RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Mirov dikare bibêje, têkoşîna PKK’ê ya heta niha, bi awayekî bingehîn ji bo pirsgirêka Kurd bê dîtin, hatiye meşandin. Ji ber ku di şert û mercên derketina holê de realîteya Kurd dihat înkarkirin, bi awayekî xwezayî pirsgirêka hebûnê diket rojevê. PKK jî serê pêşî bi argumanên îdeolojîk hewl da hebûna pirsgirêkê îspat bike. Ji ber ku Çepgirên Tirk realîst nêzî pirsgirêkê nebûn, pêdiviya bi rêxistinî û fikrên di çarçoveya welat û netewe de derketin holê. Bi pêvajoyê ve girêdayî nav li PKK’ê hat kirin. Ji ber ku înkarkirin bi rêbazên hûrûkûr ji aliyê çepgiran ve jî dihat meşandin, li ser bingehên nasnameyên cuda rêxistinî û çalakbûyîn ket rojevê. Bi sedema ku polîtîkaya îmha û înkarê ya ji rêûresmê ya dewleta netewe ya Tirk di vê pêvajoyê de derfet neda ti lêgerîna çareseriyeke polîtîk, berevajî, kengî ev lêgerîn li terora faşîst a darbeya 12’ê Îlonê rast hat, pêngava şerê gel ê şoreşgerî yê PKK’ê weke riya bi tenê ket rojevê. Di vê rewşê de PKK yan wê weke komên çepgir ên demokratîk li Tirkiyê tesfiye bibûya yan jî wê ji bo berxwedanê biryar bidaya. Pirsgirêka Kurd êdî ne pirsgirêka nasnameya îdeolojîk bû, veguherî pirsgirêka şer, di vê de jî pareke diyarker a polîtîkayên îmha û înkarê yên faşîzma 12’ê Îlonê hewl da bi teroreke eşkere bimeşîne, heye. Mirov Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an di vê çarçoveyê de binirxîne wê bêhtir realîst be. Pêngav ji tevgera rizgariyê wêdetir nêzî armanca îspatkirina hebûnê û dewamkirina wê ye.
Polîtîkaya îmha û înkarê, ne bi tenê bi awayekî bi dizî û sergirtî dihat meşandin. Pêkanînên heştê salî yên van polîtîkayan dikir ku Kurd xwe nas nekin, li hemberî xwe gelekî xerîb bikevin. Kurd neçar kiribûn ku dev ji hebûna xwe berdin. Bi amûrên zorê û ekonomiyê kiribûn ku Kurd dev ji xwe berdin û bi giranî jî ev qebûl kiribûn. Li naverastê rastiya civak û gelekî xwenenas, li hemberî xwe xerîbketî hebû. Pêngava 15’ê Tebaxê bi awayekî bingehîn ev xwenenasî û xerîbxistin şikand û bi vî awayî polîtîkayên îmha û înkarê û encamên wê pûç kirin. Di vê çarçoveyê de mirov dikare bibêje, pêngav bi giranî bi ser ketiye. Ango Kurdîtî ji nû ve dipişkive, derdikeve rûyê erdê, dibe diyarde û realîteyek ku ji aliyê Kurdan bi xwe ve tê qebûlkirin. Ya rastî, li qatê dewletan jî hatin qebûlkirin. Bêguman qebûlkirina pirsgirêkê nedihat wê maneyê ku pirsgirêk çareser dibe. Ji ber ku niyeta çareseriyê derneket holê, rewşa pevçûn û şerê bi sînor bi awayekî dewrûbera xwe birizîne dewam kir. Herdu alî jî di wê pozîsyonê de nebûn ku pirsgirêkê bi zora eskerî çareser bikin. Herçiqasî car caran ev şens bi destê wan ket jî di wê qabîliyetê de nebûn ku pêk bînin. Kengî şensê çareseriyê di sala 1993’an de hat sabotekirin, pêvajoya şer bêhtir bi awayekî bêrehm û dewrûbera xwe birizîne dewam kir. Di vê çarçoveyê de mirov dikare bibêje, dema 1993-1998’an ji bo aliyan di warê çareseriya eskerî de pêvajoyeke têkçûyî û pûçkirî îfade dike. Eger lêgerîna polîtîk a di sala 1993’an de bi komplo û reşkujiyan nehatibûya têkbirin, hem di çareseriya pirsgirêka Kurd de, hem jî di warê avakirina Komara Tirkiyê de mumkin bû ku pêvajoyeke bêhtir pozitîf dest pê bikira. Firsendeke dîrokî bû ji dest çûbû yan jî kiribûn ku biçe. Heman tişt bi serê lêgerînên çareseriyê yên 1997-98’an jî hat an jî anîn. Heman hêzên reşkuj û komplogeran firsend neda çareseriya siyasî. Pêvajoya Îmraliyê pêvajoyeke bi nakok derxist holê. Di şexsê A. Ocalan de alîgirên çareseriyê û dijberên wê pirr dijwar xwe li hev rakişandin.
Pevçûna aliyan, pêşî di binyeya hundir a herdu aliyan de dewam kir. Lê kengî PKK’ê ji 2005’an û pêve li ser bingehê KCK’ê xwe weke hêzeke çareserker zelal û pêşkêş kir, Komara Tirkiyê jî pevçûn û guftûgoya di nava xwe de bi lez kir. Ev pevçûn û guftûgo di çareserkirina pirsgirêka Kurd de bi rola kilîtê radibûn. A. Ocalan li hemberî PKK û Komara Tirkiyê helwesta xwe li aliyê çareseriya KCK’ê danî. Di vê rewşê de tam li hev nekiribin jî pêvajoya diyalogê bi saziyên dewletê re ji nû ve dest pê kir. Di diyalogê de para AKP’ê pirr tinebû. Ev bi awayekî însiyatîfa dewletê bû. AKP’ê di 4’ê Gulana 2007’an de li Dolmabaxçeyê bi Serokatiya Fermandariya Giştî re bi dizî li hev kir, paşê di 5’ê Mijdara 2007’an de bi DYE’yê re li hev kir û vê yekê rewş tevlîhevtir kir. Hukûmeta AKP’ê di çarçoveya tesfiyekirina PKK’ê de dest bi gera li çareseriyê kir. Di berdêla hinek mafên formalîte û şiklî de (Kursên Kurdî û pirr bi sînor serbestkirina weşanê) ji derve destek hat wergirtin û bi vî awayî şer ket qonaxeke nû. Serokwezîr R. Tayyîp Erdogan sala 2005’an di axaftina xwe ya li Amedê de gaveke girîng a taktîkî avêt û soz da wê pirsgirêka Kurd çareser bike. Bi van sozên dayî armanca wî tecrîdkirina PKK’ê û destek wergirtina ji bo AKP’ê bû. Lewma jî wê demê niyeta wan dayîna mafên ferdî bû. Pîlanekî nû yê tesfiyeyê bi navê ‘pêşîlêvekirina demokratîk’ dixistin piyaseyê. Li ser gelekî xebitîbûn, bi DYE, YE û welatên cîran re, herweha di nava xwe de bi partiyên din ên dewletê re bi gelek saziyên çapemeniyê û rêxistinên civaka sivîl re bi rêxistin kiribûn û desteka hevkarên Kurd jî girtibûn. Wekî din, ji berê qatbiqat zêdetir di pratîkê de pêngaveke çalakî û seferberiyê ya topyekûn di bereya eskerî, siyasî, ekonomîk, çandî, psîkolojîk û dîplomatîk de tevî pîlanî xistin dewreyê. Hêzên mîlîs ên nû ne Ulkucî û Hîzbûllaha berê bûn, di bin rêveberiya Hukûmeta AKP’ê bi xwe de hêzên parçe parçe pêk anîn û ya pêk hatî bi awayekî ‘Hamasa Kurd’ bi xwe bû. Ev pîlan û pêngav bû ku di destpêkê de hin fermandarên di nava artêşê de û CHP’ya Deniz Baykal destek danê û li ser li hev kirin. Herçiqasî di nava dewletê de hinek sazî bi awayekî xurt li ber vê rabûn jî texsîr nekirin û ev pîlan meşandin. Operasyonên KCK’ê parçeyekî girîng ê vî pîlan û pêkanînê ne. Êrîşên hewayî û operasyonên bi destûr ên li dijî Başûrê Kurdistanê jî di çarçoveya heman pîlanî de ne.
Divê mirov bi girîngî bibêje, li pişt pîlan û pêkanînan pareke girîng a têkilî û helwestên tesfiyekaran di sala 2002-2004’an de heye. Ya rastî, AKP û hevkarên wê, ji pîlan û pêkanînan li benda serketineke temam bûn. Pirr aliyên pîlanê hebûn û gelekî tevlîhev bû, li gorî wan vê carê pêkan bû ku bi serketinê bi encam bibe. Bi rastî li pêşiya vî pîlanê pirr tevlîhev û gelekî bi xasûkî hatibû hûnandin, PKK weke astengê bi tenê xuya dikir. Lewma jî pêngavê bi tevahiya aliyên xwe tecrîdkirin û bêsîlehkirina PKK’ê ji xwe re kire armanc. Di vê çarçoveyê de tevahiya hêzan hatin bikaranîn. Hema bêje hêz nema ku di vê de nehatibe bikaranîn û çawa ku kum bikeve serê keçel xuya bike, her kes deşîfre bû. Lê ji ber ku PKK’ê xwe hem li ser hîmê çareseriya neteweya demokratîk weke KCK’ê pêşkêş û pratîze kir, hem jî bi giranî xwe ji kêmasî û sabitfikriyên xwe şuşt, tesfiyekirina wê pêkan nedibû. Weke berê ne pêkan bû derban jî bixwe. Tevî ku tevgera veguherîn û sererastkirinê hê nû bû, gelekî pêşde çûbû û bi pêş ketibû. Ev pîlanê ku AKP’ê belkî jî cara pêşî bi beşekî girîng ê artêşê re hewl da pêk bîne, ji destpêkê ve diyar bû ku wê neçe serî û pûç bibe. Lê AKP ji bo li desthilatdariyê baş rûnê, yekser nebe jî bi desteka artêşê texsîr nekir ku vî pîlanî bi kar bîne. AKP’ê ev çiqasî ceriband û pozîsyona xwe ya li desthilatdariyê bi hêz kir, tevî ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ti amadekariyeke wê ya ciddî û durist bi awayekî teorîk û pratîk tinebû û herweha ti hewldan û baweriya wê tinebû jî, mîna dinyanedîtî û çilekekî çavbirçî gotinên ‘pêşîlêvekirina demokratîk’ fena benîştekî her di devê xwe de cût. Hesabekî karê yê navend desthilatdarî û bi tevahî ji wê roja têde mewzûbehs bû. Di vê çarçoveyê de pirsgirêka Kurd bêhtir tevlîhev bû. Eger li hemberî xwe şensê çareseriyeke aştiyane û demokratîk a manedar û bi rûmet nebîne, vê carê wê bikeve qonaxeke nû. Di vê qonaxê de ‘ji bo hebûna xwe biparêze û bi hêza xwe azadiya xwe pêk bîne’ wê gavê biavêje jiyaneke azad û berxwedaneke topyekûn.
Dema ku PKK di serê salên 1970’î de ket ser rê, erka li pêşiya wê ew bû, hebûna Kurd ji rewşa hebûneke ku li ser hebûn û tinebûna wê guftûgo tê kirin, derxe û pirsgirêka Kurd bi têgihiştina dewleteke sosyalîst a reel çareser bike. Êdî guftûgo li ser hebûna Kurd nayê kirin, lê bi awayekî di dewletdariya netewe de bist bû û ma. Di pêvajoya xwerexnekirinê de derket holê ku dewletdariya netewe antî-sosyalîst e, û antî-demokratîkbûn bi xwe ye. PKK’ê bi awayekî pirr zelal dît ku bêyî civaka demokratîk sosyalîzm nayê avakirin, û lewma çareseriya pirsgirêka Kurd bi avakirina neteweya demokratîk dibîne. Niha aliyê ku pirs çûye ser ew e, divê xwe bi siyaseta qanûnî ya demokratîk an jî bi şerê gel ê şoreşgerî yê topyekûn bigihîne vê armancê.”
JI PIRTÛKA “PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK” HATIYE WERGIRTIN