20 Ekim 2026, Salı
Nûçe

Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

Li Efrîkaya Başûr, jinên endamên tevger AbM ya xwedî 150 hezar endaman, li dijî biryara duyemîn cezayê darvekirinê ya rejîma Îranê li ser girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî derketin û daxwaza bidawîkirina polîtîkayên darvkeirinê û berdana tevahî girtiyê

Abahlali baseMjondolo (AbM) ku yek ji mezintirîn tevgerên gel e ku piştî bidawîbûna rejîma apartheidê li Efrîkaya Başûr derket, peyama piştgiriyê ji bo girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî weşand. Endamên jin ên tevgerê, bertek nîşanî biryara cezayê darvekirinê ya duyemîn ku rejîma Îranê di 14’ê Cotmeha 2026’an de derbarê Werîşe Muradî de dan û banga rawestandina biryarê kirin.

Di peyama bi dîmen de ku gelek endamên AbM di nav de cih digtin, daxwaza bidawîkirina polîtîkayên zextê û darvekirinê ya rejîma Îranê li ser Kurdan da. Di peyamê de, daxwaza azadiya Werîşe Muradî û tevahî girtiyên siyasî hate kirin. Her wiha bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” piştgirî ji bo têkoşîna azadiyê ya jinên li Kurdistanê hate dayîn.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse