QAMİŞLO – Di derbarê parçekirina Kurdistanê de, hevpeymana Lozanê ya ku di navbera Îngilîz û Fransiyan de hate çêkirin armanc û bandoriyeke çawa da ava kirin heya roja me ya îro li ser her çar parçê Kurdistanê, bi taybet dagirkerî li ser Rojavayê Kurdistanê rolekî çawa lîst, dîsa bi derketina Tevgera azadiyê û amedekariyên Şoreşa Rojava heya dest pê kirina Şoreşa Rojavayî Kurdistanê? Derbarê van pirsan de Endamê Rêveberiya Hevbeş ya Bûroya PYD’ê Ebdul Kerîm Sarûxan bersiv da pirsên ajansa me.
Ebdul Kerîm Sarûxan wiha dest bi axaftina xwe kir: “Beriya ku Kurdistan bibe çar parçe di encama hevpeymana Saykis-Pîko ya Îngilîz û Feransiyan ku di şerê cîhanê yê yekemîn de li hev kirin, beriya ku ew hevpeyman bê çêkirin di navbera Osmaniyan û Sefewiyan de Kurdistan kiribûn du parçe, parçeyek di destê Sefewiyan de bû ya ku îro jî tê nas kirin Fursin parçeyê din jî kete bin destê Osmaniyan ya ku îro jî tê naskirin Tirkin. Di encamê qirîzên ku wê serdemê hatin derxistin ji bo ku desthilatdariya xwe li Rojhilata Navîn mayin de bikin û di heman demê de welatên Rojavayê cîhanê xwestin dagirkeriya xwe li ser welatên ereban yan jî welatên Kurdan bikin wê demê şerê cîhanê yê yekemîn rû da di encama kesên ku di şerê cîhanê yê yekemîn de derketin hevpeymana Saykis Pîko di navbera Îngilîz û Fransiyan de sala 1916’ ande çêbû lê belê îlan kirina wê û pêkanîna wê di sala 1920-1923’an de bû di hevpeymana Lozanê de hate diyar kirin di encama wê Îtîfaqê de Kurdistan bû çar parçe, parçeyek di bin desthilatdariya Sûriyê de ma, parçeyek di bin desthilatdariya Iraqê de, parçeyek di bin desthilatdariya Îranê de, parçeyk di bin desthilatdariya Tirkiyê de ma. Cumhûriyeta Tirkiyê bermahiyê Împratora Osmanî ya di şerê cîhanê yê yekemîn de Împratoriya Osmanî têk çû lê belê Cûmhûriyeta Tirkiyê hat ava kirin. Di hevpeymana Lozanê de Kurdistan kirin çar parçe parçeykî mezin di bin destê Îranê de ma û parçeyk di bin destê Fransa de ma û di heman demê de Îngilîz li ser Iraqê desthilatdarî û dagirkeriya xwe dida meşandin ji ber vê yekê parçeyekî Kurdistanê dan Iraqê û parçeyek dan Sûriye ji ber di bin desthilatdariya Fransiyan de bû Fransî wekî mêtingerekî dihat dîtin de bû.
“Ruxmî ewaqas desthilatdarî lê dîsa jî gelê me bê deng nema”
Sarûxan bal kişand li ser Sedema ewqas parçebûn him di welatên Ereban de û him jî Erdinîgariya Kurdistanê dan wenda kirin di navbera çar dewletan de ji bo ku gel parçe bikin, zeîf bixînin û bikeve destê çar desthilatdaran zû nikaribe xwe komî ser hev bike rûxmî ku ewqas desthilatdarî dihat meşandin lê gelê me di wê serdemê de jî bêdeng nema Serhildan destpêkirin dîsa mîr, beg û Serok eşîrê Kurdan jî di bin navê wê mafê Kurdan di çarçoveya Erdînîgariya Tirkiyê ya nû de jî bidin wek dewletekî zanyarî ku Kurd jî tê de cih digrin û sozê kemalî yê ku di hevpeymana Lozanê de hatî kirin di hemberî dewletên ku di itîfaqê de amade bûn emê mafê Kurdan di nav xwe de biparêzin û parastina wan jî emê bikin di wê demê de Kurd jî qezenc kirin û birin aliyê xwe lê soza ku dabûn xwedî lê derneketin ruxmî ku hin Mîr û begê Kurdan bi xwe re biribûn wê İtîfaqa Lozanê Kongra Navnetewî hat çêkirin bi cil û bergên Kurdî çûn gotin ev jî Kurdin dixwazin bin desthilatdarî û rêveberiya me de jiyan bikin tiştekî ku ew dixwazin tineye mixabin wan jî qebûl kirin. Piştî ku ji wê İtîfaqê zivrîn dest bi komkujiyên li ser Kurdan kirin beriya wê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê gelek ferman li Suryaniyan û Ermeniyan pêk anîn bêhtirî milyon û nîv ji Ermenan û Suryanan jiyana xwe ji dest dan. Di sala 1923’an de êdî ji Kurdan re jî vala bûn û komkujiyên li ser Kurdan jî anîn lê belê bêdengî li seranserî Kurdistanê çênebû Serhildan hatin dest pê kirin Serhildana Şêx Seîd Pîran di sala 1925’an de li hemberî Tirkiye wekî Serhildanekî hat dest pê kirin, dîsa Serhildana Seyîd Riza di sala 1936’an de hat dest pê kirin û ji bilî wê jî hin Serhildanên Koçkêrî, Palo û gelek Serhildanan rû dan li Bakurê Kurdistanê li hemberî vê rewşa nû. Di Başûrê Kurdistanê de jî hin çalakî hatin çêkirin Partiya Demoqratîk Kurdistan hê nehatibû damezrandin wek Serok Eşîr kesayetên navdar Serî rakirin li hember vê rewşa nû lê di encamê de tiştek çênebû di Başûrê Kurdistanê de.
“Bi rengê dagirkeriya nû şerê cîhanê yê duyemîn hat dest pê kirin”
Şerê cîhanê yê duyemîn şerekî ji bo desthilatdariya herêmê ye ji bo ku berhemên herêmê bixin bin destê xwe de gelê herêmê li gor berjewendiyên xwe wan bi rêve bibin bi rengê dagirkeriya nû şerê cîhanê yê duyemîn hat dest pê kirin. Di sala 1947’an de dewleta Sûrî serxwebûna xwe azadiya xwe bi dest xist beramberî mêtingerî û desthilatdariya Fransî li ser vê axê. Şerê cîhanê yê duyemîn bandoriyeke mezin li ser Kurdistanê giştî û bi taybet li ser Rojava di vir de jî zirarekî mezin gihîşt Kurdan şerekî cîhanê yê duyemîn çêdibe lê tenê Kurd dibin qurban ji bo ew şerê Navnetewî yê ku çêdibû Kurdan wê demê tiştek qezenc nekirin ne wek merheleya ku em niha tê de jiyan dikin derketina Fransî ya ji vê herêmê derketina Îngilîz ji Başûrê Kurdistan û Iraqê dîsa di milê Tirkiye û Îranê de tenê Kurd bûn ê qurbanê tu tişt bi dest nexistin ji bo wan dan û standinê siyasî nehat kirin, rêveberiyekî ku bikaribe pêşengiya gelê Kurd bi temamî bike tune bû di wê serdemê hêzekî leşkerî bi zanebûn, zîrekî û wêrekî şerekî bide meşandin û pê re jî projeyekî xwe yê siyasî diyar bike ew jî tunebû kurd bi mêrxaziya xwe qehremaniya xwe ema rêxistinî nînbû di wê serdemê de ji ber vê yekê li Rojhilatê Kurdistan Cumhoriya Mahabad wê demê hat çêkirin lê dirêj nekir ji ber itîfaq di navbera Şah û Rûsan de hat kirin dîsa di navbera kesayetên ku alîkarî an go cebil xane didan Kurdan li ser wan qut kirin sozê ku didan Kurdan xwedî li sozê xwe derneketin yek ji wan artêşa Soviyet ya Rosî qaşo di milê kesê bin dest kesê azadîxwaz li wir jî hatin xapandin ji berjewendiyên xwe êdî pişta Kurdan negirtin Kurdan li wir jî wenda kirin. Wê demê merheleykî nû re derbas dibin merheleya înkarê, îmhayê, qatlîamê û koçberiyê re derbas dibin. Li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê Dîrok, Çand û Nasnama Kurdan hat hedef girtin mînak li Bakur komkujî li ser Kurdan hat kirin koçberiyekî pir mezin ku gelê Kurd ji welatên xwe bajarên xwe gundên xwe berdin ber bi Istenbol, Enqara, Îzmîrê û Ewrûpa ve biçin ji bo ku nasnameya xwe ya Kurd ji bîr bikin dîsa mînak di Rojava de Kurdê ku li ser axa xwe gundê xwe bajarokê xwe de nasnameya wan ya sûrî ji wan hat kişandin ji bo ku di nava nasnameya Erebî de werin helandin gelek siyaset li ser gelê Rojava dan meşandin gelek erebên ji aliyê Reqayê anîn li Cizîrê bi cih kirin li seranserî xeta Rojava û Bakur de bi cih kirin heya roja me ya îro jî bi ser xet û bin xet tê bi lêv wê demê ser xet û bin xet yek welate di bin navê mexdoriyetê li seranserî giştî Rojava Ereb bi cih kirin ji bo ku wekev çemberekî di navbera Kurdên Rojava û Bakur de bê çêkirin siyasetekî terîb kirinê çawa li Bakurê siyaseta tetrîkirinê hat kirin li Rojava ya terîb kirinê het kirin. Ev siyaset êdî Zimanê Kurdî bi temamî li her derê qedexe kir êdî rewşa gelê Rojava nema dikarîbûn di siyasetê de biaxivin û bi vê ve girêdayî di aliyê Aborî de gelê me xistin wê rewşê de ku tenê bi nanê xwe yê rojane de bifikirin ji bo bi Çareserî, Azadî, Pêşeroj, Nasname û çi bi destê wan dikşîne nefikire lê ev siyaseta ku dihat meşandin hîşt ku gel li hemberî rejîma baas bi hêrs bibe alozî bêhtir zêde kir.
“Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK bi xwe re ruhek da Neteweya Kurd û bû vejînekî nû ji bo Gelê Kurd”
Sarûxan wiha da zanîn ku: “Di şerê cîhanê yê duyemîn heya destpêkirina Tevgera Azadiya Kudistanê PKK ku li Bakurê Kurdistanê hat dest pê kirin û dîsa pêngava 15 Tebaxê ku di 84’an de dest pê kir bi xwe re ruhek da Neteweya Kurd bin temamî li her çar parçeyê Kurdistanê. Beriya 15 Tebaxê di 80’an de êrîşeke mezin li ser Tevgera Azadiyê çêbû wê demê Tevgera Azadiyê di nû damezrandina xwe de bû bi hezaran kadroyên PKK di Zindanan de man û hêjmarekî mezin jî ji Bakur hatin Rojava çûn Lubnanê ew bû pêvajoykî nû ji bo gelê Rojava bû naskirinekî nû ji bo pirsgirêkin xwe yê Gelê Kurd re nû deriyê çareseriyê dît vejînekî nû ji bo gelê me her kesî xwest cihê nav vê Tevgerê de bigre kar û xizmetekî bike ji bo tevahî gelê xwe, Partiyên Siyasî jî di wê demê de Rojava de hebûn lê ji Siyasetê bêhtir tenê weke şikil mabû Cewher vala bû tiştekî ji Kurdan bike tunebû tenê di çarçoveya civînanan de mabûn ji bo gel bikin xwedî îrade û li Azadiya xwe biprse tiştekî bi vî rengî tunebû. Di 57’an de Partiya Demoqratîk ê Kurdê Sûriyê çêbû lê gelek parçe bûn û gelek ji saziyê ewlehî yê dewletê ve hatin girêdan. Bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistan PKK û hatina R.APO di Rojava de di vir de pêdvajoyekî nû hat afirandin ji bo çareser kirina pirsgirêka Kurd û bi demê re ne tenê ji bo Gelê Kurd veguherî ji hemû gelan ji ber vê êdî her kesî hêviya xwe de di vê herketê de didît û bi hezaran însan tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bûn û bi hezaran şehîd jî çêbûn û li Rojava 2003’an de PYD’ê (PARTİYA YEKÎTİYA DEMOQRATÎK) hat ava kirin, bi nasnameyekî Partiyekî Siyasî Sûrî bi dest pê kirina Şoreşa Rojava re em amade bûn ji ber amadekariyên me yên dehan salan ku sazî hatibûn ava kirin pêşeng derketibûn rêveberiyên siyasî derketibûn û amadekariyên grûpên çekdarî jî dihate kirin ji ber vê yê ku karibû di Şoreşa Rojava de 19 Tîrmehê de zû gav bavêje Partiya Yekîtiya Demoqrat xwedî proje, bû projeya Neteweya Demoqratîk bi vê projeyê re gelek guhertinê nû bi xwe re anîn di Rojava de.
Arhat BA / Zeryan Deniz AMED