê re Rêbertiyê ‘Nexşeya Rê’ ya ji 160 rûpelan amade kir, wê têra xwe pîvanên aştî û çareseriya hewce îfade dikirin. Lê beşên nava dewletê yên bandora rêûresma qirkirinê gelekî li ser wan û olîgarşiya polîtîk (amûra propagandayê ya dewletê) dikin nakin nikarin di warê çareseriya demokratîk û aştiyane de biryarê bidin. Tevî ku KCK’ê gelek caran agirbestên yekalî ceribandin jî bersiva li bendê ma negirt. Rewşeke wisa heye ku mirov mîna li ser êgir be, li ser sêleke sincirî be. Eşkere ye ku wê ev rewş zêde dom neke. Yan herdu alî wê bikevin nava pêvajoyeke lihevkirinê ya têde li ser pîvanên sereke yên çareseriyeke aştiyane û demokratîk a bi awayekî mayînde, bi rûmet û manedar li hev bikin, yan jî di ser pêvajoya şerê sîh salan re qonaxeke şer a dijwar û dawî wê pêk bê. Divê PKK ji her alî ve li ser herdu pêvajoyan hûrûkûr bifikire. Ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyeke bi rûmet qabîliyeteke mezin a entelektuel û polîtîk divê. Çareseriya aştiyane û demokratîk a behsa wê tê kirin divê bi tevahiya gel re bê parvekirin. Ne bi tenê ji bo serwextbûna li wê, divê gel di çarçoveya wê de bê perwerdekirin, bê birêxistinkirin û bê çalakkirin; lewma divê bi hezaran civînên guftûgo û biryarê, bi hezaran rêxistinî û çalakî bêne kirin. Ji ber ku çareseriya aştiyane û demokratîk a em behsa wê dikin, wê ji tevahiya mirovatiyê û gelên herêmê re bibe mînakeke aştiyê ya dîrokî û şêwazekî çareseriya siyasî ya demokratîk.
Ji van herdu pirsgirêkên bi qasî çiyan mezin, îhtîmala pêkhatina şer bêhtir xuya dike. Lewma divê mirov serê xwe li ser pirsgirêkên şer biêşîne. Em dema li tecrûbeyên sîh salên şerê rabihurî dinêrin, em dibînin pirr bi amatorî, heta bi gelek provokatorî, bi kêm şêwazê gerîllatiyê, bi şêwazekî nîvserîrakirin û nîv-gerîllatiyê hatiye meşandin. Di dema pêş de şêwazê şer bi vî awayî nabe. Beriya her tiştî gel êdî gelê berê nîne; şer wê di asta şerê rastî yê gel de bimeşe. Piştî ezmûn û tecrûbeya sîh salan, divê pêşengtiya şer ango HPG erkdar be ku xwe bi tevahî li gorî şerekî bajar û çiyan amade bike, bi şev û roj, hem zivistanê û hem havînê, li gund û li bajêr, li deşt û li çiyê, bi deh hezaran mirovî di heman pêlê de li her qadê ji bo şerê muhtemel e biqewime, bixe nava tevgerê, bimeşîne û kontrol bike. Herçiqasî ev şerê di çarçoveya KCK’ê de bê meşandin jî PKK di dema şerê nû de divê ji aliyê îdeolojîk, polîtîk, exlaqî û biryarê ve berpirsiyariyê parve bike. Divê weke berê şerê partîzaniyê, nîv-serîrakirin nîv-gerîllatî û heta şerên bi awayê asî-awareyan dubare nebin, dubare bibin jî wê neyê qebûlkirin û pêwîst e ku li gorî vê xwe bikin xwedî qabîliyet. Qonaxa nû ya şer, çiqasî dijwar dibe bila bibe, bi tevahî pirsgirêkên derkevin holê divê bi biryardarî û hostetiyeke exlaqî, polîtîk û îdeolojîk ji her alî ve û di dema xwe de bersiva wan bê dayîn. Bi qasî ku mirov tevahiya şert û mercên derve û hundir binirxîne, divê mirov xwe li aliyên şer pêde biçe hemûyan di dema xwe de rabigire û bi berpirsiyariya ku wê bi kêra xwe bîne, tevbigere. Li aliyê PKK’ê nabe ku mirov weke berê bêhn fireh be, li nekarîn û jiheqderneketinên wan qebûl bike. Bi qasî hesabdanê hesabpirsîn jî wê dijwar bibe. Weke berê kes wê nikaribe ji berpirsiyariyê bireve yan jî kes wê nikaribe pişta xwe bide pratîkên tesfiyekar û xwe rizgar bike û bifilite. Rastiya partî û gel a heyî wê derfet û îmkanê nede vê yekê. Jixwe aqûbeta hêmanên revok û tesfiyekarên berê nediyar e, yan jî xweş nîne. Dewlet jî bi rastiyên xwe yên rabihurî re rûbirû dibin û hewl didin xwe pak bikin, lê rewşa hêmanên îtîrafkar, hevkar û tesfiyekar encama xwe ya xeternak eşkere nîşan dide.
Ji niha û pêve her tişt wê yan bi aştiyeke bi rûmet û çareseriyeke demokratîk, yan jî bi şerekî dawî yê topyekûn ve girêdayî manedar bibe û nirxa xwe ya jiyanê çêbibe. Jê wêde her tişt wê di bin piyan de biçe. Demên dîrokî, bi biryar û çalakiyên dîrokî derbas dibin. Jê pêve li ber bayê xeyal û derewan diçe. Yên weke ferd, rêxistin û gel, weke dewlet û partî xwe ji demên bi vî rengî re amade nekiribin, yên amade kiribin û nikaribin bersivê bidin, bivênevê cihê wan sergo û çopa dîrokê ye. Eger PKK bi dersên ji tecrûbeyên rabihurî derxe aktualîteyê ji her aliyî ve binirxîne û amadekariyên xwe têra xwe bike û bi heman biryardarî û wêrekiyê bi ser pratîkê de biçe dikare ji heqê van herdu wezîfeyên dîrokê bê. Ji pêvajoyê mirov li benda serketinên mezin an jî têkçûnê be, realîst nîne. Ji sedî sed encam wê li gorî aştiyeke bi rûmet û çareseriyeke neteweyî ya demokratîk a bêhtir zelalbûyî be. Ji vê û pêve, her tişt wê di gerîneka qirkirinê de wenda bibe ku rewşa mirovatiya heyî wê derfet û îmkanê nede vê.
Tevahiya şert û mercan bûyerên muhtemel ên pêvajoya li pêşiya me bi qasî şoreşên mezin ên Rûs û Fransî yên di dîrokê de qewimîn girîng dikin. Çi bi şer pêk bê, çi jî bi aştiyê pêk bê, gelê Kurd ne bi tenê ji bo xwe çareseriya pirsgirêka neteweyî demokratîk pêk tîne, gavekê diavêje ji bo tevahiya herêma Rojhilata Navîn û mirovatiyê maneyeke xwe ya mezin heye. Bi vê gavavêtinê li dewletên netewe yên modernîteya kapîtalîst yeke nû zêde nabe, tevlî statuya kapîtalîst a ji zû ve hatiye amadekirin nabe, beşdarî yekdestdarî û cîhana pîşesazan nabe; rohniya şaristanî û modernîteya nû dide. Gavavêtina vê modernîteyê ku mirov dikare wê weke modernîteya demokratîk jî bi nav bike, ji çanda Rojhilata Navîn re ku di yek ji demên xwe yên herî kaotîk de ye, dikare riya çareseriya hewce nîşan bide. Ev nirxa rola xwe ya çareserker hê ji niha ve, nexasim bi Iraqê (Ûrûk) îspat kiriye. Ev pêvajoya pêk tê ku bi awayekî mirov dikare jêre ‘Şerê Cîhanê Yê Sêyemîn’ bibêje, mîna di dema şeveqavêtina dîroka şaristaniyê de rola Proto Kurd li qûntara Zagros-Toros pê rabûn bi awayekî heman rengî dide ber PKK’ê û ji bo bi vê rolê rabe wê dike namzet. Lê vê carê, li ser xeta civakeke bê çîn, bê dewlet, bajarên ekolojîk, ekonomiya karê nake armanc û demokratîk ji PKK’ê tê xwestin li gorî şaristaniya nû û modernîteya demokratîk bibe namzetê vê rolê. PKK’ê ji serî ve xwe li gorî vê rola dîrokî da naskirin. Herçiqasî gelek kêmasî û şaşiyên wê hebin jî sîh salên wê yên dijwar îspat kirin ku dikare bi vê rolê rabe. Gelê Kurdistanê yê PKK bang lê dikê, bersiva erênî daye. Kurdistan êdî di wê bêdengiya mirin û goristanê de nîne. Pêvajoya li pêşiya me çi bi şer û çi jî bi aştiyê bi ser bikeve, di encamê de wê bibe serdema avabûna neteweyên demokratîk. Bi vî awayî di çanda şaristaniya Rojhilata Navîn de bi hezaran sal in, dekûdolabên şaristaniya çînî, bajarî û dewletdarî yên ku her dever kirin gola xwînê, qebîle, dîn, mezheb û netewe bera qirika hevdu dan, li ser bingehê yekparebûna neteweya demokratîk wê serdema modernîteya demokratîk hilê.”
JI PIRTÛKA “PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK” HATIYE WERGIRTIN