INGOLSTADT – Umît Acar ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo protestokirina serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a li Elmanyayê protesto bike di 27’ê Îlona 2018’an de li bajarê Ingolstadtê xwe şewitandibû. Acar di salvegera çalakiya xwe de li heman bajarî hate bibîranîn.
Bi sedan kes tevlî bibîranînê bûn.
Piştî rêzgirtina bi qasî deqîqeyekê sînevîzyona li ser têkoşîna Umît Acar hate nîşandan.
Di bibîranînê de Endamê Dîwana KCDK-E’yê Demîr Çelîk axivî û got ku “Ne bi tenê Umît Acar, em qala dîrokeke fedaî dikin ku ji bo Rêbertîya xwe, Kurdistana Azad û jiyana azad xwe feda kirine.”
Çelîk nerazîbûn nîşanî qedexeyên li Elmanyayê yên li ser alayên YPG û YPJ’ê da û got ku “Ji dêvila ku hurmetî nîşanî berxwedana destanwerî ya YPG û YPJ’ê were dayin, alayên wê tên qedexekirin.”
Di bibîranînê de Mûstafa Tûzak jî axivî yê ku di çalakiya greva birçîbûnê bêdawî û bêdorveger de cih girtibû. Tûzak got ku “Em ê jiyana bêyî Rêbertî tu carî qebûl nekin. Heta ku Rêbertîya me di bin tecrîdê de be, em ê jî di bin tecrîdê de bin. Divê gelê Kurd xwedî li Rêbertî û nirxên xwe derkeve.”
Bibîranîn bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’û ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.