NAVENDA NÛÇEYAN
Bi salane pênaseyek ciwantî û jinên ciwan hatiye pêşxistin. Teqez me hemiyan li cihekî tiştekî der barê nasnameya ciwantî û jinên ciwan bihîstiye. Rola pêşeng, bi enerjîk û hertim civaka ku xwe nû dike li ser linga dihêle, kî vê qebûl bike ya jî neke, ev rastî wiha ye.
Rastiya ciwanên şoreşger û welatparêz ku welatê wan bindeste, xwe di rastiya YDGK-H û YDG-H’ê de daye xuyakirin.
Ciwanên YDG-H’ê wek mîrasek ku qet nayê jibîrkirin cihê xwe di nava dîroka ciwanan de girt û vê yekê diparêze. Rêxistinbuyîna YDG-H a xweser ku wek YDGK-H hatibû binav kirin di dîroka jinên ciwan de nasnameyek nû dabû qezenc kirin û şêwazê berxwedana jinê bi ruhê ciwantî kiribû yek û li qadan bibû efsanewî.
Pêwîste destpêkê em li dorhêla derketina wan Tevgeranan meze bikin. Çima ciwan û jinên ciwan ên Kurdistanî pêwîstî bi rêxstinbuyînek wiha ditîbû. Destpêkê em bidin xuyakirin ku ciwanên û jinên ciwan ên YDGK-H û YDG-H’î zarokên ji demê 90’î bûn. Yanî xwedî hişmendiyek civakî bûn, gundê wan hatibûn valakirin, malê wan hatibû ruxandin, xwîşk û birayên wan ji aliyê leşker û polîsên dagirker ên tirk hatibû qetilkirin, bi rojan li benda dayik û bavê xwe bûn. Zarokên wiha wê helbet di ciwantiya xwe de bi agirê tolhildanê bi ser dagirkeran ve bimeşin.
Bê guman gelek sedemên rêxistinbuyîna ciwan û jinên ciwan ên Kurdistanî heye. Lê sedema herî esasî ew e ku li çiya û bajarên Kurdistanê kiryarên dervî mirovahiyê li ser Gelê Kurd û Şervanên wê hatibûn meşandin. Li kêleka vê dewleta tirk a dagirker bi rêbazên şerê taybet dixwazt Ciwanên Kurdistanê dîlbigirta, bi polîtîkayên wek sîxurtî, fûhûş û maddeyên hişbir êrîş dibir ser ciwanan. Ciwanên YDGK-H û YDG-H em dikarin wek mudaxeleya ji bo pêvajoyê binirxînin. Ev rêxistinên ciwanan ku di sala 2013’an xwe îlan kir, bi wextên pêş de bi sekn û çalakiyên xwe dilsoziya gel qezenc kir û heman demê de tirsek mezin xistin dilê dijmin.
Rêxistinên ciwanan YDGK-H û YDG-H xwe bi hin çalakiyên radîkaltir da nîşandan û xeta ciwanên radîkal da jiyan kirin. Çalakiyên herî bi bandor yê Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger û Welatparêz (YDGK-H) li dijî kesên ku fûhûş, destavêtin û destdirêjî dikirin hatin pêşxistin. Rêxistina Jinên Ciwan di şexsê Jinên Ciwan de hemû êrîşên li ser Jinê jixwe re kiribû armanc û ji bo hemû jinên ciwan perspektîfa ‘bêhnek rehetî nedayina dijmin’ avakiribû.
Yekitiya Jinên Ciwan ên Şoreşger û Welatparêz (YDGK) ya ser bi YDG-H’ê li Amedê hat damezrandin.
Di daxuyaniya encamê ya civîna damezrandinê de bal kişandin ser qetilkirina yek ji kadroyên pêşeng yên PKK’ê Sakîn Cansiz (Sara) û kadroyên Jinên Ciwan Leyla Şaylemez (Ronahî) û Fîdan Dogan (Rojbîn) û hat destnîşan kirin ku ev yek nîşan dide êrîşên pergalê yên li dijî jinên azad û rêxistinbûyî gihaştiye kîjan qonaxê. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku vê komkujiyê nîşan daye ku ti dewlet jinên xurt qebûl nakin. Yekitiya YDGK’ê diyar kir ku dewlet bi mejiyê mêr hatine avakirin û komkujiya Parîsê jî peyamek ji bo jinê ye.
Di dewama daxuyaniyê wiha hat gotin: “Me mesaj girtin û emê bi serketina têkoşîna xwe re tola komkujiya Parîsê hilînin.” Daxuyaniyê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku ewê ji veguherîna civakê ya ber bi azadiyê re pêşengiyê bikin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 1’ê Hezîranê tê wateya jinûve vejînê û hat gotin, “Emê di şopa Şehîd Nûdayan de bimeşin û vejîna jinên ciwan jinûve ava bikin. Û em di vê roja bi rûmet de, rêxistinbûyîna xwe ya jinên ciwan îlan dikin. Di salvegera pêngava 1’ê Hezîranê de bi giyana pêngava 1’ê Hezîranê, di bin sîwana YDG-H’ê de em avabûna Yekitiya Jinên Ciwan ên Şoreşger û Welatparêz ava dikin. Bi vê rêxistinbûyînê re em dixwazin rêxistinbûyîna jinên ciwan bi felsefeya azadiyê ya Rêbertiyê re bikin ye. Bi hêza xwe ya rêxistinbûyî, emê tecrîdê bişkînin. Azadiya Rêber Apo azadiya me ye.”
Der barê ‘pêvajoya çareseriyê’ û polîtîkayên dewletê yê wê demê YDGK-H ev tişt da diyarkirin: “Derketina rêxistina YDGK-H ji bo hemû jinên ciwan buye wek zayînek nû û ji xweliya xwe berxwedanek geş kiriye û buye pêşeng. Li beramberî vê qaşo di bin navê ‘pêvajoya çareseriyê’ dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe ên bêesilkirinê befirehtir bike, û bi destê polîs û leşkerên xwe dixwaze li Kurdistanê fûhûş û maddeyên hişbir belav bike. Lê ev ji aliyê rêxistinên me YDGK-H û YDG-H ve hatin deşîfre kirin, û êrîş û zextên li ser Gelê Kurd û ciwanan ên di bin navê ‘pêvajoya çareseriyê’ tên veşartîn me derxistin ruyê rojê.”
ŞEHÎDÊN YDGK-H’Ê KU XWE GIHANDINE XWEDAVENTIYÊ
Rêxistinên Ciwanan YDGK-H û YDG-H’ê destpêkê bi Berxwedana Kobanê xwe nîşandan. Ji Bakurê Kurdistan berbi Rojavayê Kurdistanê ve çûn, ji bo di şexsê Kobanê de êrîşên çeteyên dewleta tirk a dagirker bişkînin. Ciwan û Jinên Ciwan ku sinor derbas kirin, destpêkê li Kobanê ji pêvajoyê re bûn bersivek xurt. Yek ji wan jinên ciwan Evrim Andok (Azize Bayram) bû. Evrim ku bi şehîdê yekem ê YDG-H’ê Şahin Oner di heman dibistanê de bûn, ji şahadeta wî bandor bû û ji bo tolhildan û hezkirina axa xwe berê xwe da Kobanê. Di Berxwedana Kobanê de xwe gihand xwendeventiyê. Şehîd Evrim carek din ruhê berxwedan û yekîtiyê li Kurdistanê anî bîra me û di heman demê de ruhê berxwedana jinên ciwan gihand Kobanê û li vir tevlî kerwana şehîdan bû.
Êrîşên dagirker bi Kobanê û qaşo bi ‘pêvajoya çareseriyê’ sinordar nema, dewleta faşîst asta zext û êrîşan bilindtir kir. Li dijî vê YDGK-H û YDG-H’ê tax û kolanên xwe girtin û zemînê berxwendên Rêveberiyên Xweser ku tê de destanên qehramantiyê hatibû nivîsandin amade kirin. Di vir de Şehîd Newal Dara û Şehîd Faraşîn Sîdar pêşengtî kirin û di berxwedana YPS-Jin de cihê xwe girtin û xwe gihand asta nemirbûnê.
Şehîdên YDGK-H’ê ji bo hemû jinên ciwan perspektîfa ‘Jinên Ciwan ên Azad’ jinûve nivîsandi bû. Ji Rindixanan, Besêyan, Zarifeyan ala berxwedanê hilgirtibûn û gihandibûn roja me îro. Carek din bi me “Berxwedan Jiyan e” dan gotin. Ji xwedavendên berxwedanê re em rêz û hurmetê dîsa didin nîşandan.
NC/Faraşîn Sîdar