AMED – Îtîraza girtina Hevşaredarên Pasûrê Fatîh Taş û Fatma Ay ên ji ber teqîna li Pasûrê rû da û 7 kesan di teqînê de jiyana xwe ji dest dan, hatibûn girtin hat redkirin.
Îtîraza girtina Hevşaredarên Navçeya Pasûr a Amedê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay, Midurê Karê Fen Şener Aktaş, Hevserokê HDP’ê yê Neçaveyê Abîdîn Karaman û Mehmet Emîn Ay ên ji ber teqîna li Pasûrê da û 7 kesan di teqînê de jiyana xwe ji dest dan, hatibûn girtin hat redkirin.