“Li Idlibê çi diqewimê? Şerê li vê herêmê berdewam dike, bi kê çi dide qezenc kirin? Komên terorîst ên li vê herêmê ji hêla kê û çawa tên parastin? Komên çete yên li herêma Idlibê hatine bicihkirin ji bo ewlekarî û parastina herêmê tehdîdin an na? Bêguman mirov dikare pirsên bi vê rengî hîn zêdetir jî bike. Lê gelo îradeya siyasî ya ku bi hemû cûreyî îradeya gelan tune hesap dike û di diktatoriya xwe de israr dike, dikare bersiva van çend pirsên hesan û rehet bide?
Beriya her tiştî pêwîst e em baş fam bikin ku îro dengeyên li herêma Idlibê hatine avakirin ji bo hemû dewletên li herêmê xwedî plan û projene ne biguman e. Ji ber ku komên çete yên li vê herêmê hatine bicihkirin ji hêla dewleta tirk ve tên kontrolkirin û parastin ev herêmên bûye navenda kaosa şerê Sûriyeyê jî. Lewma mirov dikare bi rehetî bêje ku dewleta tirk di vê herêmê de bi alîkariya komên çete dixwaze di pirsgirêka Sûriyeyê de bibe xwedî gotin. Her wiha di demekî dirêj de jî ji kaosa heyî sûd werbigire û mîna Qibrisê mafê mûdaxeleya vê herêmê jî bike, di xwe de bibîne.
Bi demê re dê dewleta tirk bixwaze bi hinceta li herêmê kaos heye lewma aramî nayê avakirin, rejîm nikare mûdaxeleyî rewşa heyî bike, komên terorîst ên li herêmê bi cih bûne ji bo dewletên cîhanê tehdîdin û ji bo qaşo yekparetiya Sûriyeyê biparêze têkeve vê herêmê. Tiştê heya niha dihat kirin amadekariyên vî planî ye. Em ji bîr nekin ku dewleta tirk dewletek dagirker û şerxwaze. Lewma wê bixwaze xwe bi rêya şer di herêmê de bi temamî bi cih bike.
Ji ber dewleta tirk xwedî planên wisa qirêj e ew dixwaze li herêmê rewşa kaosê berdewam bike. Ji vê rewşa heyî ew dixwaze sûd werbigire û planên xwe pêk bîne. Ji bo planên xwe jî pêk bîne herî zêde pêwîstiya wê bi komên terorîst heye. Lewma di roja me ya îroyîn de Erdogan di qada navnetewî de mîna nûnerê van komên çeteyan tevdigere.
Ji ber ku herêma Idlibê di erdnîgariya Sûriyeyê de xwedî cihekî stratejîk û girîng e bi rênîşandayîna dewleta tirk ve komên çete li vê herêmê hatin bicihkirin. Bi vê ve dewlata tirk xwest rejîm nikaribe bi rehetî xwe nêzî sînorê Tirkiyeyê bike û mûdaxeleyî bûyerên ku li ser sînor diqewimin bike. Dewleta tirk jî bi hinceta bûyerên li ser sînor diqewimin ewlekariya wan tehdît dike mafê mûdaxeleyê jî bi dest bixin. Ji bo ku li herêmê komên çete jî lewaz nebin alîkariya leşkerî û lojîstîkî bê navber da meşandin. Lewma dema mirov tekîliyên di navbera komên çete û dewleta tirk dinirxîne pêwîst e mirov planên destrêjiya dewleta tirk a ser axa Sûriyeyê jî baş bibîne. Ji ber vê yekê mirov nikara li herêmê dewleta tirk û komên çete ji hev cûda bigire dest.
Rast e li herêmê tehdîda herî mezin DAIŞ’ê. Lê DAIŞ kî ye? DAIŞ navek e. Îdeolojî û mejiyên DAIŞ’ê di herêma Idlibê de ji hêla dewleta tirk ve tê parastin. Îro bi pêşengiya dewleta tirk ve li vê herêmê bi navên cuda komên çete yên mîna DAIŞ’ê tên avakirin. Lewma DAIŞ çawa ji bo hemû cîhanê tehdîdek mezin bû ev komên çete yên li vê herêmê hatine bicihkirin jî heman tehdîdê ava dikin. Ev komên terorîst ên ku di bin parastina dewleta tirk de xwe birêxistin dikin ji bo yekitiya gelan astengiya herî mezin e. Lê ji ber ku ev hêza terorîst bi awayekî berjewendiyê dewleta tirk diparêze, dewleta tirk naxwaze û nahêle kes mûdaxelayî vê herêmê jî bike.
Armanca hemû hêzên ku dixwazin kaosa Sûriyeyê bi dawî bibe ew e ku yekparetiya axa Sûriyeyê ye. Erdogan bi hinceta kurd dixwazin axa Sûriyeyê parçe bikin dixwaze êrîşî Rojava û bakurê Sûriyeyê bike. Armanc û daxwaza Erdogan ew e ku li herêmê kurd nebin xwedî maf. Naxwe wek me di jor de jî got armanca wî ne aramiya herêmê ye. Ji ber ku li herêma Idlibê li ser komên terorîst ên ku di bin parastina Erdogan de ne li hêla koalîsyona navnetewî û Rûsyayê ve di bin zextên mezin de ne Erodgan dixwaze ji bo wan herêmê nû ava bike û bi vê ve berê şer bide guhertin. Nirxandina Erdogan a di civîna Netewê Yekbûyî de jî vê yekê destnîşan dike. Kesê ku di her firsetê de qala yekparetiya axa Sûriyeyê dike çima dixwaze herêma Idlibê ji Sûrîyeyê qût bike. Çima li herêmê mîna dagirker tevdigere. Çima astengiya ji mûdaxeleyên rejîmê re derdixe. Bersiva van pirsan ez bawer im ku ji hêla herkesê ku li ser mijarê xwedî zanyare tê zanîn.
Di van çend rojên dawî de pêşketinên li herêmê diqewimin wisa dide nîşandan ku dê li herêmê rewş bê guhertin. Diyar e wê Amerîka jî tev li hêza mûdaxelaya Idlibê bibe. Her çiqas ji bo mûdaxelaya herêmê Amerîka û Rûsya li hev kiribin jî, lê ji bo ewlekariya herêmê ev herdu hêzên mezin mîna hev nafirikirin. Rûsya dixwaze herêm bi temamî derbasî bin kontrola rejîmê bibe. Bi vî rengî êdî rejîma Esad wê bikaribe li herêmê mîna berê desthilatdariya xwe berdewam bike. Lê Amerîka ji bo herêmê cûda difikire, niyeta Amerîka ew e ku li şûna komên çete yên radîkal ku bi her awayî bi dewleta tirk ve girêdayîne, komên îslamîst ên ku ji hêla Erebistana Siûdî û Misirê ve bên rêxistinkirin li herêmê bi cih bike. Bi vî awayî dê li herêmê hem bandora Tirkiyê lewaz bike û him jî dê nehêle ku rejîm jî bibe xwedî hêz. Lewma Erdogan ji bo bikaribe li herêmê komên terorîst biparêze dixwaze mîna Efrînê êrîşî herêmê kurda bike. Ger planên Amerîka û Rûsyayê li herêmê pêk were wê demê xeteriya li ser herêmê kurd jî zêde bibe. Ji ber plan û projeyên li ser herêmê hîn bi dawî nebûne pêwîst e kurd jî li herêmê xwe ji bo hemû tiştî amade bikin û li gor wê siyasetê bikin.”
ÇAVKANÎ: e-rojname – Êrîş Qoser