QAMIŞLO – Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li Ser Rojavayê Kurdistanê û çiyayên Kurdistanê roj bi roj zêde dibin û şefê faşîst ji bo ku gefên li ser Rojavaya Kurdistanê bike dudilî nabe. Dewleta Tirk a dagirker ne tenê li çiyayên Kurdistanê, li bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê jî, her roj derbên giran dixwe.
Di dema ku gelê Rojavayê Kurdistanê li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe bi rêxistin dike de, ciwanên Rojavayê Kurdistanê bê navber perwerdeya xwe ya xweparastinê dibînin. Li ser vê esasê Tevgera Ciwanên Şoreşger perwerdeya xweparastinê ya ku 20 rojan wê dewam bike vekir.
Ciwanên ku tevlî perwerdeya xweparastinê bûne gotin;
Ciwanê bi navê Ebdullah got, “Em îro li vir perwerdeya xweparastinê dibînin da ku em welatê xwe li hemberî dijmin biparêzin. Wezîfeya me weke ciwanan parastina xaka me ye.”
Ciwanê bi navê Mihemed Qamişlo diyar kir ku ewê xwe perwerde bikin û li hemberî dijmin bisekinin. Mihemed got, “Em xwe perwerde dikin da ku li dijî êrîşên dagirkeriyê bisekinin. Di her êrîşên dagirkeriyê de em hîn dibin bê ka emê çawa xaka xwe biparêzin. Em ê xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin. Em hêvî dikin ku hemû ciwan beşdarî perwerdeyê bibin da ku xaka xwe li hemberî êrîşên dijmin biparêzin.”