Li nêzî bajarê Cordoba yê Arjantînê li Espacio de Alina ya ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya (Alina Sanchez) hatî avakirin, komên femînîst, jinên ji gelên herêmî û ji tevgera jinan a Kurdistanê gelek kes hatin ba hev.
Li çiyayên nêzî bajarê Cordoba yê Arjantînê, li Espacio de Alina ya ji bo zindîkirina bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya û xurtkirina piştevaniya navbera jinan hatî avakirin, 9’ê Cotmehê civînek hate lidarxistin. Ji komên femînîst, gelên herêmî û tevgera jinan a Kurdistanê gelek kes beşdarî civînê bûn. Geşedanên siyasî yên li Abya Yala û xeteriyên belavbûna faşîzmê hatin nirxandin.
Beşdaran tecrûbeyên xwe yên têkoşînê parve kirin û li ser rêbazên têkoşîna hevpar nîqaş kirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî