Direngiya şeva borî çeteyên DAÎŞ’ê cara sêyem li sînorê Hewîce êrişî ser hêzên artêşa Iraqê kirin û di dema paşvekişînê de ketin kemîna hêzên ewlekariyê. Di encamê de gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn.
Piştî vekişîna hêzên Hevpeyman û Emerîkayê ji Iraqê, liv û tevgera çeteyên DAÎŞ’ê car din li hinek deveran geş bûye û car din dest bi êrişên xwe yên li ser hêzên artêşa Iraqê yên li sînorê parêzgeha Kerkûk û Selahedîn kirine.
Li gorî agahiyan duh derengiya şevê, çeteyên DAÎŞ’ê li gundê Bur Xeliye ya li navçeya Denaniş a ser bi sînorê Hewîce ya girêdayî parêzgeha Kerkûkê, êrişî ser xalek kontrolê ya artêşa Iraqê kirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî