Xwepêşandanên li dijî bihabûna jiyanê yên li Îtalyayê dawiya hefteyê veguherîn bûyerên tundiyê. Di serî de Milano li Torino Bolognayê di navbera polîs û xwepêşanderan de şer û pevçûn derketin û 28 kes hatin binçavkirin.
Di gel ku xwepêşandanên li dijî buhabûna jiyanê yên li Fransayê veguherîn talan û şer û pevçûnan, dawiya hefteyê li bajarên cuda yên Ewropayê bertekên civakî yên têkildarî pirsgirêkên aborî û nîqaşên ewlehiyê derketin pêş.
Protestoyên li dijî bihabûna jiyanê, zêdebûna buhayê petrolê û kêmbûna destmizeyan ên li Îtalyayê, dawiya hefteyê veguherîn bûyerên tundiyê. Roja Şemiyê li gel banga tevgera ‘’Italia in Piazza’’ li gelek bajaran protesto hatin lidarxistin û di wan protestoya de bertekên li dijî rewşa xizmetên dewletê jî hatin nîşandan.
Çavkanî: ANF Kurmancî