Koordînasyona Kongra Star ragihand ku cezayê darvekirinê ya cara duyan li aktîvîsta jina Kurd Werîşe Muradî hatî birîn, parçeyekî polîtîkaya Îranê ya ji bo tirsandin û bêdengkirina jinane.
Koordînasyona Kongra Star der barê biryara îdamê ya li dijî çalakvana jin a Kurd Werîşe Muradî, daxuyanî da û diyar kir ku têkoşîna ji bo rawestandina biryara îdamê û bilindkirina dengê jinan berpirsiyariyeke dîrokî ye.
“Dubare jinûve dayîna biryara îdamê ya li dijî çalakvana jina Kurd Werîşe Muradî, careke din nîşan dide ku rejîma Îranê di polîtîkayên xwe yên zextkirin, tirsandin û bêdengkirina jinan de israr dike.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî