Siyasetmedar Îdrîs Balûken, diyar kir ku Komkujiya Enqereyê ji ber ku desthilatdarî û dewlet di hawirdora aştiyê ya ku ji sala 2013’yan û vir ve dihat meşandin de îsrar nekirin, çêbû.
Di komkujiya Gar û Rawestgeha Enqereyê de ku di 10’ê Cotmeha 2015’an de çêbû û yek ji êrîşên herî bixwîn ên dîroka Tirkiyeyê ye, 104 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bûn. Bi hezarên kesên ku ji bo daxwaza aştî, demokrasiyê û azadiyê li Enqereyê civiyabûn, bûn armanca êrîşa DAÎŞ’ê. Tevî ku li ser vê komkujiyê re sal derbas bûne jî lêgerîna edaletê hîn berdewam dike.
Serokwekîlê Koma HDP’ê yê wê demê û endamê Şandeya Îmraliyê Îdrîs Balûken, plana li pişt vê komkujiyê, atmosfera siyasî ya wê demê û pêvajoya darizandinê nirxand . Balûken, diyar kir ku wan piştî komkujiyên Amed û Pirsûsê rayedar li dijî êrîşên nû yên muhtemel hişyar kiribûn, lê belê tedbîrên pêwîst nehatibûn girtin.
Çavkanî: ANF Kurmancî