19 Ekim 2026, Pazartesi
Nûçe

Saint-Martin: Rastgiriya tund dewama nijadperest û otorîter a neolîberalîzmê ye

Parlamenterê LFI Arnaud Saint-Martin rastgiriya tund weke dewamiya nijadperest û otorîter a neolîberalîzmê pênase kir û piştgirî da banga enternasyonalîzmê ya Rêber Apo. Saint-Martin got, “Ev yek di heman demê de ew nêzîkatî ye ku em jî wê diparêzin.”

Li Fransayê çalakiyên xwendekaran ên li dijî newekheviya li perwerdeyê û polîtîkayên neolîberal belav dibe. Krîza siyasî û civakî ya li welêt û bilindbûna rastgiriya tund ji navendên nîqaşên siyasî ne. Parlamenterê Fransa ya Serî Natewîne (LFI) Arnaud Saint-Martin li ser mijarê ji me re axivî.

Arnaud Saint-Martin destnîşan kir ku rastgiriya tund dewama neolîberalîzmê ye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Lê belê nijadperestî, dijminatiya li biyaniyan, otorîteriya bê fikar û rengekî dîktatoriyê jî li vê zêde dibe.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse