Di çalakiya ku bi pêşengiya Ciwanên Berlinê hat lidarxistin de banga ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî û demokratîk bê çareserkirin hat kirin. Di çalakiyê de hat xwestin ku pêvajoya aştiyê bi reformên demokratîk bê xurtkirin.
Li paytexta Elmanya Berlînê bi daxwaza çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurd li Alexanderplatzê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiya ku di navbera saet 18.00-20.00an de li kêleka Weltzeituhrê hat lidarxistin de daxuyanî hat dayîn û banga piştgirîkirina pêvajoya aştiyê hat kirin.
Di çalakiya bi pêşengiya Ciwanên Berlinê de hat lidarxistin de hat destnîşankirin ku divê pêvajoya aştiyê ya ku li Tirkiyeyê berdewam dike, bi reformên demokratîk bê xurtkirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî