9 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Pêşbaziya xewê: 2,22 mîlyon yen pere dan serketî

Diyarname
Li Japonyayê pêşbaziya xewê dan dest pê kirin. Serîlêdan wisa zêde bû, 800 kesî serî lêda. 2.22 mîlyon yen (dor 13 hezar dolar) dan serketiyê pêşbaziyê.

Li gor nûçeya News On Japonê pêşbazî li Tokyoyê li dar ket. Pêşbaziya xewê. Li dinyayê ev tiştek nû bû. Kesên beşdarî pêşbaziyê bûn alavên şopandinê yên mejî dan serê wan. Bi vê li sê tiştan mêze kirin: xeweke kûr û qelîteya xewê, dema ku ji bo xewê pêwîst e, û aramiya xewê di dirêjahiya pêşbaziyê de. Pîvan di nav xaleke xewê ya taybet de hatin berhevkirin û beşdarê ku xala herî bilind bi dest xist, wekî serketî hat ragihandin.
Ji bo kesê yekem 2,22 mîlyon yen danê. Ev xelat li gor “Zzz” ya ku sembola xewê ye hatiye diyarkirin, loma 3 heb “2” li dû hev in. Ji bo duyemin jî 220 hezar yen danê.

Kompaniya Koala Mattress pêşbazî li dar xist. Kompaniyê bi vê yekê bal kişand ser edetên xewê ya li Japonyayê. Li Japonyayê ji ber hin sedeman mirov hindik radizên.

Çavkanî: Diyarname

Leave a Comment