NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bersiv da pirsên Hewlatî ku li Başûrê Kurdistanê tê weşandin.
Beriya çend hefteyan ji berpirsyarên KCK’ê bi taybetî Mûrat Karayilan û Cemîl Bayik ji bo Başûrê Kurdistanê peyam dan. Bersiva hikumeta Başûr ji bo van peyaman çi bû?
Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd em yekîtiya Kurdan li Rojhilata Navîn gelekî girîng dibînin ku li herêmê Şerê Dinyayê yê Sêyemîn didome. Di Şerê Dinyayê yê Yekemîn de Kurd lawaz bûn, ji ber ku pêşengên wan nebûn û ne yek bûn Kurdistan bi çar parçeyan hate parçekirin û li ser van her çar parçeyan polîtîkaya qirkirinê hate meşandin. Niha li Rojhilata Navîn Şerê Dinyayê yê Sêyemîn didome. Şerek tê meşandin ku tê xwestin hevsengiyên berê bên hilweşandin û hevsengiyên nû bên avakirin. Ev yek di heman demê de tê wê wateyê ku wê li tevahiya Rojhilata Navîn statukoyên nû bên avakirin. Di rewşeke bi vî rengî de ji bo Kurdan ku bi rengekî neyînî ketin bin bandora statuko û hevsengiyên piştî Şerê Yekemîn ê Dinyayê û hatin qirkirin, derfet û firsend derketine holê. Li Rojhilata Navîn Şerê Dinyayê yê Sêyemîn didome. Welatên herêmê hemû di nava vî şerî de ne. Bi taybetî dewleta Tirk ku serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike di nava şert û mercên Şerê Dinyayê yê Sêyemîn de ji bo Kurd sûdê wernegirin her rê û rêbazên qirêj diceribîne. Li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li her cihî şer ragihandiye. Dibîne ku Kurd rêxistinbûyî ne, veguherîne hêza siyasî û di nava têkilî û tifaqên cuda de ne. Dibîne ku eger pêşî lê neyê girtin wê di nava şert û mercên Şerê Dinyayê yê Sêyemîn de Kurd wê li Rojhilata Navîn bibin xwedî statuyeke xurt û di encama vê yekê de pêşî li polîtîkaya qirkirina Kurdan bê girtin ku ev qirkirin armanca bingehîn a dewleta Tirk e. Ji ber vê yekê li dijî gelê Kurd şer ragihandiye. Stratejiyeke bi tenê ya dewleta Tirk heye; bi qirkirina Kurdan re dixwaze Kurdistanê veguherîne qada belavbûna netewetiya Tirk. Bakurê Sûriyeyê, Başûrê Kurdistanê jî di nav de. Di rewşeke wiha de, di demekê de ku hem derfetên mezin ên qezençkirina Kurdan zêde bûye, hem jî dijmin ji bo astengkirina destketiyên Kurdan dijmin zexteke giran dike, bêguman em ê peyamên girîng bidin rêxistinên Kurdan hemûyan. Di demeke wiha de parçebûn û şerê navbera Kurdan wê ne tenê zerarê bide partiyekê; wê zerarê bide gelê Kurd hemûyan, zerarê bide partiyên Kurdan hemûyan. Lewma em parçebûn û şerê navbera Kurdan rast nabînin. Di nava şert û mercên Şerê Sêyemîn ê Dinyayê de Kurd nikarin li parçeyekî tenê bigihêjin armanca xwe. Misogeriya destketiyên li her parçeyî yekîtiya Kurdan e. Her wiha têkoşîna li çar parçeyan e. Ji ber vê yekê ji ber şert û mercên siyasî û şerê li Rojhilata Navîn em bi berpirsyariyeke dîrokî radibin û ne tenê ji bo hikumeta Başûrê Kurdistanê em peyamên erênî û yekîtiyê didin partiyên siyasî yên Kurdan hemûyan. Em destnîşan dikin ku divê pirsgirêkên navvxweyî bi feraset û rêyên demokratîk çareser bikin.
Di heman demê de bi van bangan em dixwazin polîtîkayên dewleta Tirk û hin hêzên din têk bibin ku ew hêz dixwazin şer di navbera Kurdan de derxînin. Dewleta Tirk bi taybetî dixwaze hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û Tevgera Azadiyê ya Kurd li dijî hev rake û wan bide şerkirin. Bi lawazkirina Kurdan dixwaze serwerî û otorîteya li ser Kurdan xurt bikin. Em naxwazin ku bikevin vê xefika dewleta Tirk. Em dixwazin polîtîkayên dewleta Tirk têk bibin ku ew polîtîka dijminatiyê li Kurdan dikin û armanca xwe qirkirin e. Ji ber vê yekê me bang li partiyên siyasî û hikumeta Başûrê Kurdistanê kirin, me peyam dan wan. Ev peyam û bangên me didomin, em didomînin. Her wiha em nameyan dişînin. Bi vî rengî em dixwazin, di nava van şert û mercan de ku bi qasî derfetan xeterî jî mezin e, pirsgirêkan sivik bikin, ji holê rakirin, têkiliyan sererast bikin. Ji vê yekê xwezayîtir tiştekî din nîne. Ji ber ku rastî weke ku me gotine. Hîn jî li Rojhilata Navîn statuya wan nediyar e. Hîn ne diyar e ku rewşa Tirkiyeyê, ya Sûriyeyê, ya Iraqê, ya Îranê wê çi be. Xwerakişandina li hev, şer didome. Ti nîşane nîne ku eşkere bike wê di demeke nêz de şer bi dawî bibe. Ev rewş bêguman ji bo Kurdan hem firsendan hem jî metirsiyan bi xwe re tîne. Di rewşeke wiha de, di rewşekê de ku di navbera hêzên siyasî yên Kurd de pirsgirêk hene, gelo çêdibe ku em tenê lê temaşe bikin an jî qebûl bikin ku ev pirsgirêk bidomin an jî kûr bibin? Çêdibe ku em vê yekê ji nedîtî ve bên? Lewma me bang kirin. Ji bo van bangên me bersiveke yekser a erênî nehate dayin. Bêguman di asta jêrîn de hevdîtin dibin, têkilî qut nîne. Peyamên ku em ji çavkaniyên vekirî didin bêguman digihêjin cihê xwe. Li aliyê din ji têkiliyên di asta jêrîn de peyam diçin û tên. Di danûstandina van peyaman de nêzîkatiyên neyînî nînin. Tê gotin ku wê hin tiştan li ber çavan bigirin. Lê belê em nikarin bêjin ku di asta peyamên me de ji hikumeta Başûrê Kurdistanê bersiv hatiye dayin. Bi rêya dostên me yên hevpar, bi rêya hin kesên ku têkiliya me û wan pê re heye hin peyam tên dayin û tên wergirtin. Nêzîkatiyên neyînî nînin. Bêguman ev nayê wê wateyê ku pirsgirêkên heyî hatine çareserkirin. Ji ber ku di polîtîkaya Kurdan de rêbazek afiriye. Dema ku bi rengekî vekirî ya jî bi hev re diaxivin an jî peyaman didin, nêzîkatiyên tund an jî têkiliyê qut dikin nayên dîtin. Rêbazeke bi vî rengî afiriye lê belê di pratîkê de tiştên cuda tên nîşandan. Rewşeke bi vî rengî heye. Ji ber vê yekê peyamên nerm ên bi rêya dostên hevpar an jî neyekser tên dayin di pratîkê û polîtîkayê de bersiva xwe nabîne. Ji ber vê yekê em nabînin ku bi rengekî rasteqîn bersiveke erênî ji peyamên me re tên dayin. Ambargoya hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li ser Mexmûrê bi rengekî şênber ji aliyê tevahiya gelê Kurd ve tê dîtin. Ambargoya li dijî Mexmûrê weke ku li dijî Tevgera Azadiyê nîşan dide. Ji wan heye ku devera herî lawaz a bi Tevgera Azadiyê re têkildar e ew dever e. Di ser wê derê re li dijî Tevgera Azadiyê helwest hatiye nîşandan û peyam hatiye dayin. Eşkere ye ku ev yek jî rêbazeke rast nîne. Lewma nepêkane ku mirov bêjin peyamên me yên erênî yên ji bo hikumeta Başûrê Kurdistanê bersiva xwe dîtiye.
Di peyamekê de we gotibûn ku pêşmerge li dijî gerîla ketine çeperê. Mebesta we ji vê yekê çi bû û piştî peyama we gelo ew rewş hîn didome?
Belê, ji bihara 2019’an û vir ve me li gelek herêman dîtin ku pêşmergeyên PDK’ê dixwazin li dijî gerîla bikevin çeperê, ketine nava hewldanên bi vî rengî û li hin deveran ketine çeperê. Her wiha ragihandin ku ew dixwazin li hin deveran qereqolan ava bikin, ku ew deverên wan qalê dikir dihate wateya dorpêçkirina gerîla ku nedibû me qebûl bikira. Di sala 2018’an de ji xwe dewleta Tirk êrîşî herêmên Lêlîkan û Xakurkê kiribû û hin gir dagir kiribû. Dixwaze di sala 2019’an de vê yekê berfirehtir bike û bidomîne. Li herêmên Xakurkê liv û tevgereke bi vî rengî pêk hatibû, her wiha hêzên xwe danî Şekîfê û hin qadên Xakurkê. Dewleta Tirk her wiha dixwaze li hin girên nêzî qadên gerîla bi cih bibe. Dixwaze li hin deveran bikeve çeperê û dagirkeriya xwe xurtir bike. Di demeke wiha de ku dewleta Tirk êrîşên giran li dijî gerîla dike, me dît ku PDK’ê pêşmergeyan dişîne qadên nêzî baregeh û herêmên gerîla û ketine çeperê. Ev bi rastî jî nêzîkatiyên metirsîdar in. Bêguman em van bi baldarî dişopînin. Li aliyekî dewleta Tirk bi navê Pençe 1-2-3 nizanim çend êrîşî qadên gerîla dike, li aliyê din jî bicihbûna pêşmergeyên PDK’ê li deverên nêzî herêmên gerîla ku tê wateya dorpêçkirina gerîla, bêguman rewşeke bê qebûlkirin nîne. Nabe ku em vê yekê weke rewşeke asayî bibînin. Ji ber ku ev liv û tevger di demeke zêdebûna êrîşên dewleta Tirk de pêk tê, em neçar in ku bi rengekî cuda binirxînin. Lewma me destnîşan kir ku li dijî nêzîkatiyên avakirina qereqolan ên tên wateya dorpêçkirina hêzên gerîla em ê helwestê nîşan bidin. Di demekê de ku dewleta Tirk dixwaze me dorpêç bike û bieciqîne, bicihkirina hêzên PDK’ê li hin deveran ku ev hêz bi dewleta Tirk re xwedî têkiliyeke xurt e, ji bo me ne ya qebûlkirinê ye. Li gelek deveran pêşmerge ketin nava liv û tevgerê. Li Xakurkê, Xinêrê, derdora Lolanê, li Behdînanê, Garê ketin nava liv û tevgerê. Her wiha li hin deveran hêzên xwe yên taybet anîn, ketin nava çeperan ku dihate wateya dorpêçkirina hêzên me. Ev rewş ji bo me cidî bû. Em li gorî berpirsyariya xwe ya neteweyî nêzîkatiyên bi baldarî û maqûl nîşan didin. Em hewl didin nerazîbûn û helwesta xwe bi pîvan nîşan bidin. Lê belê carna gihandin wê astê ku nepêkan bû em nêzîkatiyeke nerm nîşan bidin an jî bi hesasiyet tevbigerin. Ji ber ku hin çeperên ku avakirin li devereke welê ne ku dikarin bibin sedema şer. Bi navê Tevgera Azadiyê, bi navê tevgereke ku têdikoşe nepêkane ku em hin tiştan qebûl bikin. Ji ber vê yekê dema ku hatin hin deveran me bi rengekî eşkere helwest nîşan dan û me ragihand ku em ê vê yekê qebûl nekin.
Li hin deveran eger vê yekê ferz bikin, ev ê bi rengekî eşkere bibe ragihandina şer. Şer carna bi vî rengî rû didin. Eger hûn tiştekî ku aliyê din qebûl nake û teqez li dij derdikeve ferz bikin, hingî hûn şer didin destpêkirin. Hin çeper û bicihkirina hêzan wê rewşeke welê biafiranda ku di navbera me û PDK’ê de wê şer biqewimiya. Ji aliyekî ve wê birêz Mesût Barzanî bêje; birakujî wê êdî nebe, lê li aliyê din hewldanên ji bo dorpêçkirina gerîla ku ferzkirina şer e, wê bên kirin! Divê kes ne li bendê be ku em vê yekê qebûl bikin. Bêguman em bi rengekî hesas tevdigerin. Li hin deveran em bi rengekî hesas tevgeriyan û nerazîbûna me jî bi pîvan bû. Lê belê li hin deveran me bi rengekî eşkere nîşan dan ku em ê qebûl nekin û eger bi vî rengî bê kirin wê şer rû bide. Di vê çarçoveyê de fêhm kirin ku wê li hin deveran şer rû bide ku hinekî paşve gav avêtin, hêza xwe lawaz kirin û li hin deveran xwe vekişandin. Lê belê hîn jî li hin deveran nêzîkatiyên pêşmergeyan ên ji bo tengavkirina herêmên me hene. Ev yek di demeke welê de hate kirin ku dewleta Tirk êrîşan dike, dibêje ‘me gerîla dorpêç kir, em ê bieciqînin, tasfiye bikin’, lewma ji bo me ne ya qebûlkirinê ye.
Li van çiyayan em ne nû ne, ji destpêka salên 1980’î ve em hene. Di sala 1982’an de em li Lolanê bi PDK’ê re hebûn. Ew wê demê li dijî Saddam têdikoşiyan û di vê demê de têkiliyên me hebûn. Ji ber vê yekê bila ji kesî ne welê be ku em li van çiyayan nû ne. Di demên ku kes lê nebûn, kes lê ne serdest bûn em li van deveran bûn. Me li vê deverê ji bo azadiya gelê Kurd têkoşîn meşand. Di dema vê têkoşînê de jî têkiliyên me hebûn. Di demekê de ku li Rojhilata Navîn şer didome, em li dijî dewleta Tirk şer dikin û li Rojhilata Navîn rewşa ti dewletê nediyar e, ji bo me ne ya qebûlkirinê ye ku PDK bikeve nava nêzîkatiyeke bi vî rengî. Hîn jî hêzên xwe li hin deveran bi cih dike. Bicihbûn û çepergirtina li herêmên gerîla bi dehan sal in, 30-40 sal in lê serdest in, ketina li baregehên girîng ên gerîla, dorpêçkirina van qadan, ne ya qebûlkirinê ye û eger nêzîkatî û helwesteke rast neyê nîşandan wê encamên cuda bi xwe re bîne. Bi dîtina me divê PDK di vê mijarê de bi taybetî bi baldarî tevbigere. Ne tenê PDK, hemû partiyên li nava hikumeta Başûrê Kurdistanê di vê mijarê de divê hesas bin. Ji ber ku di nava şert û mercên Şerê Dinyayê yê Sêyemîn de, di pêvajoyekê de ku li Rojhilata Navîn hevsengiyên siyasî nediyar in, dijminên Kurdan ji bo têkbirina destketiyên Kurdan ketine nava liv û tevgerê, pir pir girîng e ku têkiliyên navbera Kurdan ne neyînî bin. Kêmasiyên xwe hebin jî Kurd bûne xwedî hêzeke siyasî û leşkerî. Bûne xwedî têkiliyên dîplomatîk. Gelekî girîng e ku di demeke wiha de li dijî hev dernekevin û şer nekin. Bêguman yekîtiya neteweyî û tifaq girîng e. Armanca bingehîn ev e lê belê di nava şert û mercên heyî de dijderneketina li hev û şernekirina hev girîng e. Em ê di vê mijarê de hesas û baldar bin. Divê her kes di vê mijarê de hesas û baldar bin.
Di hin peyamên xwe de we gotibûn ku pirsgirêkên navbera we û PDK’ê ne ewqasî giran in ku neyên çareserkirin. Pirsgirêkên navbera we çi ne?
Beriya her tiştî di navbera me û PDK’ê de cudahiya nêzîkatiyê û îdeolojîk heye. Ji aliyê xeta îdeolojîk û polîtîk ve em tevgerên ji hev cuda ne. Cudahiya nêzîkatiya polîtîk û îdeolojîk bêguman nêzîkatiyeke cuda ya li bûyerên polîtîk bi xwe re tîne. Ev yek di mijar û rewşên cuda de helwestên pratîkî, nêzîkatiyên polîtîk ên cuda bi xwe re tîne. Ji ber vê yekê em û PDK di gelek mijaran de xwedî nêrîn û nêzîkatiyên cuda ne. Ev îro jî hene wê sibe jî hebin. Ya girîng ew e ku helwestên ji cudahiya nêrînê bi çi rengî werin birêvebirin û meşandin. Em alîgirê wê yekê ne ku pirsgirêkên ji ber nêrînên me yên cuda rû dane bi nîqaşê, di nava têkiliyê de û di çarçoveya demokratîk de çareser bikin. Ji ber ku her nêrîna cuda divê nebe sedema şer. Bi dîtina me eger nêzîkatiyên li ser bingeha îdeolojîk û polîtîk hebin, hingî rêya çareseriya wan jî divê di çarçoveya demokratîk de bi têkoşîna îdeolojîk-polîtîk be. Ev girîng e, lê belê dijminên Kurdan, hêzên ku dixwazin Kurdan di nava serweriya mêtingeriya qirker de bihêlin, dixwazin cudahiya îdeolojîk siyasî ya navbera hêzên siyasî yên Kurdan bi şêweyên cuda kûr bikin û veguherînin sedema şer. Eger nêzîkatiyeke bi baldarî neyê nîşandan, hingî pirsgirêkên li zemînên cuda dikarin bên çareserkirin dikarin giran bibin, veguherin tengazî û dijderketina li hev. Ji ber vê yekê beriya her tiştî em dibêjin ku divê nêrînên cuda, cudahiya îdeolojîk û polîtîk di zemîna xwe de bên nirxandin û di çarçoveya wê bingehê de nêzîkatiyeke têkoşînê bê nîşandan, di nava têkoşîna îdeolojîk-polîtîk de bên hiştin. Bi dîtina me divê cudahiya nêrînê ji derveyî zemîna xwe neyên derxistin, neyên nepixandin û li zemînên cuda neyên bicihkirin. Ji ber vê yekê bêyî ku bikevin ber bayê hêzên derve, divê bê zanîn ku ew dixwazin şer di navbera Kurdan de derxînin û bi vê têgihiştinê tevbigerin. Bi rastî jî di zêdebûna hin pirgirêkên navbera me û PDK’ê de para dewleta Tirk diyarker e. Ji ber nêzîkatiyên dewleta Tirk hin cudahiya nêrînê û cudahiyên din veguherîn rageşî û bi hev ketinê. Bi dîtina me divê ev rewş nebe.
Di navbera me û PDK’ê de di hin mijaran de nêrînên cuda hene. Mînak; nêrîna me ya li Şengalê û Rojava û nêrîna wan cuda ye. Wekî din di mijara çareserkirina pirsgirêkên Iraqê de nêrînên me ji hev cuda ne. Der barê çareserkirina pirsgirêkên navbera Kurdan ên li Başûrê Kurdistanê nêrînên me ji hev cuda ne. Lewma nêrîna me ya li rewşa siyasî ya li Rojhilata Navîn jî ji hev cuda ye. Weke min got, dema ku ev ji ser zemîna xwe dişemitin û dema hin hêz dikevin dewrê, hingî pirsgirêkan mezintir dike. Mînak; nêrîna me ya li Rojava û ya PDK’ê li Rojava cuda ne. Ya rast ev mijar xwezayî ne. Em ketin nava nêzîkatiyeke welê ku ev di zemîna demokratîk de bên çareserkirin. Em alîgirê wê ne ku li Rojava hemû rêxistin bi rengekî azad û serbest xwe bi rêxistin bikin û bixebitin. Me nêzîkatiya xwe ya bi vî rengî her tim nîşan dan. Em dixwazin Şengal jî xweser be, em xwe li pêşberî Êzidiyan berpirsyar dibînin ku gefa qirkirinê li wan tê xwarin. Dema ku êrîş li Şengalê hate kirin destpêkê gerîla çûn û rê nedan qirkirinê. Ji ber vê yekê em xwe berpirsyar dibînin. Bi dîtina me, divê statuya Şengalê êdî mîna dema beriya êrîşa DAÎŞ’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an nebe. Em dixwazin ew dever hem ji hikumeta navendî hem jî ji PDK’ê xweser be. Em rast nabînin ku ne hikumeta navendî ne jî hikumeta Başûrê Kurdistanê li wê herêmê xwedî serweriyeke navendî bin. Em alîgirê xweseriya wê herêmê ne. Mebesta me jî ji vê ew e ku hem ji Iraqê hem jî ji Başûrê Kurdistanê xweser be. Bêguman hem bi Iraqê re hem jî bi federasyona Başûrê Kurdistanê re têkiliyên xwe dikare hebin, lê belê mafê gotinê û biryardanê divê yê Kurdên Êzidî yên li wê herêmê be. Di mijara statuya siyasî ya Şengalê de nêrîna me û ya PDK’ê ji hev cuda ne. PDK dixwaze serweriya xwe ava bike. Dixwaze vegere dema beriya sala 2014’an. Gelo ev yek pêkan e? Li wê derê qirkirinekê rû da. Divê her kes vê qebûl bike. Berpirsyariya hemû Kurdan e ku Şengalê xweser bikin, ne tenê berpirsyariya me ye. Berpirsyariya PDK’ê ye jî, ya YNK’ê ye jî, ya her kesî ye. Nêzîkatiyên me di vê çarçoveyê de ne. Em karê xweser ê li wê herêmê teşwîq dikin û piştevaniya wan dikin.
Li wê herêmê destpêkê HPG hebû, piştre em vekişiyan. Bi taybetî piştî ku DAÎŞ li herêmê hate têkbirin û hêzên YBŞ û YJŞ gihîştin asta parastina Şengalê me hêzên HPG’ê vekişand. Lê belê di vê mijarê de têkiliyên PDK’ê yên bi Tirkiyeyê re dibin sedema pirsgirêkan. Dewleta Tirk çend caran bombe li wê herêmê barand. Zekî Şengalî qetil kirin, şehîd xistin. Di vê mijarê de nerazîbûna PDK’ê nîne. Normal dibîne, gelo çêdibe ku ev yek normal bê dîtin?
Di mijara Rojava de weke ku me got nêrînên me yên cuda hene. Li Efrînê ENKS’î çûn bûn hevparê dagirkeriya dewleta Tirk. Em di vê mijarê de li bendê ne ku PDK ENKS’ê ji vê rewşê rizgar bike û bike ku bi Kurdên li Rojava re tevbigere. Li wê deverê ENKS û hêzên Kurd dikarin bi hev re tevbigerin. Her kes dikare rêxistinbûna xwe ava bike û di çarçoveya demokratîk de tevlî sîstemê bibin. Lê belê ew naxwazin di nava atmosfereke demokratîk de bixebitin, dixwazin serdest bibin. Di nava nêzîkatiyeke welê de ne ku li bendê ne Tirk dagir bike û radestî wan bike. Di mijarên wekî din de jî nêrînên me ji hev cuda ne. PDK’ê li Başûrê Kurdistanê ciwanên ji Rojava reviyane bi rêxistin kiriye, hêzeke leşkerî ji wan ava kiriye û dixwaze wan bişîne wê deverê, vê yekê ferz dike. Rêveberiya siyasî ya li Rojava jî vê ferzkirinê qebûl nake. Tê fêhmkirin ku çima qebûl nakin. Ji ber ku encamên hebûna du hêzên leşkerî li Başûrê Kurdistanê li pêş çavan e. Kurdên li Rojava naxwazin heman tişt bê serê wan ku ev yek jî tê fêhmkirin. Pirsgirêkên bi vî rengî bi nîqaşkirinê di çarçoveya lihevkirinê de dikarin bê çareserkirin. Wekî din nîqaşên di ser çapemeniyê de tên kirin jî rewşeke neyînî diafirînin. Çareserkirina pirsgirêkan dixitimîne. Ev yek jî bi feraset dikare bê çareserkirin.
Yek ji pirsgirêkên bingehîn jî têkiliyên bi Tirkiyeyê re ye. Tirkiye ewqasî êrîş dike, dixwaze têkoşîna azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê bieciqîne û tasfiye bike, lê belê PDK bi nêzîkatî û helwesta xwe polîtîkayên faşîst ên AKP-MHP’ê xurt dike. Di ser re êrîşan rewa dike. Di her firsendê de ew dibêjin, ’em ne li dijî Kurdan e, em li dijî terorîzmê ne’. Di vê çarçoveyê de têkiliyê bi PDK’ê re datînin. Ji xwe re hincetan nîşan didin. Em nabêjin bila hikumeta Başûrê Kurdistanê bi Tirkiyeyê re têkiliyên xwe nebin, sînor e û hin têkilî dibe, lê belê divê karakterê vê têkiliyê ne li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd be. Di vê mijarê de jî pirsgirêk hene. Di vê mijarê de di çarçoveya ferzkirinên dewleta Tirk de PDK derfetên dagirkeriyê û êrîşan pêşkêşî dewleta Tirk dike, dema ku dewleta Tirk êrîş dike ew jî her tim PKK’ê weke hincet nîşan dide. Bêguman ev yek di navbera me de pirsgirêk e.
Bi dîtina me hin pirsgirêkên navbera me dikarin bên çareserkirin hin jî dikarin bên sivikkirin. Eger nêzîkatiya dewleta Tirk û hin hêzên din esas neyên wergirtin, hingî pirsgirêkên ji ber nêzîkatiyên cuda yên siyasî û îdeolojîk bi nîqaşê, bi axaftinê dikarin bên çareserkirin. Pirsgirêk li ser zemîna xwe bi nîqaşkirinê di navbera Kurdan de dikarin bên çareserkirin. Em ê vê nêzîkatiya xwe her tim bidomînin. Di rewşekê de ku li Rojhilata Navîn hevsengiyên kevn wê hilweşin û hevsengiyên nû wê ava bibin; di nava şert û mercên Şerê Dinyayê yê Sêyemîn de ku ne tenê rewşa Rojhilata Navîn her wiha statuya welatan yek bi yek nediyar e, bi dîtina me pirsgirêkên me yên navxweyî bêyî veguherin kangrenê bêyî veguhere şer, em dikarin çareser bikin, yên çareser nebin jî dikarin sivik bikin.
Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê giran bûn. We diyar kirin ku hûn bi guman in di nava YNK û PDK’ê de hin kes sîxuriyê ji MÎT’ê re dikin. Piştî vê peyama we ji YNK û PDK’ê kesî bersiv nedan. Gelo ev karê sîxuriyê heta niha didome?
Em dixwazin vê yekê destnîşan bikin; MÎT niha xwe li her devera Başûrê Kurdistanê bi rêxistin dike. Di serî de li Behdînanê, li herêmên ku PDK lê serdest e hewl dide xwe li hemû herêman bi rêxistin bike. Berê dixwestin li herêma YNK’ê jî vî karî bikin, lê kêm bû. Dema dawî em dibînin ku li herêma YNK’ê jî karên MÎT’ê zêde bûne. Em vê yekê ne tenê weke propagandayekê, ya jî weke gotinekê, weke gumanekê dibêjin. Em bi rengekî eşkere zanin ku MÎT li Başûrê Kurdistanê di nava rêxistinbûneke berfireh de ye. Li derveyî Tirkiyeyê devera ku herî zêde lê rêxistinbûyî ye Başûrê Kurdistanê ye. Ev rastî rewşeke giran û bi êş e. Bi rastî jî ne tiştekî bê qebûlkirin e ku rêxistineke îstîxbaratê ewqasî ketiye nava parçeyekî Kurdistanê, ketiye nava parçeyekî ku Kurd xwedî statuyekê ne. Me du berpirsyarên MÎT’ê di sala 2017’an de zevt kir. Yekîneyên me yên îstîxbarata dijber du berpirsyarên MÎT’ê zevt kirin. Wan berpirsyarên MÎT’ê agahî dan. Dibêjin ku bi taybetî bi PDK’ê re, li Behdînanê xwedî têkiliyên xurt in. Li gorî agahiyên berpirsyarên MÎT’ê dan YNK bi qasî PDK’ê ji wan re nedibû alîkar. Lê belê di rewşa heyî de hem li herêma PDK’ê hem jî li herêma YNK’ê karê xwe zêde kirine. Em zanin ku bi Parastinê dixebitin. Dibe ku ne bi temamiya YNK’ê re lê belê ji ber ku YNK jî parçeyî ye, bi dîtina me di nava beşek ji nava Zanyarî re jî dixebitin. Bi taybetî nîşaneyên cidî hene ku li gorî vê yekê hin kesên ji nava Zanyarî yên ji herêma Qendîlê berpirsyar bi MÎT’ê re dixebitin. Êrîşên li dijî Qendîlê vê yekê piştrast dikin. Di vê mijarê de me xwe gihandine hin şopan. Rewşa di nava PDK’ê de gelekî metirsîdar e. Em nizanin ku rêveberiya navendî ya PDK’ê çiqasî haya xwe jê heye ku têkiliya MÎT-Parastinê di kîjan astê de ye, çarçove û kûrahiya vê têkiliyê çi ye û di encama vê têkiliyê de çi tê kirin. Lê belê em zanin ku personelên Parastinê û MÎT’ê li Konsolosxaneya Hewlêrê civînên hevpar dikin. Endamên MÎT’ê yên hatin girtin wan bi xwe li vê yekê mikur hatin. Diyar kirin ku wan li Konsolosxaneya Hewlêrê bi rêk û pêk civîn kirine. Her wiha gotin ku kî tevlî van civînan bûn.
Her wiha em dikarin vê yekê bi hêsanî bêjin; êrîşên bi balafirên şer bêyî keşfa cih bi rengekî serketî nabe. Em nabêjin qet nabe, lê belê em zanin ku di êrîşên tên kirine de keşfa cih jî hatine kirin. Keşfa cih tê kirin, ev keşf jî bi balafirên keşfê yên bê mirov tên piştrastkirin û piştre balafir bombeyan dibarînin. Di vê mijarê de tecrûbeyên me jî hene, ji ber ku em di nava şer de ne. Em fêhm dikin ku çi çawa dibe. Em windahiyan didin lê di heman demê de dibin xwedî tecrûbe. Yek ji encamên bingehîn ên ku me ji van tecrûbeyan wergirtine ew e ku di beşeke girîng a êrîşan de îstîxbarata deverê heye. Beriya niha ev êrîş li herêmên bi serdestiya PDK’ê dihatin kirin. Lê belê niha li herêmên nêzî YNK’ê jî tên kirin. Ev yek jî vê nîşan dide; êdî di nava îstîxbarata YNK’ê de jî hinek bi MÎT’ê re dixebitin. Eger destê MÎT’ê yekser di nava rêxistinên heyî yên îstîxbaratê de nebe, nepêkane ku xwe li Behdînanê, Garê, Qendîlê yan jî herêmên din bi rêxistin bike û agahiya werbigire. Wê MÎT yekser bê, wan Kurdan bi rêxistin bike; ev ne karekî hêsan e. Ev cuda ye; li sînor qaçaxçitî tê kirin, hinek hene diçin Tirkiyeyê û tên. MÎT hewl dide van bi rêxistin bike. Ji xwe giraniya xwe didin ser van. Me hinek ji wan tespît kirin û hinek girtin. Lê belê nepêkane ku MÎT yekser li Behdînanê ya jî li herêma Qendîlê di vê astê de xwe bi rêxistin bike. Ji ber vê yekê, li gorî me hîn jî hinek kes ên di nava PDK’ê û Parastinê de bi MÎT’ê re têkildar in, agahiyan didin MÎT’ê û gerîla didin qetilkirin hene. Di nava Zanyarî de jî dibe ku rêveberiya xwe ya navendî nebe, lê belê hinek hene ku bi MÎT’ê re têkildar in, MÎT bi destê wan agahiyan ji Qendîlê û derdorê werdigire. Hin êrîş nîşan didin ku di vê çarçoveyê de hatine kirin. Ji ber ku em van êrîşan bi berfirehî lêkolîn dikin û dibînin ku çawa hatine kirin. Bi kurtasî rewşeke bi vî rengî ya îstîxbaratê-sîxuriyê heye. Bi rastî jî ev yek ji bo PDK’ê ji bo YNK’ê ne rewşeke ku bê qebûlkirin. Destê hin kesan dikeve xwîna gerîla ku kes nikare hesabê vê bide. Ji ber vê yekê em dibêjin, divê PDK û YNK bi van zanibin, li ser vê yekê rawestin û kes û derdorên têkiliya xwe bi MÎT’ê re hene û destên wan ketine xwîna gerîla asteng bikin. Gotina, ‘têkiliyeke bi vî rengî nîne, ne Parastin ne jî Zanyarî têkiliyeke xwe ya bi vî rengî nîne’ tê wateya nedîtina rastiyê. Ji ber vê yekê em dibêjin; hem rêveberiya navendî ya PDK’ê hem rêveberiya YNK’ê hem jî rêveberiya Başûrê Kurdistanê bi giştî bi rengekî cidî li ser van gotinên me bisekinin, van pirsgirêkan çareser bikin û ji bo ev rewşa ku ji bo dîroka Kurdistanê, PDK û YNK’ê rewşeke neyînî ye ji holê bê rakirin, bi berpirsyarî tevbigerin. Ev yek ne tenê bendewariya me ye, ya tevahiya gelê me ye. Her wiha hemû welatparêzên li nava PDK û YNK’ê dixwazin rewşa bi vî rengî ji holê bê rakirin. Ne tenê em, gelek hêz û derdorên li nava PDK û YNK’ê jî ji vê yekê aciz in, qebûl nakin, wê qebûl nekin û divê qebûl nekin.
Eger partiyên başûrî ji bo jinûve destpêkirina pêvajoya aştiyê pêşengiyê bikin, hûnê vê yekê çawa pêşwazî bikin û hûn çiqasî ji vê re amade ne?
Di serî de Rêber Apo tevgera me alîgirê wê yekê ye ku pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk bê çareserkirin. Vê yekê jî bi dehan sal in destnîşan dikin. Rêber Apo di sala 1988’an de dema ku bi rojnamevan Mehmet Alî Bîrant re hevpeyvîn kir ji hingî ve nêrîn û tercîha xwe ya ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd anî ziman. Di vê mijarê de herî kêm deh caran agirbest û dema bêşer hate ragihandin. Bi banga Rêber Apo tevgera me çalakiyên xwe rawestand, agirbest û bêçalakîtî ragihand. Di encama vê de hin hevdîtin li Îmraliyê jî pêk hatin. Rêber Apo herî dawî sala 2013’an bang kir. Tevgera me beşeke girîng a hêzên me yên gerîla vekişand derveyî sînorên Tirkiyeyê. Leşker û polîsên dîlgirtî yên di destê xwe de berda. Tişta ku jê bê hemû kir. Lewma tevgera me berpirsyariya xwe pêk anî. Di mijara çareseriya demokratîk de ti kêmasiya tevgera me nebû. Em dikarin vê teqez bêjin. Ji xwe di 28’ê Sibata 2015’an de bi beşdariya rayedarên dewletê li Qesra Dolmabahçeyê mutabaqateke maqûl a çareseriya demokratîk hate weşandin. Ev yek li ber wezîrê karên hundir, wezîrê dewletê û rayedarên dewletê hate xwendin. Lê belê ji ber ku dewleta Tirk xwedî polîtîkaya çareseriya pirsgirêka Kurd nîne ev nêzîkatiya maqûl ji aliyê Tayyîp Erdogan ve hate redkirin. Di demeke kurt de Davûtoglû qala bûyerên di navbera 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê de qewimîn kir. Ya rast divê redkirina mutabaqata Dolmabahçeyê ya ji aliyê Erdogan ve jî li vê yekê zêde bike. Her wiha divê tecrîdkirina Rêber Apo ku di 5’ê Nîsanê de hate destpêkirin li vê yekê bê zêdekirin. Dewleta Tirk, qelemşorên wê di mijara bidawîkirina vê rewşa bêşer, lêgerîna çareseriya siyasî ya demokratîk, bidawîkirina vê pêvajoyê de li gorî xwe hincetan pêşkêş dikin. Ew hemû derew in, tenê rastiyek heye. Ew jî; Erdogan Mutabaqata Dolmabahçeyê red kir, di 5’ê Nîsanê de tecrîdkirina Rêber Apo hate şidandin û encamên hilbijartinên 7’ê Hezîranê red kir. Piştre bi komkujiyên Pirsûs û Enqereyê re tevî DAÎŞ’ê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd dest bi şer kir.
Niha pirs tên kirin ku ji nû ve hevdîtin dikarin bên kirin, pêvajoyeke çareseriya demokratîk dikare pêk were yan na. Ji xwe hûn jî dipirsin. Em dixwazin vê yekê destnîşan bikin; di vê rewşê de ku polîtîkayên şer ên AKP-MHP’ê li ser kar e nepêkane ku rewşeke bêşer, pêvajoyeke danûstandinên demokratîk pêk were. Ji ber ku dibêje; ez ê wan heta ferdê dawî tine bikim, ez ê wan ji kokê ve ji holê rakim. Ji ber vê yekê divê kes nekeve nava bendewariyan, nekeve nava bendewariyeke bi vî rengî. Ne gelê me, ne rewşenbîrên Kurd, ne hêzên siyasî ne jî partiyên siyasî û welatparêzên Kurd ên li parçeyên din ên Kurdistanê divê nekevin nava bendewariyeke bi vî rengî. Ji ber ku tiştekî rasteqîn nîne. Bêguman eger partiyên li Başûrê Kurdistanê karibin pêvajoyeke bi vî rengî ya danûstandinên demokratîk bidin destpêkirin wê kes li dij dernekeve. Bêguman ev yek divê bi Rêber Apo re bê kirin. Bêyî Rêber Apo, bêyî sermuzakerevan Rêber Apo nîqaşek, rewşeke bêşer û pêvajoya danûstandinên demokratîk nabe. Rêber Apo di hevdîtina 2’ê Gulanê de deklarasyonek ji 7 madeyan pêşkêşî raya giştî kir. Di wir de qala girîngiya siyaseta demokratîk, danûstandinên demokratîk û xwevegirtina ji tengazî û dijberiyê kir. Bal kişand ser bikaranîna hêza nerm. Di vê çarçoveyê de helwesta xwe nîşan da. Di hevdîtina dawî de diyar kir ku ew amade ne, lê belê aqlê dewletê ne amade ye. Lewma ji bo pêvajoyeke danûstandinan a ku Rêber Apo tê de hebe, ji xwe kes li dij dernakeve. Rêber Apo li Îmraliyê ye, eger nêzîkatiyeke bi vî rengî ya dewletê, ya hikumetê hebe wê li Îmraliyê hevdîtinên pêwîst bike û pêvajoyeke bi vî rengî wê pêk were. Lê belê ne hikumeteke bi vî rengî heye ne jî aqlê dewletê yê bi vî rengî. Eger partiyên Başûrê Kurdistanê pêvajoyeke aştiyê ya ku Rêber Apo tê de heye biafirînin em ê bi rengekî erênî nêzîk bibin. Di vê mijarê de em ê tiştekî li dij nebêjin.
Em naxwazin navê wan eşkere bikin, ew bi xwe jî naxwazin eşkere bibe, di nava partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de hin kesayetên di asta berpirsyariyê de dixwazin di vê mijarê de bikevin nava hewldanan. Dibêjin ku di hevdîtinên bi rayedarên Tirk re wan meyla xwe ya di vê çarçoveyê de diyar kirine. Nêzîkatiyên bi vî rengî hene. Ji bo kesên ku ketine nava nêzîkatiyeke bi vî rengî em nabêjin nekevin nava vî karî. Me gotin ku em nêzîkatiyên bi vî rengî watedar dibînin. Lê belê di nava rastiya heyî ya Tirkiyeyê de rewşeke wiha nîne. Di rewşa heyî de bendewariya li pêvajoyeke aştiyê, bendewariya li pêvajoyeke hevdîtinên demokratîk tê wateya xapandina xwe, xapandina gelê xwe û raya gitşî. Ev yek wê têkoşîna gelê Kurd û hêzên demokrasiyê lawaz bike.
Em vê yekê destnîşan bikin; eger pêvajoyeke bi vî rengî wê rû bide ev yek bi têkoşîna gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dibe. Di demekê de ku gelê Kurd û hêzên demokrasiyê têkoşîna xwe xurt nekirine, rewşeke bi vî rengî rû nade. Pêvajoya bêşer û hevdîtinan a sala 2013’an jî piştî dema xurtbûna têkoşînê dest pê kir. Di sala 2012’an de desthilatdariya AKP’ê, artêş gelekî tengav bûn; welê li artêşê hatibû ku nekarîbû ji qereqolan derkeve, AKP li ber hilweşînê bû, di rewşeke wiha de ji bo xwe ji rewşa tengav rizgar bikin û xwe ji nû ve komî ser hev bikin ketin nava nêzîkatiyeke bi vî rengî. Rêber Apo jî ji bo ku di nava civakê de meylên bi vî rengî biafirîne, ji bo hêzên demokrasiyê û civakê teşwîq bike, meyla çareseriyê ya li nava civakê xurtir bike gaveke bi vî rengî avêt. Bi vê gavê xwest dewletê û desthilatdariyê neçarî çareseriyê bike. Naxwe nêzîkatiyeke bi vî rengî ya desthilatdariyê tine bû. Lê belê Rêber Apo xwest bi polîtîkayê zextê bike. Li Tirkiyeyê înkarkirin ewqasî kûr e, tercîheke stratejîk e, stratejiyeke neteweyî ye, lewma hewldanên Rêber Apo hatin têkbirin. Di Mutabaqata Dolmabahçeyê de nêzîkatiyên maqûl ên Rêber Apo hatibûn destnîşankirin. Ev mutabaqat du caran hate ber destê me, em li dij derketin. Lê belê Rêber Apo got wê bi vî rengî be, me jî ji ber ku Rêber Apo got qebûl kir. Em pê piştrast in ku feraset, pêşdîtina polîtîk, nêzîkatiyên Rêber Apo bi kêrî gelê me, welatê me û gelan tê, lewma me qebûl kir. Me got; xuya ye em hin tiştan nabînin, nêzîkatiyên me yên kêm hene û ji ber ku Rêber Apo got wê bi vî rengî be me jî qebûl kir. Lê belê hîn 10-15 roj di ser re derbas nebûn Erdogan mutabaqat red kir. Ji ber vê yekê, ji bo mirov fêhm bike ku hewldanên bi vî rengî, pêvajoyên bi vî rengî dikarin rû bidin an na, divê mirov li rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê û li rastiya desthiladariya heyî binerin.
Hûn nêrînên Ocalan ên der barê pirsgirêkên herêmê çawa dinirxînin? Nêrîna we jî bi heman rengî ye, yan jî hûn bi rengekî cuda difikirin?
Divê em vê yekê destpêkê destnîşan bikin ku em tevgereke Rêbertî ne. Rêber Apo ji kesî nêrîneke îdeolojîk-polîtîk wernegirt. Ji rêxistinekê mîrate wernegirt. Bi şexsekî dest bi vî karî kir. Piştî ku wî xwe gihand nêrîneke îdeolojîk-polîtîk, piştî ku biryar wergirt ku divê veguhere rêxistinekê, nêrîna xwe bi hevalên nêzî xwe re parve kir, dest bi tevgera Apoyî kir û koma Apoyî bi vî rengî derkete holê. Heta niha xeta îdeolojîk-polîtîk a tevgera Apoyî, ya PKK’ê ji aliyê Rêber Apo ve hate destnîşankirin. Ev xet piştî ku li Îmraliyê êsîr hate girtin bêhtir kûr kir, bi pêş ve bir û veguherand sîstemekê. Her wiha paradîgmayek afirand ku dikare bibe pêşengê têkoşîna demokrasiyê û azadyê ya li tevahiya dinyayê. Paradîgmaya azadîparêziya jinê ekolojîk civakî afirand. Hemû pirsgirêk jî di vê çarçoveyê de nirxand. Tevgera me jî hemû bûyeran di çarçoveya xeta îdeolojîk-polîtîk a Rêber Apo dinirxîne. Hemû nirxandin di xeta Rêber Apo de tên kirin. Lewma em tevlî hemû nêrînên Rêber Apo dibin, mîna roja destpêkê em her tim rast dibînin û hewl didin wan pêk bînin. Em hewl didin vê nêzîkatiya îdeolojîk-polîtîk bixin pratîkê. Em hewl didin wê veguherînin sîstemekê, di wê çarçoveyê de têkoşînê xurt bikin, civakê bi rêxistin bikin, sîstemeke demokratîk û civaka demokratîk biafirînin. Hewldanên me di vê çarçoveyê de ne.
Ti nêrîneke me ya cuda ji nêrîna Rêber Apo nîne, çavkanî ew e. Ji ber ku nirxandin hemû di xeta wî ya îdeolojîk-polîtîk de tê kirin, ev yek ji bo me esas e û em bi vî rengî nêzî bûyeran dibin. Eger kêmasiyek hebe, ev tê wê wateyê ku me xeta îdeolojîk-polîtîk a Rêber Apo bi têrkerî fêhm nekirine, di vê mijarê de kêmasiyên me hene. Di vê de kêmasiyek hebe ew kêmasî ya me ye. Dema kêmasiyên me hebin hingî xeta îdeolojîk-polîtîk a Rêber Apo bi rengekî rast nayê pêkanîn. Ji ber ku çavkanî ew e. Bername, rêzikname û xeta partiya me bi nêrînên Rêber Apo afirîne. Sîstema KCK’ê jî ji nêrînên Rêber Apo afiriye. Ne tiştekî welê ye ku ji ber xwe ve bi rêxistin bûye. Em tevgereke welê ne ku dest ji zîhniyeta dewletperestî û desthilatdarperestiyê berdane. Em alîgirê wê ne ku pirsgirêk bi nêzîkatiyên demokratîk şoreşgerî bên çareserkirin. Em dixwazin pirsgirêka Kurd jî li ser bingeha demokratîkbûna hemû welatan çareser bikin. Li ser bingeha demokratîkbûna Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê em dixwazin çareseriyeke mayinde peyda bikin. Bi ya me pirsgirêkên heyî yên li Iraqê jî li ser bingeha demokratîkbûna Iraqê divê bên çareserkirin. Lewma em ne xwedî feraset û nêzîkatiyeke dewletperest in. Bêguman dibe ku hinek hebin xwedî vê ferasetê bin. Em ê hurmetê nîşanî wan bidin, em ê tiştekî ji wan re nebêjin. Lê belê ji aliyê îdeolojîk ve em ê bêjin ku em feraseta dewletperestiyê rast nabînin. Hinek dikarin rabin biparêzin, em ê tiştekî nebêjin. Lê belê ji aliyê îdeolojîk-polîtîk ve em ê nêzîkatiya xwe nîşan bidin û bi vî rengî bersivê bidin.
Xeta azadîparêziya jinê ya Rêber Apo heye. Ji xwe ev yek tê wateya berfirehbûn û kûrbûna xeta îdeolojîk a PKK’ê. Xeta azadiya jinê nebe xeta îdeolojîk-polîtîk a PKK’ê nabe. Bêyî feraseta xeta azadiya jinê êdî nepêkane ku PKK, KCK bê pênasekirin. Ne di mijara nêrîna li Rojhilata Navîn, ne di mijara nêrîna li welatan, ne nêrîna li civaka dîrokî ya Rojhilata Navîn, ne di mijara nêzîkatiya li olan, li xwezayê yan jî mijareke din, nêrîna me ji nêrîna Rêber Apo cuda nîne. Em dixwazin nirxandinên Rêber Apo bixin pratîkê. Nêrînên Rêber Apo eşkere ne. Herî dawî parêznameyên wî yên ji pênc bergan hene. Cihekî taybet ji kapîtalîzmê re veqetandiye. Cihekî taybet ji hêzên demokratîk û sosyalîst re veqetandiye. Cihekî taybet ji Rojhilata Navîn re veqetandiye. Cihekî taybet ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd veqetandiye. Di pirtûka xwe ya destpêkê de nîşan daye ku nêrîna wî ya felsefî çi ye ku ev hemû nêrîn afirandiye. Lewma nêrînên Rêber Apo xumamî nînin. Ji xwe hemû notên hevdîtinê hatin weşandin. Em careke din destnîşan dikin; Em her tim bi nêrînên Rêber Apo ve girêdayî ne, di ti mijarê de nêrînên me ji hev cuda nîne, eger kêmasiyek hebe ew jî kêmasiya me ye. Bêguman Rêber Apo li zindanê êsîr e, derfetên xwe nîne ku rojane siyasetê bike. Yên ku rojane polîtîkayê dikin em in. Di vê mijarê de dema ku kêmasî hebin hingî Rêbertî dema firsendê dibîne rexne dike, nêrînên xwe destnîşan dike. Em jî di vê çarçoveyê de sererast dikin û têkoşîna xwe didomînin.
Hûn lihevkirina DYE û Tirkiyeyê ya ji bo avakirina herêma ewle li Rojava û Bakurê Sûriyeyê çawa dinirxînin?
Me jî ji çapemeniyê ev peyman xwend, bihîst. Piştre hin agahî gihîştin ber destê me. Em vê yekê bi rengekî eşkere bêjin; em vê peymana ku me ji raya giştî, çapemeniyê bihîstine weke peymaneke ku berjewendiyên Kurdan esas nabîne, li gorî hesasiyetên dewleta Tirk hatiye amadekirin, dibînin. Ku bi agahiyên gihîştine ber destê me ev yek bi vî rengî tê fêhmkirin. Bêguman rêveberiya Rojava, rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê naxwaze li dijî Tirkiyeyê şer bike. Ji bo şerek rû nede bi rengekî nerm nêzîk dibin. DYE hem bi wan re têkiliyê datîne hem jî bi Tirkiyeyê re. Nêzîkatiyeke çareseriyê ya bêyî şer nîşan didin. Ev yek ji xwe çend caran ji raya giştî re ragihandin. Dibe ku ya li çapemeniyê hatiye weşandin bi temamî rast nebe, yan jî agahiyên kêm gihîştibin ber destê me. Lê belê bi dîtina me ev peyman bi giranî li gorî daxwazên Tirkiyeyê hatiye amadekirin. Ji xwe dewleta Tirk piştî vê peymanê hin tiştên din ferz kir. Xuya ye bi rêya vê peymanê dixwaze bide qebûlkirin ku li Bakurê Sûriyeyê mafê xwe yê axaftinê heye, wan eleqedar dike, piştre jî bi ferzkirina daxwazên nû dixwaze sîstema demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bûye tasfiye bike. Ji xwe Erdogan hefteyek piştî vê peymanê got, ev yek gaveke, piştî vê gavê em ê gavên nû biavêjin. Ev peyman ji bo dagirkirina Bakurê Sûriyeyê, ji bo têkbirina rêveberiya li Baurê Sûriyeyê weke gavekê ji bo xwe dibîne. Naxwe nêzîkatiyeke xwe ya ji bo ewlekariya sînor, ji bo rûnedana pirsgirêkekê ji bo Tirkiye û Bakurê Sûriyeyê, ji bo aştî û aramiyê tevnagere. Dixwaze herêma herî aram û aştiyane ya Rojhilata Navîn dagir bike û mîna li Efrînê kir dixwaze çeteyên xwe lê serdest bike.
Ji bo ewlehiya sînor dibe ku rêveberiya Rojava ketibe nava lêgerîneke lihevkirinê. Dibe ku di nava şert û mercên şer de ji bo sînor ji kesî re nebe pirsgirêk xwestibin peymanekê biafirînin. Ji ber ku di dema şer de li her deverê her tim pirsgirêkên cuda dikarin rû bidin. Lê belê armanca dewleta Tirk ewlehiya sînor nîne. Ji xwe ti gef lê nayê xwarin. Armanca xwe ew e ku Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nebin xwedî mafê demokratîk, Sûriye demokratîk nebe. Halbûkî li Bakurê Sûriyeyê, Ereb, Suryan, Kurd, Çeçen, Tirkmen, Ermen kîjan gel hebin hemû bi rengekî demokratîk û azad di nava sîstemekê de dijîn. Li gelemperiya Sûriyeyê ev herêm herêma herî aram û demokratîk e. Di navbera gelan de pirsgirêk nîne. Rojava gefê li kesî naxwe. Lê belê dewleta Tirk sîstema demokratîk û azad û demokratîkbûna Sûriyeyê li dijî xwe weke gefekê dibîne. Dewleta Tirk li dijî demokratîkbûna Sûriyeyê ye. Ji ber ku sîstema wê sîstemeke faşîst e û nedemokratîk e. Li dij e ku Kurd bibin xwedî maf. Dixwaze Kurdan qir bike. Lewma pirsgirêka dewleta Tirk ne avakirina herêmeke ewle li ser sînor e. Ev peyman weke gavekê dîtiye û ji bo bide pejirandin ku li Sûriyeyê mafê xwe yê axaftinê heye û rewa ye, mohra xwe daniye binê vê peymanê. Niha jê heye ku vê peymanê ew rewa kiriye û daxwazên nû dike, gefê dixwe ku eger neyê qebûlkirin wê Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Lewma em vê peymanê weke peymaneke rast nabînin.
Bi dîtina me, ev peyman çareserî nîne, ev peyman pêşîvekirina li hewldana dagirkeriyê û xapandin e. Nêzîkatiya DYE jî ew e ku Tirkiyeyê weke endamekî NATO’yê dibîne, bandora li Tirkiyeyê ya li vê deverê weke bandora xwe dibîne, jiyana demokratîk û azad a Kurdan, Ereban, Suryaniyan û gelên di n hemûyan her wiha demokratîkbûna Sûriyeyê nabîne, berevajî hesasiyetên Tirkiyeyê ku dijminê Kurdan e û dijminê demokrasiyê ye li ber çavan digire û lê guhdarî dike. Hevdîtin hîn jî didomin lê belê Tirkiye her roj gefan dixwe. Xuya ye ti nêzîkatiya çareseriyê ya Tirkiyeyê nîne. Bila her kes bi vê yekê zanibe. Kurd jî Ereb jî Suryanî jî divê her kes vê bibîne û fêhm bike. Ji ber vê yekê divê Kurd, dostên li wê deverê û hêzên demokrasiyê yên li dinyayê xwe ji têkoşîneke li dijî dagirkeriya dewleta Tirk re amade bikin. Bi piştevanî û xurtkirina têkoşîneke bi vî rengî, bi yekbûna di nava têkoşîneke bi vî rengî de divê êrîşên dewleta Tirk têk bibin. Niha ev wezîfe dikeve ser milê hemû hêzên demokrasiyê, hêzên azadîparêz, dostên Kurdan û her kesî. Kurdan li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û deh hezar şehîdên xwe çêbûn. Li gel hêzên koalîsyonê şer kirin. Wê demê hêzên koalîsyonê jî xwedî berpirsyariyeke exlaqî û siyasî ne. Dewleta Tirk bi DAÎŞ’ê re hevkarî kir, Kurdan jî DAÎŞ têk birin. Niha wê hesasiyetên dewleta Tirk ku bi her rengî bi DAÎŞ’ê û çeteyan re hevkarî kir û hîn jî dike wê bi xweşbînî bê pêşwazîkirin, lê belê daxwaza demokratîk û azadiyê ya Kurdan ku li dijî DAÎŞ’ê têkoiyan, ji deh hezaran zêdetir şehîd dan û berdêlên herî giran dan wê ji nedîtî ve bên! Nêzîkatiyeke ku di berxwedana Kurdan a dijî dewleta Tirk de helwestê nîşan nede, wê bi ti rengî neyê qebûlkirin. Ev yek wê bibe bêexlaqiya siyasî ya herî mezin, bibe bêwijdanî û durûtiya herî mezin a dîroka dinyayê.
Kurdan li dijî DAÎŞ’ê ne tenê li Sûriyeyê her wiha li Iraqê jî têkoşiyan. Li Şengalê Êzidî wê bihatina qirkirin. Eger li Şengalê Êzidî bihatina qirkirin sûcdar wê kî bûna? Sûcdar wê Iraq, PDK û hêzên navneteweyî bûna. Her kesên ku ev qirkirin asteng nekirin wê li pêşberî dîrokê sûcdar bûna. Gerîlayên Kurd, piştre YPG-YPJ ji Rojava hatin û ev qirkirin asteng kirin. Bi vî rengî gelek hêz ji sûcê bêdengiya li pêşberî qirkirinê, ji sûcê bêhelwestiya li dijî qirkirinê rizgar bûn. Eger Kurdan DAÎŞ asteng nekiribûna kesî nekarîbû bi DAÎŞ’ê. Wê Sûriye jî Iraq jî bi dest bixistina. Tirkiye jî wê bibûya welatekî ku DAÎŞ lê serdest e. Ji xwe piştevaniya DAÎŞ’ê dikir. Li Rojhilata Navîn kesî nedikarîbû DAÎŞ’ê asteng bike. Piştî demekê êdî pêşî lê nedihate girtin. Her kes zane ku DAÎŞ li Kobanê hate rawestandin. Eger DAÎŞ’ê Kobanê bi dest xistibûya kesî nekarîbû wê rawestîne. Ji ber vê yekê em lihevkirina DYE ya bi Tirkiyeyê re li ser mijara ewlekariya sînorê Rojava û Bakurrojhilatê Sûriyeyê weke peymaneke ku aştî û aramiyê bi xwe re bîne nabînin. Em weke vekirina rêya dagirkirina Bakurrojhilatê Sûriyeyê dibînin ku bi vê yekê re dixwazin sîstema demokratîk a li wê deverê ji holê rabikin û tasfiye bikin. Divê em vê peymanê weke qebûlkirina daxwazên Tirkiyeyê bibînin ku dijminê demokrasî û azadiyê ye û hevkarî bi DAÎŞ’ê re kiriye. Bêguman em dişopînin, hêzên demokrasiyê dişopînin, gel dişopînin. Dewleta Tirk dibêje ‘ez ê dagir bikim’. Li pêşberî rewşeke bi vî rengî bêguman divê gel, em, her kes li dijî vê dagirkeriyê helwestê nîşan bidin û li ber xwe bidin. Ne tenê Kurd divê gelên Rojhilata Navîn hemû vê desthilatdariya ku bûye belayê serê mirovahiyê li wê çiravê biçikînin û têk bibin.
Hin rêveberên we ji aliyê DYE’yê ve bi terorê hatin sûcdarkirin. Li aliyê din DYE piştgiriyê û çekan dide YPG’ê ku li dijî DAÎŞ’ê şer bike. Nêzîkbûna li hev a YPG û DYE’yê gelo di heman demê de tê wateya nêzîkbûna we ya bi DYE re?
Encama polîtîkayekê ye ku DYE’yê berpirsyarên PKK, KCK û HPG’ê bi terorîstiyê sûcdar kirin û biryara girtina wan wergirt. Ev yek bi rengekî eşkere nîşan dide ku piştgiriya şerê dewleta Tirk ê li dijî me dike. Wergirtina biryara girtina hevalên me bi rêya xelatdayinê gaveke ji bo rewakirina şerê qirêj ê dewleta Tirk e ku li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd dimeşîne. Dewleta Tirk di şerê dijî gelê Kurd de zehmetî dikişand û li dinyayê teşhîr dibû. DYE’yê bi wergirtina biryara girtinê ya bi rêya xelatdayinê piştevaniya şerê dewleta Tirk kir. Divê mirov vê gavê bi vî rengî fêhm bikin. Lê belê li aliyê din weke ku we got bi hêzên li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên di xeta Rêber Apo de têkoşîna azadiyê dimeşînin têkiliyê datîne. Rast e çekan jî dide, lê belê çekan ji bo berjewendiyên xwe dide. Yên ku li dijî DAÎŞ’ê şer kirin ev hêz bûn û yên DAÎŞ têk birin ev hêz bûn. Lewma nêzîkbûna li hev a YPG-YPJ û DYE’yê nayê wê wateyê ku em û DYE nêzî hev bûne. Ne nêzîkatiyeke bi vî rengî heye ne jî rewşeke bi vî rengî. Her roj bi daxuyaniyan dibêjin ku ew piştgiriyê didin têkoşîna Tirkiyeyê ya ‘li dijî terorîzmê’. Ji xwe piştgiriyê dikin jî. Ji aliyê siyasî, moralê ve piştevaniyê bi wan re dikin. Bi her awayî piştgiriya teknîkê û çekan didin wan. Hemû balafirên wan ên şer ji DYE’yê ne. Beşeke girîng a teknîka wan a şer ji DYE û NATO’yê ye. Desthilatdariya AKP’ê propagandayê bike û bêje ku ‘malzemeyên şer em bi xwe hildiberîine’ jî rastiya vî karî naguhere. Çekên bingehîn ên şerê dimeşîne ya jî parçeyên wan çekan ji derve werdigire. Şer bi çekên ku bi xwe hildiberîne nameşîne. Dibêje, ‘min balafirên keşfê afirand’ lê belê kamerayên wan, termalên wan, her tiştên wan ji derve wergirtiye. Teknîk hemû ji derve wergirt. Lewma şerê ku 30-40 sal in li dijî me dimeşîne di heman demê de şerê NATO’yê ye. Dewleta Tirk ku endamekî NATO’yê ye bi desteka leşkerî û siyasî ya NATO’yê li dijî me şer dike.
Hîn jî DYE û Ewropayê PKK di lîsteya ‘terorê’ de dihêlin. Gelo li Ewropayê, li DYE’yê ya jî li devereke din çalakiyeke PKK’ê pêk hatiye ku zerarê bide gel? Tiştekî bi vî rengî nîne. Ji bo kêfa dewleta Tirk bînin PKK’ê di lîsteya terorê de dihêlin. Her kes bi vê zane. Siyasiyên li Ewropayê di axaftinên xwe de yên ne ji raya giştî re dibêjin hûn mafdar in; PKK terorîst nîne lê belê ji ber sedemên siyasî dewleta me, hikumeta me helwesteke bi vî rengî nîşan dide. Rastiya bûyerê wiha ye. Lewma têkiliya DYE’yê bi YPG’ê re nayê wê wateyê ku têkiliyeke me bi DYE’yê re heye. Têkiliyeke bi vî rengî nîne. Berevajî, DYE bi polîtîkaya xwe piştevaniyê bi dewleta Tirk re dike ku li dijî gelê Kurd şerê qirkirinê dimeşîne. Piştgiriya DYE’yê ji bo dewleta Tirk tê wateya piştgiriya ji bo polîtîkaya dewleta Tirk a qirkirina hemû Kurdan. Şerê ku dewleta Tirk li dijî me dimeşîne êrîşa li dijî gelê Kurd hemûyan e, êrîşa li dijî Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava ye. Eşkere ye ku ne ji têkoşîna PKK’ê be wê dewleta Tirk li dijî Kurdan li her deverê polîtîkayeke çawa ya êrîşkariyê bimeşîne, wê ji bo tasfiyekirina hêzên ku niha pê re têkiliyê datînin jî çi rê û rêbazê bi kar bîne. Lewma polîtîkayên DYE’yê dibe piştgiriya ji bo polîtîkayên dewleta Tirk ên qirkirina Kurdan. Têkiliyên li Rojava û Başûrê Kurdistanê vê rastiyê naguherîne. Şerê qirkirinê yê li parçeyê herî mezin ê Kurdistanê yê li dijî têoşîna azadiyê ya gel tê wateya şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan hemûyan. Eger her kes vê yekê bi vî rengî fêhm neke wê bibe xefleteke dîrokî.
Ji bo DYE’yê hêza herî ewle ya li Sûriyeyê YPG ye. Têkiliya DYE’yê ya bi YPG’ê re gelo bûbû sedem ku hûn neyekser bi DYE’yê re têkiliyê deynin? Gelo hûn ê têkiliyeke yekser an an jî neyekser a bi DYE’yê re bi pejirînin an na?
Her kes zane ku DYE bi hêzên şoreşger ên li Bakurrojhilatê Sûriyeyê û Rojava re têkiliyê datîne. Di encama têkoşîna dijî DAÎŞ’ê de têkiliyeke bi vî rengî afirî. Ev têkilî hîn jî didome. Bêguman nêzîkatiyên îdeolojîk ên şoreşgerên Rojava û nêzîkatiyên îdeolojîk ên DYE’yê weke hev nînin. Lê belê li dijî DAÎŞ’ê gelek hêzan hevkarî kirin. Çawa ku di şerê dijî Hîtler de nêrînên dijberî hev hevkarî kirin, di têkoşîna dijî DAÎŞ’ê de jî rewşeke bi heman rengî pêk hat. Li dijî DAÎŞ’ê em jî têkoşiyan. Li Şengalê, li Kerkûkê, li Mexmûrê em têkoşiyan. Em li pêşiya êrîşa DAÎŞ’ê ya ji bo dagirkirina Hewlêrê rawestiyan. Lewma hêza bingehîn a ku li Iraqê DAÎŞ rawestand gerîlayên HPG-YJA Starê bû. Eger li Şengalê qirkirin pêk nehatibe ev yek ji aliyê gerîlayên HPG-YJA Starê ve hate astengkirin. Ji ber vê yekê her kes zane ku PKK li dijî DAÎŞ’ê têkoşiya. Dinyayê ev yek dît. Lewma yek ji hêzên herî bi bandor ên li dijî DAÎŞ’ê têkoşiyan tevgera me ye.
Têkiliya me bi koalîsyonê re nebû jî mîna ku parçeyekî koalîsyona dijî DAÎŞ’ê ne em tevgeriyan. Lê belê ev helwest û nêzîkatiya me têkiliyeke yekser a bi DYE’yê re neafirand. Têkiliyeke me ya neyekser jî nebû, lê belê bi hin welatên din re bi taybetî bi welatên Ewropayê re bi rêya hin nûneran hevdîtinên me, têkiliyên me pêk hatin. Xwestin nêrînên me yên der barê Rojhilata Navîn de hîn bibin. Meyleke wan a bi vî rengî hebû ku nêzîkatiya me hîn bibin. Ji xwe li Ewropayê KUrd hene, tê zanîn ku Kurd ji Tevgera me ya Azadiyê, ji Rêber APo hez dikin. Nêzîkatiya Kurdên li wê deverê jî tê zanîn. Lewma Ewropa jî dinya jî Tevgera Azadiyê ya Kurd nas dikin.
Piştî têkoşînan li dijî DAÎŞ’ê têkilî bi hin welatên Ewropayê re hate danîn. Bi Rûsyayê re jî têkilî hate danîn. Lê belê bi DYE’yê re têkiliyeke me ya yekser an jî neyekser nebû. Tenê di dema hevdîtina bi derdorekê re ji me hate ricakirin ku em nameyekê ji DYE’yê re binivîsînin me jî nivîsand. Me nameyek ji rêveberiya DYE’yê re nivîsand. Me di vê nameyê de bi rengekî eşkere nêzîkatiya xwe ya li Rojhilata Navîn bêyî bikevin nava fikareke polîtîk nivîsand. Ji bilî vê yekê ti têkiliya me nîne. Lê belê têkiliya hêzên şoreşger ên li Rojava bi Rêber Apo, girêdana wan a bi Rêber Apo re tê zanîn. Her wiha dinya tev zane ku beşek ji kadroyan jî berê di nava refên me de bûn, piştî ku rewşa siyasî li Rojava û Sûriyeyê rû da çûn wê deverê, tevlî Şoreşa Rojava bûn û hîn jî di nava vê şoreşê de wezîfeyên cuda pêk tînin. Ji ber ku berê di nava me de bi hezaran hevalên Rojavayî hebûn. Şervan, fermandar, rêveber hebûn. Piştî ku li Sûriyeyê, li Rojava rewşeke şoreşgerî afirî xwestin biçin parçeyê xwe. Me jî ev fêhm kir û bi xweşbînî pêşwazî kir. Me qebûl kir ku beşek ji şervanan, kadroyan, her wiha hin hevalên di rêveberiya me de bûn biçin Rojava. Di rewşeke wiha de, di şerekî ku têkoşîna siyasî û leşkerî dihate kirin de nedibû ku me daxwaza wan red bikira. Kesên berê gerîlayên PKK’ê bûn di nava Tevgera Azadiyê de bûn niha li Rojava, li Bakurrojhilatê Sûriyeyê hem li qada leşkerî hem jî li qada siyasî û civakî wezîfeyan pêk tînin ku DYE, Ewropî, dinya û Tirkiye jî bi vê zanin. Ev yek rewşeke normal e. Di nava tevgera me de bi hezaran Rojavayî hebûn, lewma di pêvajoyeke wiha de nedibû ku me hemû li gel xwe bihiştana. Rastiyeke bi vî rengî heye.
Em li dinyayê şerê herî mafdar dimeşînin. Rêber Apo beriya êsîr bibe gelek caran got ku em dozeke mafdar dimeşînin û dikarin bi her kesî re hevdîtinê bikin. Rêber Apo ti carî negot ku bi vê dewletê re, bi filan derdorê re hevdîtinê nakim. Bi her kesên xwestin pê re hevdîtinê bike hevdîtin kir û qala doza xwe kir. Têkoşîna ku dimeşîne mafdar û paqij e. Di şerê rizgariya neteweyî de têkoşîna herî paqij a ku sûcên şer, şaşitî û kêmasî herî kêm in têkoşîna me ya azadiyê ye. Em dikarin vê yekê bi hêsanî bêjin. Ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve em di xeta herî rast de ne. Ji ber vê yekê Rêber Apo got, em dikarin xwe ji her kesî re vebêjin. Em dikarin xwe ji Misilmanan re jî, ji Xiristiyanan re jî, ji Yahûdiyan re jî vebêjin. Dikarin xwe ji Rûsyayê re jî, ji Îngilistanê re jî, ji DYE’yê re jî, ji Çînê re jî, ji Japonyayê re jî ji her kesî re vebêjin. Lewma Rêber Apo beriya êsîr bibe ji dewleta Tirk re digot, rayedarek li aliyekî hûn karmendên xwe jî bişînin em ê nîqaş bikin. Ji ber vê yekê ji bo me têkiliyeke yekser an jî neyekser a bi DYE’yê re nepirsigrêk e, em ti têkiliyê red nakin. Em dikarin bi her kesî re nîqaş bikin û nêrînên xwe vebêjin. Têkoşîna me mafdar e û em dikarin mafdariya xwe ji her kesî re vebêjin. Kes nikare me ji têkoşîna me ya mafdar vegerînin. Em ti têkiliyê red nakin. Em amade ne bi rengekî yekser an jî neyekser bi her kesî re hevdîtinê bikin. Bi Îngilistanê re dibe, bi Çînê re dibe, bi Rûsyayê re dibe, bi DYE’yê re dibe, em ji bo têkiliya bi her kesî re amade ne. Me têkilî bi dewleta Tirk re danîn ku herî zêde em li dijî wan şer dikin û me hevdîtin bi wan re kir. Di rewşeke wiha de em dikarin bi hemû dewletên herêmê re hevdîtinan bikin, bi her kesî re hevdîtinê bikin. Têkiliyên me bi hemû dewletên li herêmê re heye. Me bi hemûyan re jî hevdîtin kirine. Lewma têkiliyeke yekser an jî neyekser a bi DYE’yê re ji bo me nepirsgirêk e. Dema pêwîst be, dema şert û merc hebin hingî hevdîtinên bi vî rengî jî dibin.
Der barê paşeroja Sûriyeyê û şerê dijî terorê yê li herêmê pêşdîtinên we çi ne? Gelo pêkane ku DAÎŞ an jî hêzeke dişibe DAÎŞ’ê careke din derkeve holê? Eger pêkan be, hingî divê Kurd çi bikin?
Beriya her tiştî em dixwazin vê yekê destnîşan bikin; li Rojhilata Navîn Şerê Dinyayê yê Sêyemîn hîn bi dawî nebûye. Li Rojhilata Navîn wê şer bidome. Ji ber ku lihevkirineke ku hevsengiyên dawî li şer bîne hînê nehatiye afirandin. Şer wê demeke din jî bidome. Lewma divê kes ne li bendê be ku di demeke kurt de şer wê biqede û nêzîkatiyeke li gorî vê bendewariyê wê nêzîkatiyeke şaş be. Eger Kurd bikevin nava bendewariyeke bi vî rengî wê çeperan ji dest bidin. Ji ber vê yekê divê Kurd bibînin ku şerê li Rojhilata Navîn wê demeke din bidome, têkilî û polîtîkayên xwe jî li gorî vê yekê amade bikin. Polîtîkaya şer û êrîşên dewleta Tirk hemû li dijî Kurdan e. Dewleta Tirk di nava şert û mercên Şerê Dinyayê yê Sêyemîn de wê bixwaze ku nehêle Kurd bi xurtî derkevin holê, wê ji bo vê serî li her rêyê bide, bi her rengî provokasyonan bike. Divê Kurd gelekî baş bi vê zanibin.
DAÎŞ û hêzên mîna DAÎŞ’ê di nava rastiya Rojhilata Navîn de yekser ji holê nikarin bên rakirin, tasfiye nabin. Ya ku DAÎŞ û hêzên mîna DAÎŞ’ê afirand pirsgirêkên polîtîk, civakî, aborî û çandî yên li Rojhilata Navîn bûn. Hêzên modernîst kapîtalîst, hevkarên wan ên li rastiya Rojhilata Navîn nayên, têkiliyên wan ên ku tenê berjewendiyên xwe esas werdigirin, rewşa polîtîk a ku wan afirandine û hevsengiyên wan her tim bûne sedema nerazîbûna gelek derdoran. Hêzên cuda yên mîna DAÎŞ û El Nûsra ji van sûdê werdigirin û îstîsmar dikin. Ji ber vê yekê divê sîstemeke demokratîk, aborî, civakî û siyasî bê afirandin ku afirandina rêxistinên DAÎŞ’ê û mîna DAÎŞ’ê asteng bike. Eger em karibin vê biafirînin, vê bi ser bixînin hingî wê pêşî li derketina hêzên li derveyî mirovahiyê yên mîna DAÎŞ û El Nûsra bê girtin, wê hingî nikaribin pirsgirêkên siyasî, çandî û civakî îstîsmar bikin. Naxwe wê rêxistinên mîna DAÎŞ’ê her bidomin.
Li Sûriyeyê hîn jî DAÎŞ heye. Hafiz Esad di dema xwe ya herî xurt de jî li başûrê rojhilat ê Sûriyeyê bi temamî ne serdest bû. Başûrê rojhilat ê Sûriyeyê mûxalîfê rejîmê bû. Divê ev rastî bê zanîn. Ev yek dispartin nakokiya navbera Sûriye û Iraqê. Dihate gotin ku eşîrên li wê herêmê ji ber ku Sûnî ne ji aliyê Saddam ve dihatin desteserkirin, bi vê yekê vedigotin. Lê belê pirsgirêk ji vê wêdetir bû. Pirsgirêk ne tenê ew rewş bû ku bi Saddam bê vegotin. Yan jî ne rewşeke welê bû ku bi nakokî û rakişandina li hev a navbera Iraq û Sûriyeyê bihata vegotin. Niha di navbera hikumeta Iraqê ya heyî û hikumeta Sûriyeyê de têkilî hene, lê belê hîn jî li başûrê rojhilat ê Sûriyeyê DAÎŞ hem xwe xwedî dike hem jî xwe lê distirê. Başûrê rojhilat ê Sûriyeyê û aliyê wê yê Iraqê bingeheke ku DAÎŞ xwe lê xwedî dike. Li aliyê din polîtîkayên Tirkiyeyê dibe zemîn ku rêxistinên bi vî rengî hebin. Yek ji sedemên rûdana pirsgirêkên navbera DYE û Tirkiyeyê Misir bû. Hebûna Îhvani Muslîm a li Misrê cesaret dida DAÎŞ’ê û rêxistinên mîna wê yên li Sûriyeyê û tehrîq dikir. Ji ber vê yekê DYE’yê piştgirî da darbeya li Misrê. Ji bo avabûna tevgerên bi vî rengî bê astengkirin divê zemîna wê ya aborî, civakî û siyasî bê bêbandorkirin. Di rewşa heyî de desthilatdariya AKP’ê ya li Tirkiyeyê bi taybetî hemû axaftin û nirxandinên Tayyîp Erdogan rêxistinên mîna DAÎŞ’ê diafirînin. Axaftin û nirxandinên welê dikin ku meşrûiyeta polîtîk û îdeolojîk a wan diafirîne, wan mafdar nîşan didin.
Heke axaftinên desthilata berdest a Tirkiyê, gotin û nirxandinên wan zemînê ji DAÎŞ’ê û rêxistinên mîna DAÎŞ’ê re çêdike, mirov divê bibêje rêxistinên mîna DAÎŞ’ê wê hebûna xwe bidomînin. Ango hûn dipirsin gelo dîsa îhtîmal heye ku DAÎŞ derkeve holê, DAÎŞ hê neqediyaye. Hebûna wê hatiye sînordarkirin lê xilasbûna bi temamî encak bi tevdîrên siyasî, civakî, aborî û çandî dibe. Bi avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk dibe, bi demokratîkkirina welatan dibe. Ji ber ku welatên demokratîk fersendên wiha nadin ku rêxistinên wiha van mijaran îstîsmar bikin.
Bi ya me li Rojhilata Navîn hem wê şer bidome û hem jî rêxistinên mîna DAÎŞ’ê wê hebin. Divê Kurd jî ji vê re hazir bin. Li ser vê mijarê ya herî girîng yekîtiya Kurdan e. Divê pirsgirêkên nav Kurdan mirov herî kêm bike. DAÎŞ êrîş anî, ti nemabû ku Hewlêr û Kerkûk bikeve. Tê zanîn bê ka li Şengalê çi bû. Di navbeyna partiyên siyasî de her çendî parçebûn hebin jî, ji ber ku Kurd li bara van êrîşan bi giyan û helwesteke hevpar bûn, vê kiriye ku êrîş werin şikandin. Ji ber ku di vê pêvajoyê de Kurdên ku bi ramanên cuda bûn destek dane gerîla. Gerîla jî bi vê moralê li dijî DAÎŞ’ê şerekî zîrek kiriye. Ji vî alî ve dema ku li Rojhilata Navîn şer didome, DAÎŞ û El Nûsra taloke ne, divê Kurd guh bidin têkiliyên navxweyî. Divê nekevin nav şerekî. Divê pirsgirêkên xwe bi rengekî nerm çareser bikin. Helbet mirov kongreya netewî, yekîtiya netewî tercih dike. Divê mirov li ser vê raweste. Lê ji ber ku me kongreya netewî pêk neanî, yekîtiya netewî pêk neanî divê mirov dev jê neqere ku têkiliyên nav Kurdan baş bike, qeyîm bike, divê mirov têkiliyên nav Kurdan baş bike. Nexasim divê çapemeniya Kurd, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û rêxistinên civakî baldar bin û li ser vê mijarê bi rola xwe rabin.
Li Iraqê taloke didome. Barzanî demeke nêz bi daxuyaniyekê diyar kir ku DAÎŞ li Iraqê xwe xurt dike. Hine din jî daxuyaniyên wiha dabûn. Li Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê jî şaneyên DAÎŞ’ê hene û li dij wê têkoşîn heye. Êrîş li ser Kerkûkê çêbû. Ev rasteqînî, li Başûrê Kurdistanê, nexasim li Kerkûkê û ji wir heta bi Şengalê ku jê re Qada Naverastê tê gotin divê Kurd bi rastî jî baldar bin. DAÎŞ vê rewşê dikare ji bo xwe mîna fersendê bibine, bi navtêdana hin hêzan wê bixwaze li van qadan ku jê re herêma ku nîqaş li ser heye serwer bibe. Ji aliyê dî ve dewleta Tirk li Kerkûkê û li hin qadên din ên Kurdistanê dixwaze serwer bibe. Li Başîka hêzên wan hene, li Til Eferê dixwaze serwer bibe. Dema ku mirov bala xwe bide ser van hemûyan, divê Kurd sist nebin, têkiliyên xwe yên siyasî qeyîm bikin û ji hêla leşkerî ve jî hazir bin ku hemû êrîşan bişkînin.
Li gorî we li Bakurê Sûriyê divê çareseriya pirsa Kurd çawa be? Ji bo çareseriyê hûn ê rê û rêbazeke çawa hilbijêrin?
Em dixwazin ku li Sûriyê ne tenê pirsa Kurd hemû pirsgirêkên din ên civakî, çandî, siyasî li ser hîmê demokratîkbûna Sûriyeyê çareser bibin. Bi vê çarçoweyê em bawer dikin ku xweseriya Bakurê Rojhilat ê Sûriyê wê bibe hîmê demokraîkbûna Sûriyê. Bi hişmendiya dewletên Rojhilata Navîn ne pêkan e ku mirov pirsgirêkan çareser bike. Hişmendiya dewletî yan jî hişmendiya netew-dewletî dibe kana pirsgirêkan. Hişmendiya netewdewletî nasnameyên cuda yên etknîk û dînî serkut dike, zext û zordariyê li ser wan dike, qira wan tîne. Ev jî pirsgirêkan zêdetir dike.
Pirsgirêka şerê mezheban heye. Ev pirsgirêkên hişmendiyên ne demokratîk in. Li welatekî demokratîk civakên cihê yên etnik û dînî di nasname û çanda xwe dikarin bi azadî bijîn. Bes bila demokratîk bin. Bila li ser hine dî hewl nedin ku serwer bin. Bes bila berê xwe nedin wê ku nasnameya din tine bikin û hewl bidin serwerî wê bibin. Dîsa divê ti bawerî hewl nede ku li ser baweriyên cuda serwer bibe. Jin di nav civakê de divê azad bin. Ji vî alî ve em bawer dikin ku çareseriya hemû pirsgirêkan bi demokratîkbûnê pêkan e. Xweseriya nasname û çandên cuda, tê maneya parçeya demokratîkbûnê, bi ser tê maneya xurtbûna hîmê demokratîkbûnê.
Xweserbûna Kurdan Sûriyê dabeş nake. Dema ku nasnameyên etnîk ên cuda xweser bibin ev Sûriyê dabeş nake, yekîtiyê qeyîm dike. Dema ku civakên bi baweriyên cuda bi reseniya xwe bijîn, bi baweriya xwe bijîn ev civakê dabeş nake. Her kes hurmetê bide yên din, empatiyê bike, heke yek nexwaze serwerî yê din bibe ew welat demokratîk dibe, ew welat dibe yek, ew welat li her qadê, li qada aborî, siyasî, civakî xurt dibe. Em çareseriyê di vê de dibînin. Bi vê çarçoweyê divê li Sûriyê destûreke demokratîk hebe ku hemû beşên civakî bi lihevkirineke demokratîk werin ge hev. Ji vî alî ve divê rêveberiya dewletê jî li ser hîmê demokratîk xwe biguherîne, bi çarçoweya destûreke demokratîk, di demokratîkbûna Sûriyê de rola xwe bi cih bîne. Biya me rast e ku Kurdên li Rojava, hemû hêz, dikarin bi rejîma Sûriyê re rabin û rûnin, di nav yekîtiya Sûriyê de li çareseriyê bigerin. Ev hewldanên wiha te divê bila ji hêla rejîma Sûriyê ve werin te divê bila ji Kurdan, ji Rêveberiya Bakurê Rojhilat a Sûriyê ve werin em destekê didin. Ji ber ku dawiya dawî di nav yekîtiya Sûriyê de divê çareserî were dîtin û yekîtiya Sûriyê esas were dîtin. Lê yekîtiya Sûriyê jî divê bike ku Kurd bi nasname, çanda xwe li qada xwe bi rengekî xweser bijî. Nêzîkatiya berê ku dîsa hewl bide Kurdan bike jêr kontrola xwe, tevgera bi hişmendiya bi netew-dewletê ti sûda xwe ji kesî re nîne. Yekîtiya Sûriyê ji vê dernakeve, wê ziyanên mezin bide.
Desthilata berdest jî divê vê bibîne; van 8 salên dawî gelek tişt guherîn, Sûriye serûbinî hev bû, li Sûriyê pirsgirêkên giran ên siyasî, civakî û çandî derketin holê. Ji bo çareseriya van mirov li ser a berê raweste nabe. Hewceyî bi nêzîkatiyeke dî, bi nêzîkatiyeke nerm heye. Bêguman nêzîkatiya El Nusra û rêxistinên din ku dibêjin, îlim em ê wiha wiha bikin nabe. Li Sûriyê her kes dikare rêxistiniya xwe bike, dikare bawerî û çanda xwe bijî lê nabe ku mirov baweweriya xwe li hinan ferz bike. Mirov nikare bi wê hişmendî û rêxistinê re tevbigere ku baweriya xwe li hine dî ferz bike. Ji vî alî ve ne pêkan e ku mriov weke El Nusra û Îxvanî Muslim ku nêzîkatî û baweriya xwe ferz dikin qebûl bike. Di nav demokratîkbûnê de her nasname, çand, bawerî dikare azadiya xwe bijîn. Ji vî alî ve rejîma Sûriyê ya berdest divê gavan bavêje. Lê ji gavên demokratîkbûnê ditirsin. Dibêjin ku gav bavêjin wê bifeşkilin, dewama wê were, wê tiştên din bixwazin, nêzîkatiyeke wiha berteng heye. Divê dev ji vê biqerin. Em berevajî vê dibêjin heke li Sûriyê gavên demokratîk werin avêtin û nêzîkatiyeke baş were nîşandan dev ji qelsbûnê biqerin wê destê wan xurt bibe. Wê rewşa kesên ku şerê wê dikin qels bibe.
Em alîgirê lihevkirinê û muzakereyê ne. Em vê dixwazin. Lê divê demokratîkbûn bibe, nexasim divê demokrasiya xwecih were bicihanîn. Ji aliyê dî ve jî divê Kurd bi nasname, çanda xwe xweser bibin. Divê bakurê Sûriyê xweser be, li Sûriyê çend herêm xweser bin ev Sûriyê qels nake. Ji vî alî ve Sûriyeyeke ku ji herêmên xweser, ji demokrasiyên xwecih ava bûyî dikare hemû birînên xwe derman bike, ji berê xurtir dikare ji krîza heyî derkeve. Heke rewşeke wiha çêbibek, nêzîkatiyeke demokratîk derkeve holê li bara Tirkiyê jî wê xurt bibe, li bara DYE, Rûsya û Israîlê jî wê destê wê xurt bibe. Welatekî ku demokratîk bibe hêzeke derve zêde nikare bandorê bikeb. Hêzên derve li ser welatên ku ne demokratîk in karîger in. Lê li welatên wiha ku civak û gel rêxistinî ne û demokratîk in, hêzeke derve bi dilê nikare wî welatî rê ve bibe û berê wê diyar bike. Ne pêkan e tiştekî li derveyî daxwaza civakê ferz bikin. Ji ber vê heke rejîma Sûriyê dixwaze ji ferzkirinê derve, ji zextên derve xwe rizgar bike, heke ji vî alî ve aciz be rêya vê ew e ku Sûriye demokratîk bibe.
Li Sûriyê tekane dewleta dagirker dewleta Tirk e. Erê, Rûsya jî, DYE û Îran jî bi astekê hene lê di nav van de tenê dewleta Tirk dagirker e. Hêzên din bi rengên din bandora we dikin. Lê mîna dewleta Tirk ne rasterast dagirker in. Ji hêla siyasî ve bi rengekî li Sûriyê xwe karîger kriin. Helbet Sûriyê mîna dewleteke serbixwe divê bibe xwedî vîna siyasî. Ti hêzeke derve divê berê vîna siyasî ya Sûriyê diyar neke lê ji bo vê jî divê Sûriye demokratîk bibe. Sûriyeyeke demokratîk ji her bandora derve dikare xwe biparêze. Çareseriya pirsa Kurd jî bi hedefa demokratîkbûna Sûriyê, li ser hîmê muzakereyên bi dewleta Sûriyê em teşwîq dikin. Di vê mijarê de divê navbeynkarî hebe. Divê çareseriyeke nav Sûriyê were teşwîqkirin.
Mehên bihurî dewleta Tirk hin rêveberên we kirin hedef. Mînak weke Serhat Varto, Diyar Xerîn. We jî ragihand ku hûn ê tolê hilînin. Piştre 26’ê Tîrmehê li Hewlêrê yek ji xebatkarê konsolosxaneyê hate kuştin. Ji ber vê hûn têne tawanbarkirin. Têkiliya we bi vê bûyerê re heye?
Beriya niha jî me got ti têkiliya me bi vê bûyerê re nîne. Fermandariya Biryargeha HPG’ê got ên ku ev çalakî kirin ciwanên welatparêz in. Jixwe bi qasî ku di nûçeyan de derketî jî hin ciwanên Kurd ên welatparêz ev çalakî kirine. Ne çalakiyeke wiha ye ku Tevgera me rêxistiniya wê kiriye, berê wê diyar kiriye û pêk aniye. Bêguman hevalên me Diyar Xerîb û Serhat Varto, Sînanê Sor, Navgir Sînegir, Serhat Şafak di demên cuda de bi êrîşên hewayî hatin qetilkrin. Helbet ji aliyekî ve kî di van komkujiyan de cih girtibe, berpirs be em li ser vê disekinin. Bêguman ku em têkiliya wan bi vê komkujiyê re tespît bikin em ê bi ser wan de biçin. Ji ber ku ev êdî kirineke dijminatî ye. Ji vî alî ve xebatên me didomin. Lê ti têkiliya me bi bûyera Hewlêrê re tine. Endamên MÎT’ê ku me ew girtine jî li vê mikur hatin. Jixwe piştî bûyera Hewlêrê diyar bû ku kesê hatî kuştin ne xebatkarê konsolosxaneyê lê endamekî îstîxbaratê ye ku li ser Îranê dixebite. Wiha tê zanîn ku xebatên têkilî Îranê yê MÎT’ê beşekî jê li Başûrê Kurdistanê rê ve dibe. Ji ber ku kesê ku mir endamê MÎT’ê ye hate xwestin ku bi me re were têkildarkirin. Piştî ku me got hevalên me bi hevkariya MÎT’ê û xayinan hate qetilkirin hema di pey vê re ev bûyer çêbû û piştî ku derkete holê kesê ku miriye endamê MÎT’ê ye ev bûyer têkilî me hate nirxandin. Tê fêhmkirin ku ev wiha were nirxandin. Ji ber ku Tirkiye li dijî me şer dike, em jî li dijî Tirkiyê şer dikin. Dema ku li dijî Tirkiyê çalakiyek dibe pêşî em têne bîrê.
Piştî ku agahiyên derbarê bûyerê zelal bûn hevalên me daxuyanî dan ku ti têkiliya me bi vê bûyerê re tine. Heke me di nav vê çalakiyê de cih bigirta weke her carê me yê bigota. Ji ber ku dewleta Tirk li dijî me şer dike. Di nav vî şerî de yê li dijî me kî cih girtibe, sûc kiribe, bûbe parçeyek ji şer, tiştekî pir sirûştî ye ku bibe hedefa me. Em vê bibêjin; piştî gotinên me bi demeke kurt ev çalakî bûye. Ev çalakiyên wiha ne çalakiyên wiha ne ku di demeke kurt de werin pêkanîn. Bi teqezî beriya wê bi mehekê hazirî hatine kirin û wiha pêk hatine. Ji ber ku têkilî wê herêmê dibêjin nêzî konsolosê ye û baş tê parastin. Tê gotin cihekî wiha ye ku hêzên asayişê yên PDK’ê jî lê ne. Ji vî alî ve qey hazirî hatine kirin û wiha ev çalakî pêk hatiye. Lê PDK’ê ev bûyer ji xwe re kire mîna fersendê, mixabin baş nekir. Ji mê ve bû li ser Mexmûrê nerehetiyên wan hebûn, me ev dibihist. Di navbeyna PDK’ê û kampa Mexmûrê de pirsgirêk hebûn. Piştî ku bûyereke wiha bû PDK di cih de got ên ku ev bûyer kirine çûnûhatina wan a Mexmûrê heye û Mexmûr dorpêç kirin. Em vê rast nabînin. Ne exlaqî ye ku bûyeke ku me nekiriye û me neaniye ser xwe, biçe li gelê Mexmûrê ku ti têkiliya me xwe bi me re nîne, bar bike. Di nav Kurdan de bi milyonan dilxwazên me hene. Ji vî alî ve ya ku ciwanên Kurd kiriye nayê maneya ku me kiriye. Dewleta Tirk dijminatiyeke kûr li ser Kurdan dike, tê fêhmkirin ku gelek Kurd li dijî dewleta Tirk bi hêrs bin û bixwazin li dijî dewleta Tirk tişekî bikin û bi cih bînin.
Hûn ê kendî hazir bin ku çekan berdin?
Pirsgirêk ne ew e ku em çekan berdin. Pirsgirêka demokratîknebûna Tirkiyê û çaresernekirina pirsgirêka Kurdan e. Divê ji vî alî ve mirov li meseleyê binere. Diyar e bê ka çima me rahiştiye çekê. Ji ber ku hebûna Kurdan nehate naskirin, bi zexteke giran ji ber ku hate xwestin ku vîna wan were şikandin û qira wan were anî û ji bo ku ev hemû bi hêza artêş, polîs û darazê hate kirin em mecbûr man ku berxwedaniya çekdar bikin. A bûyî sedema ku em têkoşîna çekdarî bikin polîtîkayên dewleta Tirk in. Dewleta Tirk ji bilî vê ti derfeteke dî ya têkoşînê nehiştiye, nasnake. Dewleta Tirk hemû stratejiya xwe û hemû polîtîkayên xwe yên aborî, civakî, çandî, sportîf li ser qirkirina Kurdan ava kiriye. Kengî dev ji stratejiya qirkirina Kurdan biqerin, hebûna Kurdan were naskirin, Tirkiye bibe welatekî demokratîk, hebûn, ziman, çanda Kurdan were naskirin û nasnameya Kurdan bi ewlehiya destûrê were parastin wê demê berdana çekê dikare were rojevê. An na, heta ku li Tirkiyê demorkatîkbûn çênebe, li ser pirsgirêka Kurd ti modêleke çaereseriyê û nêzîkatiyeke çareseriyê bi asta ku were qebûlkirin dernekeve holê ne pêkan e ku em çekê berdin.
Dewleta Tirk niha dibêje ez ê tine bikim. Hebûna Kurdan nas nake, jê wêdetir dibêje pirsgirêka Kurdan tine û pirsgirêka Kurdan qebûl nake. Dibêje pirsgirêka PKK’ê heye. Îro dibêje bila HDP xwe ji PKK’ê veqetîne û li dijî PKK’ê bibe xwedî helwest. Dixwazin polîtîkayeke wiha ya şerê taybet bi cih bînin û li ser HDP’ê zextê çêbikin .Heke Tevgera Azadiya Kurd were tasfiyekirin, wê ji HDP’ê re bibêjin hûn siyaseta nasnameyê dikin, sûc e ku hûn siyaseta nasnameyê dikin, ev dabeşkariya û çawa ku bi ser PKK’ê û gerîla de tên wê wiha bi ser HDP’ê de jî biçin. Wê guh nedin pîvanên demokratîk, wê gotina li filan devera cîhanê wiha ye û hwd. Ji ber ku hebûna Kurdan nas nakin. Kurdistanê dixwazin bikin qada berbelavbûnê ya netewebûna Tİrk. Tekane polîtîkaya wan ev e. Divê ev polîtîka werin şikandin, dev jê biqerin, hebûna Kurdan bikeve ber ewlehiya destûrê. Divê çareseriyeke destûrî were dîtin .Wê demê hewcehiya Kurdan bi rêxistina çekê, bi berxwedana çekdarî namîne.
We ragihand di salvegera 50’i de 70 hezar birîndarên we hene. Gelo ne ji we bûya, Başûrê Kurdistanê ya ku di navbeyna dijminê Kurdan Tirkiyê û Îranê de ye, wê bikaribûya biba desthilatdar?
Em têkoşîn û şerê man û nemanê yê Kurdan didin. Ev ne tenê têkoşîna hebûan gelê Bakurê Kurdistanê ye. Dewleta Tirk pêşengiya şerê dijî Kurd dike û qirkirina Kurdan daye ber xwe. Jixwe behsa Mîsakî Millî dike. Ya ku jê re Mîsakî Millî dibêje Başûrê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê ye. Hebûna Kurdan nas nake. Di têgiha Mîsakî Millî de ya ku 1919’an hatî qebûlkirin weke welatê hevpar ê Kurd û Tirkan tê nirxandin.
Li ser vê bingehê Îsmet Înonu di hevdîtinên Lozanê de dibêje her wiha ew nûnerên Kurdan in. Lê çawa hevdîtinên Lozanê diqedin, êdî dev ji Mîsakî Millî berdidin û dev ji gotina welatê hevpar ê Tirk û Kurdan jî diqerin. Ji ber ku wê demê bi çarçoweya ku çavê xwe li Başûr û Bakurê Kurdistanê ji komkujiyan re bigire bi dest Ingiltereyê ve têne berdan. An jî Ingiltere bi çarçoweya ku qirkirina Kurdistanê Başûrê Kurdistanê bi kontrola xwe dihêle.
Tirkiye heke di şerên Şerê Cîhanê yê Sêyan de bikaribe Tevgera Azadiya Kurd serkut bike, armanc dike qada ku jê re Mîsakî Millî dibêje kontrol bike û li van deran qira Kurdan bîne. Polîtîkayên wan ên li ser Kerkûkê ji bo vê ne. Polîtîkayên wan ên li ser Kerkûkê ne tenê bi fikra Tirkmenên li Kerkûkê ne. Dema ku dema wê hat û fersenda wê dît, wê Tirkmenên Kekrûkê û Ti Eferê bike hencet û bixwaze serwerî Başûrê Kurdistanê bibe . Heke ne ji vê têkoşîna me ya li dijî vê mêtingeriya bi hişmendiya qirker bûye wê destkeftiyên Başûrê Kurdistanê derneketibûna holê. Ev destkeftî di rewşa têkoşîna giştî ya Kurdan de derketine holê.
Têkoşîna Kurdan li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat geş bûye. Têkoşîneke Kurd, hêza leşkerî û siyasî ya Kurdan derketiye holê. Di rewşeke wiha de destkeftî çêbûne. Heke ne ji vê têkoşîna li hemû parçeyên Kurdistanê bûye, heke hêza giştî ya siyasî, leşkerî û civakî ya Kurd derneketiya holê destkeftiyên Başûrê Kurdistanê dernediketin holê. Ji vî alî ve divê mirov baş bibîne têkoşîna azadiya Kurd a bi pêşengiya PKK’ê di geşbûna destkefiyên Başûr de bi roleke û giringiyekê ye. Geşbûna têkoşînê ya li mezintirîn parçeyê Kurdistanê helbet wê ji aliyê baş ve bandorê li hemû parçeyên din bike. Ji vê sirûştîti çi heye? Welatek, civakek wê li çaran were dabeşkirin, li nav çar parçeyan li parçeyê mezin wê tiştek nebe lê li parçeyên din wê destkeftî çêbibin an jî were parastin. Rewşeke wiha ne pêkan e. Heke îro destkeftî hebin, parastin hebe û hê jî bikaribe were parastin para têkoşîna PKK’ê bi mîsogerî di vê de heye. Têkiliyên berdest ên dewleta Tirk ên niha bi PDK’ê re jî encama têkoşîna PKK’ê ye. Heke têkoşîna PKK’ê nebûya, heke ji bo tasfiyekirina PKK’ê hewceyî bi PDK’ê û hwd. nedîtiba wê slav bidaya PDK’ê? Gotin pêlav alês, lîderên paşverû yên eşîran, filan û bêvan, her cure heqaret li wan kirin. Jixwe gotinên wan ên piştî referandûma serxwebûnê li holê ne. Ji vî alî ve hem li ser hebûna destkeftiyên Başûrê Kurdistanê û hem li ser parastina van helbet ked û pareke girîng a têkoşîna azadiyê heye.
Bêguman gelê Başûrê Kurdstanê jî berdêlên giran dan, têkoişya û êşa mezin kişand. Gund hatin hilweşandin û şewatandin, hate enfalkirin. Ev helbet ji bo çêbûna van destkeftiyan bû xwedî risteke mezin. Jixwe heke li Başûrê Kurdistanê hîç têkoşîn nebûye ma destkeftiyek dibû? Lê dema ku mirov bala xwe dide ser rastiya Rojhilata Navîn, dema ku mirov dêhna xwe dide ser dijminên Kurdan û rewşa parçeyî ya Kurdistnaê, têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li mezintirîn parçeyê Kurdistanê, li bandora wê ya li ser hemû Kurdan û meseleya Kurd bû rojeva hemû cîhanê destkeftiyên wiha derixiste holê. DYE û hin hêz ji bo ku Kurd nekevin bin bandora PKK’ê destek pirhêlî ya siyasî, leşkerî û dîplomatîk dane partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê. Divê ev rastî ji hêla her kesî ve were d^tin, divê nêzîktêdayin û polîtîkayeke wiha were geşkirin.