Hevberdevka Desteya Rêveveberiyên Xwecihî yên Demokratîk ên DEM Partiyê Canan Kebenç Ozkan got: ‘’Meseleya rastîn dabînkirina şert û mercên Birêz Ocalan ên jiyîn û xebitîna azad û aşitiya mayînde ye. Di bingeha baweriya pêvajoyê de ev hene.’’
Hevberdevka Desteya Rêveveberiyên Xwecihî yên Demokratîk ên DEM Partiyê Canan Kebenç Ozkan têkildarî mijarên weke Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk, nêzîkatiya rêveberiyên xwecihî ya li hemberî pêvajoyê, jiyana komînal û statuya Rêber Apo ji ANF’ê re axivî.
Canan Kebenç Ozkan diyar kir ku pêvajo li gel banga Aşitî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibata 2025’an Rêber Apo derbasî qonaxeke din bûye û got ku divê pirsgirêka Kurd bi rêyên aşitiyane, li ser zemîneke demokratîk û bi rêya siyaseta demokratîk were çareserkirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî