RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Piştî Şerê Rizgariya Neteweyî yê ku Kurd û Tirkan di serê salên 1920’an de li Anatolyayê meşand, firsend çêbû li ser xirbeyên dewleta Osmanî di çarçoveya Mîsaq-î Mîllî de komareke demokratîk bê avakirin. Di sala 1919’an de tevî Tamîma Amasyayê di Kongreyên Erzirom û Sêwazê de jî gavên ber bi vî alî ve hatin avêtin. Li Meclîsa Mezin a Milletê Tirkiyê ku sala 1920’an hat vekirin di Destûra wê ya pêşî de (1921) naveroka demokratîk a rejîma bê avakirin eşkere xuya dikir. Qanûna Xweseriya Kurd di 10’ê Adara 1922’an de bi pirraniya Meclîsa Mezin a Milletê Tirkiyê hat qebûlkirin. Mistefa Kemal di serê sala 1924’an de li Konferansa Çapemeniyê ya Îzmîtê ji bo Kurdan weke modela çareseriyê ya xwe nasipêre sînoran behsa ‘muxtariyet’a herî berfireh dikir ango behsa xweseriya demokratîk dikir. Li ser Kurdistana Iraqê ya îro ku di çarçoveya Mîsaq-î Mîllî de bû, bi Ingilîzan re li hev kirin, û bi vî awayî gav avêtin pêvajoya komploya herî bi tehlûke. Ingilîzan dualîteya ‘yan Komar an jî Mûsil-Kerkûk’ li ser serokatiya M. Kemal ferz kirin û di bingehê vê komployê de ev hewldana polîtîk a bingehîn bû. Di encamê de, Mûsil û Kerkûk ji Ingilîzan re hiştin û di berdêla vê de ya para Komara Tirkiyê ket; îmha û înkara Kurdistanê bû. Ev dualîteyê bi lez Komar kir kirasê dîktatoriya tek partiyê. Bi komploya li dijî rêbertiya Şêx Seîd a 15’ê Sibata 1925’an kindira di stûyê Kurdan de kişandin. Di babetên berî vê de em dûrûdirêj li ser vê mijarê sekinîbûn, lewma eger em vê mijarê bi tezên sereke binirxînin em ê weha bibêjin:
a- Di desthilatdariya Duyemîn Meşrûtiyeta Îttîhad û Teraqî de sermayedar û kadroyên Cihû destek dan Jon Tirkan ango bûrjûwaziya ciwan a Tirk û bi Komarê re pêşketina wan bi lez bû. Di dema Şerê Rizgariya Neteweyî de hevgirtiyên xwe kominîst, ummetgir û Kurd bi tenê li derveyî desthilatdariyê nehiştin, ew kirin yên din. Bi tenê kadro û sermayedarên Cihû yên Siyonîst ên bi desteka Ingilistanê kirin hevgirtiyên xwe. Bi awayekî bingehîn yekdestdariya ekonomîk û desthilatdariyê di navbera van herdu hêzan de hat parvekirin. Ji aliyê Cihûyan ve, vê sîstemê Proto-Îsraîl îfade dikir. Desteka Ingilîz a ji bo rejîmê jî di vê çarçoveyê de ye. Sembola Mistefa Kemal ji hevgirtiyên xwe yê rastî hat qutkirin, bi reşkujî û komployên cûrbicûr hat bêtesîrkirin, rengekî xwedayî danê û ew mehkûmî perestgeha nû ya li Çankayayê kirin. Firqeya Cumhûriyeta Teraqîperwer (1925) û Firqeya Serbest (1930) ku ji aliyê kadroyên damezîner ên Komarê ve hatibûn avakirin hatin tesfiyekirin û rejîma Tirkê Spî ya pro-faşîst a bi tek partiyê misoger kirin. Bi vî awayî şensê avakirina komareke demokratîk ji holê rakirin.
b- Kurdên ev rejîm hem li dijî dema Osmanî hem jî li dijî Şerê Rizgariya Neteweyî yê rê li ber avabûna Komarê vekir xiyanet hesibandin, xwe bi komploya 15’ê Sibata 1925’an re rûbirû dîtin. Dema Kurd di dîrokê de li Tirkan rast hatin, bi sedema berjewendiyên xwe yên stratejîk û hevpar timî statuya jiyaneke hevgirtî ya nêzî hevpartiyê tercîh kirin. Ne ku hatibûn fetihkirin an jî bi darê zorê serî li wan tewandibûn ev jiyan tercîh dikirin, ji ber ku li gorî berjewendiyên xwe di cih de didîtin qebûl dikirin. Şerên Melezgirê (1071), Çaldiranê (1514) û Rîdaniyê (1517) tevî Şerê Rizgariya Neteweyî (1919-1922) bi navber be jî di nav pêncsed salî de li ser heman rastiyên stratejîk bi hevparî hatine kirin û di wan de bi ser ketine. Ev serketin jî vê rastiyê piştrast dike. Tevahiya dîrokê têkiliyên Kurd û Tirkan bi riza dilê wan pêk hatine û bingehên wan ên xurt ên stratejîk, dînî, siyasî, ekonomîk û çandî hene. Kengî bi awayekî yekalî û ji nişkê ve bi komploya Tirkê Spî yê pro-faşîst bi çembera îmha û înkarê dor li Kurdan girtin, neçar Kurd jî ketin rewşekê hebûna xwe biparêzin. Ya rastî, mirov nikare ji vê pêvajoyê re isyan an jî serîrakirin jî bibêje. Êrîşên bi komployên yekalî hatin meşandin armanca wan ew bû; Kurdan ji nasnameya etnîk û neteweyî bikin ango wan tesfiye bikin, Kurd bêhtir hatin pelixandin û nikarîbûn xwe ji vê rizgar bikin. Ev kampanya îmha û înkarê heta bi salên 1938’an bi awayekî fizîkî hat meşandin û paşê bi giranî bi rêbazên asîmîlasyonîst hat dewamkirin. Kurd weke Kurd li tevahî qadên eskerî, siyasî, ekonomîk, civakî û çandî hatin tinekirin. Navên Kurdî jî hatin qedexekirin. Wer lê hat, li bazaran jî nikarîbûn bi zimanê xwe bipeyivin. Dewleteke netewe ya homojen, li welatiyekî tek tîp dihat avakirin. Eşkere bû ku vê dewletê modela Prûsyayê ji xwe re kiribû bingeh û dibû prototîpa dewleta faşîst a Elman ku bi destê Hîtler hat avakirin. Ewqasî reh û kokên xwe berdan, tevahiya dîroka Komarê ji çepgiran bigirin heta bi rastgiran, ji Îslamiyan heta bi lîberalan hema bêje fikir, derdor û elîtên siyasî neman ku ji vê modelê bi tesîr nebûn. Kurtûkurmancî mirov dikare ji vê demê re bibêje, Dema Komarê ya Yekemîn. Avakerê wê ango damezrînerê wê CHP’a profaşîst a salên 1930’an e. Herçiqasî bi pratîkên cûrbicûr pêk anîn jî ev sîstem heta bi salên 1980’î anîn.
c- Darbeya eskerî ya 12’ê Îlona 1980’î bi sedema ku li hundir muxalefeta gelan zêde bû, li derve jî bi sedema guhertina konjonktura li Rojhilata Navîn (Şoreşa Îslamî ya Îranê, dagirkirina Afganistanê ji aliyê Yekîtiya Sovyetê ve), li şûna ‘mîlliyetgiriya Tirkê Spî yê laîk’ ê Komara Pêşî xwe li avakirina Komara Duyemîn a xwe bisipêre ‘mîlliyetgiriya Tirkê Kesk ê Îslam Tirk’ rakişand. Di hedefa vê hewldanê de bi awayekî bingehîn muxalifên Tirk ên demokratîk û sosyalîst û muxalifên Kurd ên neteweparêz hebûn. Ummetgir, ya rastî Evangelîstên Îslamgir (Îslama Mûsewî terîqeta nûxwaziyê) ji xwe re weke zemînê îdeolojîk hilbijart. Ya rastî, ji tevgera Nûrciyan heta bi tevahiya Neqşî û Qadiriyan terîqetan xwe bi lez di ber çavan re derbas kirin û veguherîn ekola Îslamî-Cihû ya modern ku versiyona Tirkiyê ya Evangelîstên Xiristiyan-Cihû yên li DYE’yê ne. Zemînê rastî yê îdeolojîk ê faşîzma 12’ê Îlonê jî ev ekol e. Bi vî awayî, versiyona Tirkiyê ya hegemonya Reagan-Tahtcher-Kohl hatibû pêkanîn. Di vê sîstema nû de gava pêşî hêzên sosyalîst û demokratîk hatin tesfiyekirin û piştre giraniya xwe dan ser Kurdên bi temamî bi pêşengiya PKK’ê li ber xwe didan. Bi awayekî pêvajoya Komarê ya salên 19251938’an dubare dibû. Ango Komara Duyemîn a dema 1984-1998’an, dubareya Komara Yekemîn a dema 1925-1998’an bû. Yên xetimîna sîstemê dîtin û alîgirê çareseriya siyasî bûn hatin tesfiyekirin. Bi tesfiyekirina van kesan re rejîmê xwe baş bi sazî kir. Komara Duyemîn jî bi faşîzmê bi encam bû. Lê vê carê, havênê îdeolojîk ji rengê spî bi ser kesk ve diçû. Ev dihat wê maneyê ku wê ev komar bêhtir muhafezekar be. Bi vê Komara Duyemîn re ya para Kurdan ket dîsa siyaseta îmha û înkarê bû. Di dema 1925-45’an de hêza hegemonîk a global a li pişt polîtîkayên îmha û înkarê bi awayekî bingehîn hêza hegemonîk a sîstema global Ingilistan bû. Li pişt Komara Duyemîn jî hêza hegemonîk dîsa hêza hegemonîk a sîstema global DYE bû. Sîstema hegemonîk ji salên 1920’an ve ya ji bo Kurdan lê fikirî ‘statuya weke pirsgirêk bihêle’ bû, û vê yekê heta serê salên 2000’î bêyî ku biguhere dewam kir.
d- Guherîna Komara Duyemîn a bi darbeya 1980’î dest pê kir, di serê salên 2000’î de bi pêxîrtengiyeke dijwar ji Komara Duyemîn qut bû. Avahiyên îdeolojîk, polîtîk, ekonomîk û civakî yên ji Komara Yekemîn mayî ji krîzê derbên giran xwarin û lawaz bûn. Yekdestdariyên ekonomîk û îdeolojîk ên Îslamî-Cihû yên Evangelîst ku bi destekdana DYE’yê beriya 1980’î hîmê wan hat danîn, bi AKP’ê dest avêtin desthilatdariya dewletê. Li dijî sazî û zêhniyeta Komara Yekemîn a lawaz bûyî, bi lez zendûbendên xwe badan û binesaziyên îdeolojîk ên Komara Duyemîn ava kirin. Li pişt diyardeya jêre desthilatdariya AKP’ê tê gotin, Neo-con’ên (muhafezekaran nû yên lîberal) DYE’yê û hevkartiya yekdestdariyên sermayeyê yên navenda wan Konya-Qeyserî Anatolî yên bi lez xurt dibin hene. Bi awayekî li têgihiştina Îslamî ya ji 1923’an ve li derveyî desthilatdariya dewletê hatibû hiştin, ji nû ve deriyên dewletê têne vekirin. Lê deriyên dewletê li sosyalîst, li demokratên radîkal, li Kurdên xwedî nasnameya kolektîf û azadîxwazan hê jî hişk asê kirîne. AKP bi awayekî bi rola CHP di dema Komara Yekemîn de pê rabû, di nava demeke kintir de di Komara Duyemîn de pê rabû. Bêguman mirov dikare di navbera yekdestdariyên sermaye û desthilatdariyê de jî behsa destguhertineke hegemonîk bike. Hemin di navbera herdu hêzên hegemonîk de Benda Çînê tineye. Gelek saziyên îdeolojîk û polîtîk ên Komarê bi hev re parve dikin. Lê dîsa jî di navbera wan de cudahiyên girîng ango nakokî hene. Bi awayê xuya dike, pevçûna di navbera wan de bêhtir di çarçoveya şerîetxwaz û laîsîstan de yan jî bêhtir bi awayê bûye sembol li dora guftûgoyên der barê sergirtina jinê de derbas dibin. Lê ev pevçûn bi xwe ji ber nakokiyên ciddî yên îdeolojîk, polîtîk, ekonomîk û çandî yên di navbera herdu hêzên hegemonîk de ye. Eger mirov vê nakokiyê bi paşxana wê ya dîrokî ve girê bide, mirov dikare bibêje, nakokiya Osmanî-Komargeran weke nakokiya Osmaniyên Nû û Komargerên Laîk dewam dike. Bêhtir rast e ku mirov AKP’ê weke bi sazîbûna îdeolojîk, polîtîk, ekonomîk û çandî ya rejîma 12’ê Îlonê binirxîne. CHP’ya Komara Yekemîn çi be, AKP’ya 12’ê Îlonê ya Komara Duyemîn jî ew e. AKP dixwaze desthilatdariya xwe ya hegemonîk bi Destûra Bingehîn (ya rastî, versiyoneke lîberal a Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê ye) tacîdar bike. Armanca bingehîn a hilbijartinên 2011’an ev e.
e- Polîtîkayên hegemonya AKP’ê der barê Kurdan de ji yên hegemonya CHP’ê cuda nînin. Eger herdu partî jî weke berê nikaribin polîtîkayên îmha û înkarê bimeşînin, di bingehê vê de têkoşîna PKK’ê ya nayê tepisandin heye. Naxwe bi wan bimîne, di îmhakirin û înkarkirina Kurdan de wê ji CHP’ê kêmtir nemînin. Heta ji hin aliyên din ve, nexasim di warê fanatîkiya îdeolojiya dîndar de (çawa ku di mînaka Hîzbul-Kontra de hat dîtin) ji CHP’ê hostetir e. Li pişt tesfiyekariya PKK’ê ya di sala 20022004’an de weke hêza teşwîqker bi awayekî bingehîn AKP hebû. Dîsa bi awayekî bingehîn hêza pêşî li çareseriya siyasî ya di nava dewletê de digire AKP ye. Meyla çareseriyê ya dewletê ji bo pêşdebirina hegemonya xwe bi kar tîne. Hem naveroka vê meylê ji ciddiyetê dûr dike, hem di propagandaya xwe de bi kar tîne, hem jî nava wê pûç dike. Bi vî aliyê xwe ji MHP û CHP’ya helwestên wan eşkere bi tehlûketir dibe. Dozên Ergenekonê jî bi heman armancê bi kar tîne. Bi darbekarên rastî re li ser tesfiyekirina Kurdan li hev dike û mîna kesên di asta jêr de dadgeh dike xwe nîşan dide û bi vî awayî xwe rewa dike. Xwedêgiravî li ber wesayeta artêşê radibe û demokratîk tevdigere, tiştekî wisa tineye. Ji bo tepisandina meseleya Kurd cara pêşî di dema AKP’ê de evqasî berfireh û bi pîlan bi artêşê re li hev hatiye kirin. Di vê polîtîkayê de yek ji têgînên kilît ‘mafên ferdî û çandî’ ne. Ev bi xwe di bin navê çareseriya pirsgirêka Kurd de maskekirin e ji bo pêkanîn û pîlanên tesfiyekirina nasnameya azad û kolektîf a Kurd. Piştî ku tesfiyekariya 2002-2004’an hat pûçkirin, çareseriya bi navê ‘mafên ferdî û çandî’ li dijî çareseriya KCK’ê bi beşê artêşê yê fermandariyê re bi desteka DYE, YE û rêveberiya Kurd û Ereb a Iraqê (wekî din, tevî Îran û Sûrî hevgirtineke din a destekdar xistin dewreyê) ji 2005’an ve xistin dewreyê. Bi gotina Serokwezîr R. Tayyip Erdogan ‘li dijî terorê ji aliyê eskerî, polîtîk, ekonomîk, çandî, dîplomatîk û psîkolojîk têkoşîn û seferberiyeke topyekûn’ dest pê kirin.
Hukûmeta AKP’ê xwe xist bin berpirsiyariya şerekî ku ti hukûmetê bi qasî wê newêrîbû vê bike ango hukûmeta AKPê Gladîo’ya xwe pêk anî û bi wê şerê xwe dimeşîne (Dema Pêncan a Şerê Gladîo). AKP dev ji şer berneda; şer pirralî û berfireh kir, ango şer hûrûkûr dimeşîne. AKP ji partiyên dewletê yên beriya xwe bêhtir partiya dewletê ye, hukûmeta wê jî ji tevahî hukûmetên beriya xwe bêhtir hukûmeta ‘şerê taybet’ e. Ji rêxistina tetikêş Hîzbûllahê ya bi ser JITEM’ê ve berfirehtir li pey rêxistiniyeke kontra ya Îslamî ye. Di serî de îmamên kadro yên Karûbarên Diyanetê endamên cemiyetên gelek terîqetan bi rêxistineke ban û sîwanê ya şêwazê Hamasê bi pirrarmancan bi kar tîne. Kontrola xwe ya li ser ekonomiyê di xizmeta şerê taybet de dimeşîne. Çanda jiyana dînî bi heman armancê dinirxîne. Bi giranî navenda dîplomasiyê di heman warî de dixebitîne. Bi kurtî, di navenda xebatên hukûmetê de tesfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd heye.
Hukûmeta AKP’ê ne bi tenê gav bi gav desthilatdariya dewletê dixe destê xwe, di heman demê de hegemonîze dike. Mîna di dema damezrandina Komarê de, di pêvajoya hilweşîna wê de jî dixwaze desthilatdariyê hegemonîze bike û bidomîne. Tevgera tesfiyeyê ya li dijî Kurdan çawa ber bi hegemonya faşîst a Tirkê Spî ve çû, di pêvajoya jihevdeketina faşîzmê de jî tevgera nasnameya Kurd a azad dikin hedef û bi vî awayî dixwazin heman hegemonyayê ji nû ve ava bikin. Tesfiyekirina Kurdan, yek ji wan faktorên sereke ye ku kir Komar ji tevahî naveroka xwe ya demokratîk û ronakbîr dûr bikeve. Çawa ku tesfiyekirina Kurdan sedema bingehîn a tevahiya bûyerên neyênî yên Komarê ye, berevajiyê wê jî rast e. Ango di serî de demokratîkbûn, pêşdeçûna Komarê li ser bingehekî erênî têkiliya xwe bi azadbûna Kurdan re heye. Dîroka nod salî ya Komarê, ev rastî bi temamî û bi awayekî berbiçav piştrast kiriye.
f- Di qonaxa li pêşiya me de Komara Tirkiyê wê tam bê serê duriyan. Komara di qonaxa rizgariyê de Ingilîzan berê wê da şerê antî-Kurd, mixabin dîsa Ingilistan û hevgirtiyê wê yê sereke DYE wê berê wê bidin şerê antî-Kurd û vê carê wê bêhtir tengav bibe. Jixwe sîh salên dawî yê vê Komara Duyemîn di vê tengaviyê de derbas dibin. Komar di vê tengavbûnê de diperpite. Bûyerên diqewimin, ne bi tenê ‘şerê di asta jêr de’ ye; nirxên civakî heta bi şaneyan ji hev dûr dikevin û dirizin. Ji têgînên hilweşînê û jihevdeketinê gelekî girantir jihevbelavbûn û rizîneke civakî pêk hat. Îradeya xwe weke organîzasyoneke Gladîo dimeşîne pêkan e ku bibe rejîmeke tarî, lê ti carî nabe rejîmeke komarê. Di şer de israr dibe ku pêngava dawî ya Gladîo’yê be, lê ji bo bêtesîrkirinê têrê dike ku ji odeya kozmîk bê derxistin û zelalkirin. Riya duyemîn a Komar pêde biçe riya yekîtiya demokratîk e ku di dema Şerê Rizgariya Neteweyî de pêk hatibû. AKP dikare vê riyê careke din bike bingehê Komarê. Ya komar kir komar, hevgirtina neteweyî û demokratîk a şerê 1919-1922’an bû. Aliyê antî-hegemonîk yê vê hevgirtinê jî hebû. Bi redkirina vê hevgirtinê re, şensê komara demokratîk ji dest çû û li şûna wê desthilatdariya çete û darbeyan a komploger, pro-faşîst û Gladîokar pêk hat. Ev riya gelek caran hatiye ceribandin û têkçûna wê hatiye îspatkirin nabe ku bibe riya rastî ya Komarê. Riya komara demokratîk a diviyabû ji destpêkê ve bihata şopandin di qonaxa li pêşiya me de ji bo çareseriya pirsgirêkan û aştiya civakî riya bi tenê ye. Li ser vê riyê ku ji bo AKP’ê û hukûmeta wê şensa dawî ye, KCK ne asteng e, lê belê firsendeke çareseriyê ye.”
JI PIRTÛKA “PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK” HATIYE WERGIRTIN