Berdevkê YBŞ’ê Hadî Elyas diyar kir ku wan ti carî xwe ji dewleta Iraqê cuda nedîtine, di mijara entegrasyonê de cidî ne û divê dewlet jî bi heman cidiyetê nêzîk bibe.
Berdevkê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Hadî Êlyas di ‘Hevpeyvîneke Taybet’ a Çira TV de li ser mijara entegrasyona saziyên ewlekarî û rêveberiyê yên Şengalê yên bi dewleta Iraqê re axivî.
Di destpêka axaftina xwe de Hadî Êlyas işaret bi dema destpêkirina hevdîtinên wan ên bi rayedarên dewletê re kir û got, “Meha Sibatê hevdîtinên bi berpirsiyarên asta bilind ên ewlehî û leşkerî re destpê kirin. Armanca van hevdîtinan gihîştina peymaneke rast û ewle ye ku di çarçoveya wê de hêz, dezgeh û civaka me di nav pergala dewleta Iraqê de werin entegrekirin. Ev yek di heman demê de xizmeta serweriya Iraqê jî dike. Em di vê mijarê de pir cidî ne. Her wiha tiştekî fermî û rewa pêwîst e ku rê li ber çareserkirina pirsgirêkên din ên Şengalê veke. Çareserkirina vê meseleyê pêngava yekem û bingehîn e ku rê li ber çareseriyên din hêsan dike.”
Çavkanî: ANF Kurmancî