19 Ekim 2026, Pazartesi
Nûçe

Kongra Star li dijî cezayê darvekirinê ya li Werîşe Muradî hatî birîn, bang kir

Koordînasyona Kongra Star ragihand ku cezayê darvekirinê ya cara duyan li aktîvîsta jina Kurd Werîşe Muradî hatî birîn, parçeyekî polîtîkaya Îranê ya ji bo tirsandin û bêdengkirina jinan e.

Koordînasyona Kongra Star der barê biryara îdamê ya li dijî çalakvana jin a Kurd Werîşe Muradî, daxuyanî da û diyar kir ku têkoşîna ji bo rawestandina biryara îdamê û bilindkirina dengê jinan berpirsiyariyeke dîrokî ye.

“Dubare jinûve dayîna biryara îdamê ya li dijî çalakvana jina Kurd Werîşe Muradî, careke din nîşan dide ku rejîma Îranê di polîtîkayên xwe yên zextkirin, tirsandin û bêdengkirina jinan de israr dike.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse