AMED – Nûçeya ku bû mijara sûcdarkirinê, der barê sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker ên li navçeya Sûr a Amedê bû.
Rojnamevanên ku nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê ya hate girtin (DÎHA) li medyaya sanal parve kirin der barê wan de doz hate vekirin.
Rojnamevanên ku doz li wan hate vekirin Omer Çelîk, A. Vahap Taş, Çagdaş Kaplan, Selman Çîçek, Hamza Gunduz, Înan Kizilkaya, Kemal Sancili û Selîm Gonenç in ku rûniştina dozê ya çaremîn li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat.
Rojnamevan Kemal Sancili ku ji dozeke din girtî ye ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû. Rojnamevanên din tevlî rûniştinê nebûn.
Dozgeriya Tirk parvekirinên li medyaya sanal weke hedefnîşandana Çîtîl şîrove kir û xwest rojnamevan ji salekê heta sê salan bên cezakirin.
Parêzerê rojnamevanan Resûl Tamûr ji bo parastinê bikin daxwaza demekê kir. Dadgehê ev daxwaz qebûl kir û rûniştina doza li dijî rojnamevanan heta 18’ê Kanûnê taloq kir.