19 Ekim 2026, Pazartesi
Nûçe

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

Diyarname
Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ên DEM Partiyê ji bo kurdî giştînameyeke wekî ferman şand ji şaredariyên xwe re.

Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ên DEM Partî, rojên 8-9’ê pûşpera 2026’an “Konferansa Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk” li dar xistibû û di vir de li ser ziman biryar standibûn.
Di çarçoveya biryarên vê konferansê de DEM Partî niha biryarnameyeke giştî ji bo Serokê Daîre û Midûriteyên şaredariyên xwe şand. Di giştînameyê de xwest di bin banê hemû şaredariyan de Midûriyeta Parastin û Pêşxistina Zimanan werin damezirandin.

SERÎLÊDANÊN JI BO WEZARETÊ
Di çarçoveya rêbazên alternatîf ên pêşketî de, armanc ew e ku navên yekîneyên ku di lîsteyên kadroyên normê yên heyî yên şaredariyan de bêne nûkirin û berfirehkirin. Di giştînameya ku hatiye şandin de ji bo ku di bin banên Şaredariyên Bajarên Mezin serokatîya daîreyê; di bin banên şaredariyên bajar, navçe û bajarokan jî miduriyet were damezirandin, hat xwestin ku nameyên daxwazê yên fermî ji Wezareta Bajarvanî, Hawir û Jîngehê re bê şandin.

Çavkanî: Diyarname

Şîroveyek Binivîse