Parlamenterê DEM Partiyê Vezîr Coşkûn Parlak diyar kir ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê şert û mercên Rêber Apo yên xebitîna azad werin dabînkirin û bang kir ku qanûna çarçoveyê were fermîkirin.
Pêvajoya ku li gel Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo di 25’ê Sibata 2025’an de li gel raya giştî parve kir, dest pêkir nêzîkî sala xweya duyemîn dibe û piştî qanûna çarçoveyê ya li Meclîsê hate qebûlkirin her kesî berê xwe daye pêngavên ku wê werin avêtin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkûn Parlak têkildarî pêvajoyê ji ajansame re axivî.
Çavkanî: ANF Kurmancî