TUAY-DER’ê li Sêrtê li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û paşxistina berdana girtiyan daxuyanî da û diyar kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê pêwîste hemû girtî bên berdan û dawî li bêhiqûqiyê were.
Nûnertiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Sêrt Botanê têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û ji bo ku gavên şênber bên avêtin li pêşiya avahiya Edliyeya Sêrtê daxuyanî da. Rêveber û endamên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî tevli daxuyaniyê bûn û daxwaza berdana girtiyan kirin.
Nûnerê TUAY-DER’a Sêrt Botanê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediyane û nayên berdan.
Çavkanî: ANF Kurmancî