Qamişlo
1’ê vê mehê qeydên ji bo sala xwendinê ya 2026-2027’an li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo dest pê kiribûn. Xwendekarên ku bawernameya refa 12’an (zanistî û wêjeyî) û yên pîşeyî wergirtine, di navbera 5-15’ê Cotmehê de nav û daxwazên xwe tomar kirin. Ji ber daxwaza zêde ya qeydkirinê, zanîngehê dema qeydkirinê dirêj kiribû û 18’ê mehê ev dem bi dawî bû. Piştre dê encamên serlêdanan derkevin û dest bi sala xwendinê ya nû bê kirin.
JI SEDÎ 60’Ê XWENDEKARAN JIN IN
Rayedarên Zanîngeha Rojava ji bo ANHA’yê axivîne. Va ne çend gotinên wan:
– Nêzî 5 hezar xwendekaran serlêdan kiriye
– Ji wan 3 hezar xwendekar jin in û 300 xwendekarên materyalên Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ne.
BEŞÊN FAKULTEYAN
– Beşên Wergerê, Fakulteya Zanistên Siyasî, Mamostetiya Refê û Patolojî bi hacetî hevdîtin qebûlkirinê ne.
– Ji bo Fakulteya Endezyariya Xwezayî ezmûn tê xwestin, zanîngehê ji bo xwendekarên ku dixwazin vê fakulteyê bixwînin jî 2 dewreyên perwerdeyê ku organîze kirin û ezmûna vê beşê îro li dar ket.
– Beşên Lênerîna Taybet di nava Fakulteya Biyolojiya Tenduristiyê de vebûne
– Peymangeha Rojava ya Gihandina Mamosteyan, Peymangeha Hîlala Zêrîn a Çand û Hunerê tev li Fakulteya Çand û Hunerê ya zanîngehê kirine.
Çavkanî: Diyarname